Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Nobeda Azadiyê’ bi ciwanan dewam dike

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku 9 sal in li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya Ocalan pêk tê, bi ciwanan dewam dike

Çalakiya nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasboûrgê ye Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, didome. Nobedarên hefteya 449’an aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Azad in.

Çalakî hefteyê heft rojan saet di navbera 08:30-17:00 de pêk tê. Çalakger qala sûcê li dijî mirovahiyê tecrîdê dikin û destnîşan dikin ku konsepta şer a li gelê kurd bi tecrîda şidandî re veguheriye qirkirinê.

Ji komîteya amadekar Zulfu Bîngol bi daxuyaniyekê ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke ciwanan e û gelekî hêja ye ku ciwan xwedî li çalakiyê derdikevin.

Zulfu Bîngol diyar kir ku ji bo sala 2021’ê bibe sala azadiya kurdan û Rêberê Gelê Kurd divê seferber bibin û destnîşan kir ku dema ew li ciwanan dinêrin, bi hêvî dibin.

Endamê komîteya amadekar Zulfu Bîngol anî ziman ku gotina ‘Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ rastiya berxwedana kurdan radixe pêş çavan û ragihand ku ciwanên kurd jî bi vê têgihiştinê têkoşînê mezin dikin û pêşengiyê ji gel re dikin.

Bîngol ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê bang kir û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, komkujî li ser kurdan kêm nabe.

Zulfu Bîngol ji bo çalakiya Nobeda Azadiyê jî banga xwedîderketinê kir ku 9 sal in bi biryardarî dewam dike.

Koma ciwanan a ku dest bi çalakiyê kir ji Adnan Erkek, Alî Çîmen, Ferhat Naqo, Berîtan Dersim, Kawa Gimgim û Nîzar Ozgur pêk tê. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar