Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Divê medyaya kurdî li ser mijarên neteweyî hemfikir be’

Serokê Beşa Ragihandina Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Selam Nesredîn ku tev li konferansa KNK’ê ya ji bo ragihandinê pêk anîbû, bibû diyar kir ku divê medyaya kurdî li ser mijarên neteweyî de hemfikir be

Navenda Nûçeyan

Di 16’ê Çileya 2021’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi navê ‘Rola rojnamegeran a di stratejiya neteweyî de’ li ser qada dîjîtal konferanseke çapemenî û medyayê lidar xistibû.

Bi armanca li hevnêzkirina rojnamegerên Kurdistanê, şîrovekirina rewşa medyaya kurdî û rola wê ev konferanseke dîjîtal hatibû organîzekirin. Bêtirî sed rojnameger, mamoste û şarezayên ragihandinê beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de pêşniyar hat kirin ku hewl bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamegeran bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevbeş ên Kurdistanê bi hev re kar bikin. Avakirina navendeke gotûbêjkirina xebatên ragihandinê jî hatibû pêşniyarkirin.

Edîtorê Malpera Şarpirês Kemal Reûf ku tev li konferanê bibû bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê û wiha got: “Lidarxistina konferansê girîng bû. Ev pêşengiya KNK’ê di vê demê de karek gelek girîng bû. Armanca konferansê ew bû ku ka çawa bikarin saziyên ku ji derveyî hizban hatine damezirandin komî ser hev bikin, bû. Konferans serkeftî bû.”

Kemal Reûf diyar kir ku pêşniyarên konferansê girîng bûn û wiha domand: “Li gorî min avakirina platformekê ji bo rojnamegeran girîng e ku bikare bibe sêwana medyayê ku peymana şeferê îmze bikin û bi hev re bi arasteyek nîstimanî kar bikin. Eger bikarin gav bi gav biçin pêş, diyaloga me destkeftî hebe, wê demê medya dikare ji derveyî hizban bandorî li ser yekrêziya nava mala kurd hebe.”

Serokê Beşa Ragihandina Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Selam Nesredîn ku tev li konferansê bibû, diyar kir ku hizban dest daniye li ser medyayê û ev tişt anî ziman: “Medyaya kurdî medyaya hizbî ye. Li başûrê Kurdistanê medyayek nîne ku hemû partiyên siyasî bikarin têde peyama xwe bidin. Ji ber vê pirsgirêkên siyasî medyayê jî ji hev qût dike. Divê em di medyaya kurdî de li ser wan tiştên ku peywendî bi xak, nîştiman û mijarên çarenûsaz û pêşeroja gelê me ve heye hemfikir bîn û dijberiya hev nekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar