Dem kurt, derfet pir sînordar û demsal jî sar bû. Şert û merc dijwar bûn lê rêber û rêveberên HDK‘ê nedixwestin wê “bêhna azad” erzan ji dest bidin. Di salroja damezrandina Komara Kurdistanê de yê baş be ku em bizanin komar çawa pêk hat, destkeft çi bûn, astengî çiqas mezin bûn û hwd.
Wê rojê li pey sirûda Ey Reqîb dengê zarokên xwendingeha Seadet bi sirûdeke din a li ser ala Kurdistanê hemû siyasetmedar û kurdên qada Çarçira bêdeng kiribûn:
” Şaxî rengarengî Kurdan / Baisî keyf û sirûr
Her deman rengê denwênê / Geh spî, geh sewz û sor
Rengî sor şahîde / bo Kurd ke qewmeke cesûr
Rengî şînîş elê / em xake her şînahîye
Pir le dexl û dan û kanî / Ser be risq û pir le nûr
Rengî bêgerd û spîşî / Diyar wa hawar ekat
Qewmî Kurdan sax û pakin / Miletekin bêqûsur
Beşdarbûna hemû çînên civakê bitaybetî jî ciwan û jinên Kurd di kar û xebatên siyasî de pêngavek girîng bû.
Komara Kurdistanê an Komara Mehabadê
Komara Mehabad navekî durist nîne, Mehabad navenda komarê anku paytext bû û navê rast “Komara Kurdistan” e. Li pey pêkhatina şert û mercên li Îran û Kurdistanê Kurd di rûdanên wan salan de xwedî rolekî diyar bûn. Min berê bi dirêjî li ser vê mijarê nivîsandiye û di pirtûka Yadigarên Komara Kurdistan hatiye belav kirin.
Qazî Mihemed û karê dîplomasiyê
Qazî Mihemed wekî kesekî rewşenbîr û dûrbîn karî di demeke kin de îrade û baweriya bi hêza xwe di nava civakê de biafirîne. “Kar û xebat” du rukinên bingehîn yên jiyana wî ya rojane bûn.
25.08.1941’ê Îran ji bakur û başûr ve hatibû dagîrkirin, artêşa du welatan Sovyet û Ingilistanê li bakur û başûrê rojhilatê Kurdistanê jî bi cih bibû. Leşkerê sor yê Sovyetê li herêma ku komar tê de hate dinê jî hebû. Sedema yekê ku gelek ji dîroknivîsên Îranî, Ereb û biyanî jî dibêjim komar ji hêla Sovyetê ve hatiye damezrandin, ev bû. Di sala 1945’an Qazî tevî heyetekê diçin Baku û piştî vegerê HDK’ê dadimezirînin û pêre jî li 2’yê Rêbendan komara Kurdistanê îlan dikin. Gere ez bînim bîra xwendevanan ku roja 16.08.1945’an HDK çêbû, lê hinek dîroknivîs dibêjin berê Qazî çû Azerbayîcanê û vegerî, piştre HDK çêkir û komar jî îlan kir, lê wisa nîne. Qazî bi çûyîna Baku re jî di hevdîtinên xwe de ji Ceifer Baqirov daxwaz kir ku Kurd jî bibine xwedî desthilat, ev daxwaz bi dilê rayedarên Sovyetê nebû, çimkî ji Azeriyan re wiha nekirin. Tercîha wan ya yekê Azerî bûn. Kurdistan bixwe ji hêla Îranê ve bibû çend par, vê carê Rusan jî xwestin Kurd di bin desthilata hikûmeta Millî ya Azerbayîcanê de bimîne. Di vegera delgasyona tevî Qazî de Qasim Îlxanîzade xwe digehîne konsolosa Ingilistanê û wan agehdar dike ku ger hûn pêşiyê li Qazî negirin ew ê tevî Baqirof hikûmeteke Kurdî ava bikin. Lê Ingilîz baş dizanin ku siyaseta Stalîn ew nîne ku li Îranê hikûmeteka Kurdî ava bikin. Qazî di vegera ji Baku bi hevalên xwe re kom bû û wiha got:” Heya niha em di bin desthilata Farsan da bûn, bi Farsî axaftin li ser me ferz bû, niha jî dibêjin di bin desthilata Azeriyan de bimînin û tirkî biaxivin, niha em çi bikin?” 15.12.1945’an Qazî ji aliyê Azeriyan ve hate vexwendin ku di îlana Hikûmeta Milî ya Azerbayîcanê li Tebrêzê beşdar bibe. Daxwaza Seyîd Ceifer Pîşewerî ji Qazî ew bû ku tevî hev ji bo standina otonomiyê ji Tehranê kar bikin. Keremov wekî nûnerê Soveytê zext dianîn ser Qazî ku wê dawxaza Pîşewerî bipejirîne.
Israra Kurdan li ser îlankirina komarê
Di rewşeke wiha de biryardan gelek bi zehmet bû. Çimkî him ji hêla baskê radîkal yê HDK‘ê ve zext li ser wî hebû û him jî Ingilîz û Amerîka amade nebûn ku daxwazên Kurdan bipejrînin. Piştî mehekê biryara piraniya xelkê û rêveberên HDK‘ê ew bû ku komar bê îlankirin. Qazî Mihemed bo Tebrêzê hate vexwendin û nerazîbûna xwe li ser wan biryarên Kurdan li Kurdistanê dane diyarkirin, lê Qazî ji wan re wiha got:” Partiya me bi biryara piraniya endamên xwe komar îlan kirine û ez nikarim tiştekî bikim”.
Damezirînerên Hikûmeta Azerbayîcanê Marksîst-Lênînisêtên kevin, anku kesên weke Dr. Cavîd Şebisterî, Ceifer Pîşewerî û hwd. bûn û di muzakireyên li ser mijarên dubendiyên di navbera du komaran de Rûsan tim piştgîrî dane Azeriyan. Li ser Urmiye, Xoy, Selmas û Maku Kurd bi israr bûn ku ew herêm û bajar ji kevin de axa Kurdistanê ne, lê Azerî bi piştgîriya siyasetmedarên Rûs ên li herêmê daxwazeke wiha nedipejirandin. Di dirêjahiya desthilata Kurd û Azeriyan de ew nakokî di navbera her du aliyan da mabûn.
Nasnameya desthilata Kurdî
Çarçoveya siyaseta wê komarê hebûna hikûmeteke demokratîk bû û çarçoveya wê ya yasayî jî hebûna makzagûneke demokratîk bû, çarçoveya wê ya îdarî jî nasenteralîzm bû. Her wiha çarçoveya wê ya ferhengî jî ew bû ku nasnameya zimanê kêmnetewan di nava sinorên Îranê de bête naskirin, lê zimanê Farsî dikare li hemû welat bibe zimanê fermî. Sîstema desthiltdar li Kurdistanê wekî hikûmetên lîberal bû ku deng û daxwazên xelkê tercîha yekê bûn.
Bêyî hebûna çarçoveyeke siyasî ya demokratîk behsa serxwebûn, fedaralîzm û otonomiyê li gelek welatên Rojhilata Navîn bêsûde.
Ji desthilatdarên wan salan li Îranê ne serxwebûn, ne otonomî li ser axê yan jî otonomiyek çandî-siyasî hêsan bû û ne jî sîstema federal qebûl dikirin. Di yasayên makzagona Îranê îşare bi mafên wiha nîne.
Komara Kurdistan a sala 1946‘an bi yasayên ku di destûra bingehîn a xwe de dabûn diyarkirin ji komara niha ya li Tirkiyê, Sûriyê û Îranê gelek demokratîktir bû.
Çimkî ew li pey avakirina komelgeheke demokratîk a bihêz û medenî bûn. Mixabin hingî mercên derekî ji bo damezirandina civakek demokratîk bi zehmetir bûn heya mercên navxweyî jî. Ez bawerim ew şert îro jî berdewamin.
Du proje di rojnameya KURDISTAN a ku organa fermî ya HDK û komarê bû têne dîtin:
- Serxwebûn û welatekî azad
- Otonomî di çarçoveya welatê Îranê û diyarkirina yasayên wê di makzagona wê ya bingehîn de.
Avakirna sîstemeke siyasî û aborî armanceke sereke ya kabîneya komarê bû. Mînak Mihemed Ilmî tim wiha got: Maliyat riha pêşkeftina civatê ye, pêşkeftin wiha çêdibe û divê xelk bi xebatên wiha re li pişta desthilata xwe bisekinin.”
Hêjayî gotinê ye ku hingê jî axayên Kurd û hinek dewlemendên Kurd maliyat nedidan. Rewşa ku îro em li başûrê Kurdistanê dibînin û wergirtina maliyatê hê jî li welat cîgir nebûye.
Kurdên rojhilatê çima îro li ser rewşa başûr bi gilî û gazindê ne, çimkî îmkanên wan pir kêm bûn, lê wan karîn gelek pêngavên mezin bavêjin, lê başûr bi ewqas îmkanên mezin çi nekirine.
Têkçûna du komara
Sedemên têkçûnê tenê ji ber bêhêzbûn û bêpergaliya Kurdan nîne. Di kanûna sala 1945‘an de artêşa Îranê kete nava Tebrêzê û qetlameke mezin çêkirin, li gor hinek jêderan ji 20 hezar heya 150 hezar kesan hatine kuştin.
Bi bihîstina van xebrên wiha re li Kurdistanê xelk gelek ditirsya, lê dîsa jî Qazî Mihemed bi kabîneya komar û komîteya HDK‘ê re rûnişt û pirsî em çi bikin? Hinek axa û began gotin:” Em ê berxwedanê bikin û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê sînorên komarê biparêzin”, hinekan jî gotin:” na bila vira jî weke Azerbayîcanê wêran nebe, rêyeke aştiyane peyda bikin…”, lê dema ku artêşa Îranê gihişte Miyanduwê kesên yekê ku çûne pêşwaziya serleşkerên Îranê ew axa û beg bûn. Piştî biryara piraniya xelkê û berpirsên komarê û HDK‘ê Qazî çû Miyanduwê û hevîdtina bi serheng Homayonî. Qazî ji wî xwest ku:” weke Tebrêzê li Kurdistanê fermana xelkê ranekin, ger niyeteke we ya wiha hebe em ê heya nefesa dawiyê liberxwe bidin” Wî jî bext dayê û bi qirara ku qirkirin çênabe û yê canê wan parastî be, roja 17.12.1946‘an artêş kete nava bajarê Mehabadê.
Di telgirafeke nihînî ya artêşa Îranê de rewşa ku êrîş li ser Kurdistanê heye wiha tê diyarkirin:” General Homayonî wiha dide diyarkirin ku bawerî bixwe heye û dikare rewşê kontrol bike, lê ger ku Qazî Mihemed, Hemer Reşîd Xanê û Mela Mistefa Barzanî hêza xwe bikine yek û ber bi başûr bixin hereketê. Hingî yê karê general dijwar bibe. Ji ber berfa zêde û daxistina rêyên hatin-çûyînê general Homayonî nekarîye heya beriya 31‘ê Adarê hêza piştgîriyê ji Sine bişîne Seqiz, Bane yan jî Serdeşt, di halekî de ku rêyên çûyîna van bajaran ji Azerbayîcanê vekirî bûne.”(1)
Di warê aborî de ger hêzeke mezin a Kurdan hebûya û girêdana Kurdan di warê aborî de bi dewleta navendî re tunebûya, hingî Kurdan him dikarîn liberxwe bidin û him jî di diyaloga li ser daxwazên otonomî û federalîzmê serkeftî bin.
Divê em vê rastiyê jî ji bîr nekin ku Kurdistan li gor yasayên cihanî pareke axa Îranê bû û duristkirina hikûmeteke otonomî yan jî serbixwe pirsên yasayî çêkiribûn.
Ji sala 1906‘an dema meşrtuxwaziyê di makzagona Îranê de îşretek bi îdareya ” îyaletî-wilayetî li Îranê” heye ku ew qewim dikarin li herêmên xwe xwedî encûmenên îyaletî û wilayetî bin.
Di makzagona Îranê ya çaxê Pehlewî û komara îslamî ya niha de hemû yasayên nivîsandî tenê li ser kaxezê ne û yek jî nehatiye pratîze kirin.
Îdama rêberên komarê
Salên 1941-47‘an şahidî ji gelek rûdanên xweş û nexweş re kiriye: J.K, HDK, 2‘yê Rêbendan, îlana Komara Kurdistan, zivistanek sar û xweş, pêngavên tije ketin û rabûn, sala reş a îdama rêberên komarê, kuştin, îdam, teror û ji hev cudaketin, dûrketin û şopandina siyasetmedarên Kurd di çarçoveya mala wan de êşên giran bûn, lê êdî dijmin nekarî îmana bi edalet û îradeya ji gûherandinê re ji evîndarên doza Kurdistanê bistîne.
Şah nedixwest rêberên komarê îdam bike, çimkî dizanî ka Pêşewa Qazî di nava xelkê de çiqas xwedî bandoreke manewî, civakî û siyasî ya bilind e. Lê rayedarên artêşa Îranê têhniyên întiqamê bûn. Çimkî artêşa komara Kurdistan û hêza Pêşmergeyan di çend eniyên şer de bi derbeyên giran çeperên wan herifandibûn. Êdî tirsonekî, bêîradeyî û ew zirtên mezin ku beriya wê payebilindên artêşa Îranê li xwe didan, vala derxistibûn. Salek û çend meh piştre sê Qazî di qada Çarçira ya ku komar tê de ji dayîk bibû îdam kirin û bi vê re jî xwestin wê qadê bikin navenda tirs û wehşetê, lê ew xewina wan nehate cih.
