Navenda Nûçeyan
Berpirsîya du êrîşên xwekujî yên li Bexdayê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.
Bi êrîşên xwekujiya ku li bazareke navenda Bexda çêbûbûn 32 kes hatibûn kuştin û bi kêmî 110 kesên din jî birîndar bûbûn.
Amaq News ya ku wek ajansa nûçeyên DAIŞ’ê tê zanîn ragihand ku DAIŞ’ ê êrîşên xwekujiyê li dar xistine.
Berpirsên berevaniya Îraqê piştî êrîşên xwekujiyê gotibûn dibe ku di êrîşan de tiliya DAIŞ’ê hebe. Êrîşên xwekujî yên li Bexda piştî DAIŞ di sala 2017’an de hatibû têk birin kêm bûbûn û ya herî dawî di serê sala 2018’an de çêbû bû.