Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Bi ‘Zanîngeha Jinan’ jinan tecrîd dikin’

Nûnerên jin ên rêxistinên civakî, bernameya YOK'ê ya li ser fermana Serokomar Erdogan amade kirin û Zanîngeha Jinan li bernameyê zêde kir bi tundî rexne kirin. Jinan diyar kirin ku bi zanîngeha Jina re dixwazin jinan tecrîd bikin

Serokomar û serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di 28-29’ê hezîrana 2019’an de li Osaka ya Japonya tev li Zîrveya G-20’an bûbû. Piştî zirveyê li Zanîngeha Jinan a Mukogawa ya Japonya geriya. Li vir doktora temsîlî dan Erdogan. Erdogan di vê merasimê de diyar kir ku ev zanîngeh li Tirkiyeyê tune û xwest wekî wan Zanîngeha Jinan ava bike û wiha got: “Li Japonya ji 800 zanîngehan 80 jê zanîngehên jinan e. Ez ji bo lêkolîna 80 zanîngehên jinan erkê didim sefîrê me. Em ê li welatê xwe jî gavek wisa bavêjin.” Erdogan piştî gera Japonyayê ferman da YOK’ê û xwest li bernameya salê Zanîngeha Jinan jî zêde bike. Li ser fermana Erdogan, YOK’ê li Bernameya 2021’an a Serokomariyê Zanîngeha Jinan jî zêde kir û fermî kir. Nûnerên rêxistinên civakî û sivîl bertek nîşanî vê yekê dan.

Sekretera Jinan a Egîtîm Senê û Hîndekara Zanîngeha Kocaelî Elîf Sînem Arikan, diyar kir ku bi niqaşên zanîngehên jinan, tê dîtin ku wekheviya jin û mêr a tevlêbûna jiyana civakî tê paşguhkirin û wiha got: “Li Japonyayê 80 zanîngehên jinan heye. Di rastiyê de li Japonya, tevlêbûna jinan a jiyana civakî pir li paş maye. Dîsa di aliyê wekheviya zayendî de jî pir li paş e. Japonya di Endeksa Newekheviya Zayendî ya Kurevî ya 2020’an a Fona Aborî ya Cîhanê de, di nava 153 welatan de di rêza 121’an de ye. Tirkiye jî di rêza 130’an de cih digire. Ji ber vê yekê Japonya nabe model.”

‘Em zanîngehên di bin serweriya mêr de naxwazin’

Endama Kolektifa Jinên Zanîngehê Zelal Baydemîr jî anî ziman ku li zanîngehên heyî bi aqilê mêr perwerde tê dayîn û wiha domand: “Zanîngeh ji gotinen zayendperest heta mamosteyên zayendîperest di navenda jiyana me de ne. Avakirina van zanîngehan ne tesadufî ye. Jin ji bo AKP’ê tehdîtek mezin e. Ji ber vê yekê îktîdar ewil li ser jinan zextan û tundiyê pêş dixe. Daxwaza me ya jinan zanîngehên femînîst e. Em zaningehên di bin serweriya mêr de naxwazin. Em li zanîngehan wekheviya zayendî dixwazin. Em dixwazin di şertên wekheviya zayendî de perwerde bibin.”

Nasnameya jinan tecrîd dikin

Endama Xebatên Xwendekaran Lîzge Bîter jî da zanîn ku mêr di her qadê de dixwazin jinan îsole bikin û ev tişt anî ziman: “Di bin projeya zanîngehên jinan de dixwazin jinan di aliyê fikrê de têxin rêza duyemîn. Bi vê projeyê êrîşî nasnameya jinan dikin. Ev nîşan dide ku jin û mêr heman perwerde û agahiyan bi dest naxin. Li şûna zanîngeh û qadên ewle û tenduristî ava bikin, jinan bi van zanîngehan tecrîd dikin. Ev ne zanîngehên jinan e. Di rastiya xwe de zanîngehên tecrîda jinan e. Nasnameya jinan tecrîd dikin. Dixwazin di vê pêvajoya jin li dijî zextan têdikoşin de jinan bêtir tecrîd bikin.”

Her wiha Endama Jinên Anarşist ên Şoreşger Meltem Çuhadar jî anî ziman ku bi vê projeyê dixwazin jinan ji civakê dûr bixin û wiha got: “Jin di her qadê de bi êrîşan re rû bi rû ne. Dê bi vê yekê polîtîkayên cudakariyê bêtir pêş bixin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar