Nêrgiz Ismayil
Eger peyva “qeder – çarenûs”ê hişmendiyeke mutleq e ku hukmê xwe li jiyana civakê dike, di heman demê de azadiya gelan û xwe bi xwe çareserkirina pirsgirêkên xwe bike ev jî qeder û çarenûs e. Bila civak ne di wê baweriya mutleq de be ku wê desthilatdarî, şer, pevçûn, perçekirin û dagirkerî her wekî xwe bimîne û bi rastiya gelan bilîze. Tenê di xalekê de wê bi ser bikeve ew jî; gava gelên demokratîk nikaribin nirxên xwe yên civakî biparêzin û hebûna xwe ya xwezayî bi vîna xwe ya azad bi wate bikin.
Lewra cudahî di navbera hişmendiya hegomonîk, kapîtal û pergala xweseriya demokratîk de heye ku ew jî vîna gel bi xwe ye. Cudahiyeke hişmendiyê, di navbera têkiliyên xweseriya demokratîk û pergalê de heta em bêjin bes heye. Cudahiya yekemîn û dawîn ew e ku pergala xweseriya demokratîk pala xwe dide bîrdoziya rizgarkirina jinan. Ev bingeh e ango stûna sereke ye ku bê hişmendiya jinan ne hebûna civakê watedar e ne jî aqilê civakê yê azad dimîne. Ev yek dihêle ku di pergala rêxistikirina civakê de ji avakirina komînan ku xeleka herî sereke ye di vê pergala demokratîk de heta bigihîje meclisên tax, navçe, bajar û herêman de heye.
Rola herî sereke di vê pergalê de ew e ku ji bo çareserkirina gel xwe bi xwe dikare bi vîna xwe ya demokratîk bi edalet çareseriyê şênber bide kirin. Di vê mijarê de her demê hikûmet, dewlet, desthilatdarî gel fêr kiriye ku ger dewlet nebe civak nikare nefes bigire. Ji ber wê hêza civakê ya vîna azad her demê bi rê û rêbazên cuda hatin çewisandin. Lê rastiya girîng a civak lê vegere jî ev e; modela ku li rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, her çend modeleke nû be jî bûye xwedî rol ku hêza erênî ya civakê vedigerîne.
Di her bajarekî de meclisek heye navê meclisê Meclisa Gel e. Ev meclis ji gelek komîteyan pêk tê, çi komîteya aborî, tenduristî, jin, ciwan û komîteya herî girîng jî ya silhê ye. Komîteya silhê di nav meclisa bajêr de berpirs e ku çi pirsgirêkên civakî derkevin dikaribe ne bi rêkeke tekane berovajî bi nêrîn û biryarên komîn çareserkirin çêbibin. Her wiha dema pirsgirêk dikeve warê sûc de ew komîteya silhê gel kom dike û gel biryara cezayê dide. Di vê mijarê de gel xwe bi xwe vîna xwe ya azad bi kar tîne. Bêguman em ji bîr nekirin di xeleka herî jêr de komîteyên silhê hene, ji komînan bigire heta bigihîje meclisa bajêr û herêmê. Ev hemû komîte bi hev ve girêdayî ne.
Hişmendiya her bi wate û xwedî bandor di van meclisên gel de ew e ku dikare ne bi rêbazên dewletî, hikûmetî, desthilatî, navendî, destpot pirsgirêkan gengeşe û çareser bike. Di hin pirsgirêkan de çareseriyên civakî li pêş in. Mînak çareserkirina pirsgirêkên eşîrtî, qebîltî û malbatî… Mûrehkên civakê dagirtî nirxin ev komîteya silhê berpirs e ku van nirxan binpê neke. Nabe ku komîteya silhê yan jî meclisa gel bibe kopyayeke dadgeha dewletê ya biçûk. Bi kîjan wateyê? Bi wateya biryargirtinê nabe kesek ango takekes biryar bide. Hemû biryar kolektîf in. Rewşên civakî tên berbiçavkirin. Ev ji bo hemû pêkhateyan derbasdar e, çi kurd, ereb, xiristiyan û hwd. Lewma hilbijartina kesên ku cihê xwe di vê komîteyê de bigirin divê bijare bin. Bi taybetî jî tu komîte nayê avakirin ne ku hejmara jinan tê de nebe. Bêyî hebûna jinan tu komîte nayên pejirandin. Bi taybetî jî komîteya silhê.
Jinên temenmezin, xwendevan û zana ku karibin wateyan bidin pirsgirêkên civakî, komîteya silhê di nav meclisa gel de hêza sererastkirinê ye, ne çavkaniya parçekirinê. Divê rast bike, li hev bîne, muhebeta civakî ava bike. Pergala dewletê parçe dike, belav dike.
Bêguman ji bo hilbijartina kesên di vê komîteyê de jî zanebûn pêwîst e. Wekî nimûne; li herêmê Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrê kesayetên di van komîteyan de hatin bicihkirin ew kesên ku civak wan ji xwe re wekî şêx, mezin, qedirgiran dibînin hatin hilbijartin. Di heman demê de wekî cara yekemîn jin mîna dayikên temenmezin ku gotinên wan derbasdar in di nav eşîr ango qebîlê de cih girtin. Ev hesasiyetên civakê gelekî girîng in. Wiha gelek caran sedemên hin pirsgirêkên biçûk in jî lê belê hebûna wan kesên mezinên civakê di komîteyan de dihêle ku bê zehmetî ew pirsgirêk bên çareserkirin. Ev xal gelekî girîng e. Kesek nikare kesayetên li gorî xwe bîne û derbasî nav nirxên civakê bike. Ji derve de civak kesekî qebûl nake, civak kesayetên ji xwe dipejirîne. Ji ber ku civak bixwe dikare bibe xwedî vîneke azad. Ev model ne modeleke demkî ye lê belê heyatî ye û divê li her deverê bê bipêşxistin.
Meclisa gel ne pergaleke biyanî ye, ne ji jor ve ye, ji nav civakê bixwe ye, xwedî erk e ku civakê komîn bike û hişmendiya pevrejiyînê zindî bihêle.