Tawanên ku bi awayekî yasayî qet nehatin îspatkirin
Di dadgeha leşkerî ya Îranê de ku hê jî gelek nihîniyên wê nepenî mane, Qazî bi wêrekî li hemberî general û serleşkerên artêşa Pehlewî sekinî.
– Gûherandin û destkarî di ala welatê Îranê de
– Îlana serxwebûn û dagîrkirina parek ji axa Îranê bi navê Kurdistanê
– Firotina petrolê bi Sovyetê, bê zanîn û razîbûna dewleta navendî.
– Duristkirina xerîta Kurdistana mezin, yanî Kurdistana Îran, Îraq, Tirkiyê û Sûriyê
– Anîna bîyanî û dayîna pareke axa Îranê ji wan( Yanî Mela Mistefa Barzanî û kesên pêre )
– Dizayînkirin alayekî cuda ji Kurdistanê re, bi formê çekûç û das, weke ala Sovyetê
– Kûtana îskinasên diravî bo Kurdistanê bi formê Roblên Rûsî
Bersivên Pêşewa:
Li ku dera komara Kurdistan, palawgeha petrolê yan jî heta bîrên petrolê hene da ku em bifiroşin Sovyetê?
Durist e ku me aleke cuda ji ala Îranê dîzayin kiriye, lê qet weke ala Sovyetê nîne, taybetî û mînakên wê tune ne.
Li ser Mela Mistefa Barzanî, tu kesekî ji wî nexwestiye ku bê Kurdistanê, ew Kurd e û Kurdistan mala her Kurdekî ye, tu kesekî ew maf nîn e ku ji bo jiyîna mirovan a li welatê wan bibe asteng.
Komara Kurdistan, tenê para rojhilata Kurdistana mezin digire nava xwe û serxwebûn tenê ji pareke Kurdistana Îranê re hate îlan kirin.
Tu sike yan jî diravek ji komara Kurdistanê re nehate çêkirin ku bişibe roblê Rûsî.
Dadgeha we şanoyeke û min ji roja yekê dizanî ku îdam li benda min e, lê ne xem e, çimkî ez ne şermzarê gelê xwe me.
Tu mafekî hiqûqî ji Qazîyan re nehatibû dayîn ku li hemberî tawanên dadgeha artêşê xwe biparêzin, lê Qazî û hevalên xwe bêtirs li hemberî wan tevan sekinîn û serê xwe netewandin.
Destkeftên Komara Kurdistanê
Hişiyariya civakî, bilindkirina asta rewşenbîriya siyasî-çandî ya gel bi rêyên cur bi cur, gûherandinên bingehîn di ragehandina Kurdî de, bi îmkanên herî kêm hilanîna pêngavên mezin di qadên aborî, siyasî û çandî de armancên wan ên pîroz bûn.
Yekemîn car meşeka otonomiyê ji rojhatê Kurdistanê belavî başûr, bakur û rojava bû.
Damezrandina radiyoya Kurdî û dana gotina yek sal a Kurdistanê bo artêşa Sor ku radiyoyê pê hatibû damezranin.
Kêmasî çi bûn?
– Nebûna artêşeke munzem û pir bûna hêza mîlişayî ya di bin serokatiya axa û begên Kurd de. Di rojên têkçûna komarê de dema serok eşîretên Kurd di qada xebatê de neman û ber bi gund û herêmên xwe ve çûn, cesareta artêşa Îranê mezintir bû.
Çirayek tije ronahî bû
Komara Kurdistan ronahiya çirayekî geş e ku qet venamire.
Wan salan dema ku xelk bi îdama Pêşewa Qazî û şoreşgerên din yên Kurd hesiya kîn û hirsa xwe veşartî nehêlan. Di roja 11. 05.1947’an de meşeke mezin a demokrasyonê li dijî îdama rêberên Kurd li Xûremabad ( navenda wilayeta Luristanê) çêbû ku ji hêla hêza taybet a artêşa şahenşî ve hate tepisandin.(2)
(1)” Berêz Deyvîs, jimare 26, 4.04.1946, Nihînî, Têlgrama hejmar 23 M bo Tehran…”
(2). Siyasta Kurd li komara Mehabadê / Jêdera Farsî:
(20). جویده، وادی. ۱۳۹۰. جمهوری مهاباد، در سیاست کردها در خاورمیانه، نوشتهٔنادر انتصار، ترجمهٔ عرفان قانعیفرد، تهران: علم، چاپ اول: ۱۳۹۰، ص ۳۵۸؛ و نیز درگفتگو، شمارهٔ ۵۳، مرداد ۱۳۸۸.