Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Abdula: Em alternatifa rasteqîn a çareseriyê ne

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula diyar kir ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirkan hatiye avakirin û wiha got: “Em xeta sêyemin in. Alternatîfa rasteqîn a sîstema desthildariyê ne."

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Selam Ebdula bi wesîleya salvegera 9’emîn damezrandina Tevgera Azadî ji ANF’ê re axivî. Selam Ebdula diyar kir ku qonaxa ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têde ava dibe, qonaxek e ku metirsiyên pir cidî li ser Başûr û Iraqê hebû û wiha got: “Hêzeke tarîperest a weke DAiŞ’ê di asta lûtkeya xwe de bû, heta dîmenekî derûnî (ya tirs û xofê) weke ku ‘efsaneyekî’ ku qet bin nakeve li ser herêmê dabû çêkirin. Bêguman ev ‘efsane’ bi destê xort û keçên kurd hat şikandin. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi nêrîna me, me wisa dizanî ku partiyên siyasî nikare wê rewşa ku li herêmê heye çareser bike, her wiha rewşa gelên herêmê, gelên Iraqê bi taybetî gelê kurd ku ji destê wan bêzar û êş dikişîne. Ji bo wê rewşê pêwîstî bi alternatîfê hebû; ji ber ku pirsgirêk bi hişmendî û mêyzandina sîstema desthilatdarî ya ji bo rêvebirina civakê ku hişmendî û mêyzandineke şaş e ve girêdayî ye. Di heman demê de ew aloziyên ku hebûn bi wan hewl û xwendinên xwerû ve çareser nedibûn.”

Ji jiyana bihevre bêpar hatine hiştin

Hevserok Selam Abdula anî ziman ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê xeta sêyem e û wiha domand: “Sîstemeke civakî, siyasî ya alternatîf e. Qada sêyemîn a çareserkirina wan hemû gengeşî, pirsgirêk û aloziyên e ku li herêmê hene. Di aliyê aborî, siyasî, civakî û hwd. ji bo hemû rehendekê û ji bo çareseriya wan hemû pirsgirêkên ku hene, em xwedî proje, têgihîştineke nû û xeyaleke cuda ne. Lewma Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarê mijara ku min behsa wê kir ango ‘Iraqî ji jiyana bihevre bêpar in’.Di nava sîstema Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de her yekeyek otonom e, her yekeyek xwedî xweseriya xwe ye.”

Tevgera Azadî pêşengiya jiyana bihevre dike

Selam Abdula da zanîn ku sîstema dewlet-netewe de yan jî di projeya çêkirina sîstema dewlet-netew de ku netewperestî roleke bingehîn têde dilîze û wiha domand: “Çêkirina dewletê bi rêya netewperestiyê ve di rastiyê de hemû wan cihêrengiyan asîmîle dike û wana diguherîne yek rengî. Ji ber wê ew hişmendî ye, hişmendiyeke bi pirsgirêk e. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê meydan û saheyeke ji bo jiyana bihevre ya rasteqîn, ji bo avakirina têkiliyeke sembiyotîk di nava hawîrdora xwe ye. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê pêşengiya wê dike, Tevgera Azadî wê fikr û xeyalê di xwe de dihewîne. Em di wê baweriyê de ne ku ev xeyale jî çareseriya wan hemû êş û nexweşî û aloziyên li Iraqê ne.”

Abdula anî ziman ku nakokiyên mezhebî, nakokiyên etnîkî li herêmê hene û wiha dawî li axxaftina xwe anî: “Hemû cihêrengiyên heyî mûzayîkek çêkirine. Em hemû di wê hewldanê de ne ku yekîtiya di nava cihêrengiyan de pêş bixin da ku desteke bihêz çêbibe. Ji bo ku karibe di bin barê giran a wan hemû pirsgirêk û aloziyên heyî ku gelên Iraqê bêzar û bê hêvî kiriye û jêre fikar çêkiriye de rabe. Lewre Tevgera Azadî di vê xalê de weke pêwîstiyekê xwe pênase kiriye û em di vê baweriyê de ne ku em alternatîfa rasteqîn a sîstema desthilatdariyê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar