Polîsan êrîş birin ser kedkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê daxwaza mafên xwe dikirin.
Di encama êrîşa polîsan de Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Alî Karakoç, endama Desteya Rêveber a ATO’yê Ayşe Ûgûrlû, Hevserokên Şaxê Enqereyê yên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Kûbîlay Yalçinkaya û Nazan Karacabey, Îbrahîm Kara, Yuksel Delce, Mahmût Konûk, Osman Çokaman hatin binçavkirin.
Piştî binçavkirinê, kedkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê tev li çalakiya protestoyî bûn. ENQERE