Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Abdullah Ocalan bi xwe aştî ye

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, li qada navneteweyî hewldan dewam dikin.

Ji endamên berê yên Parlamentoya Ewropayê Julie Ward, ji Zanîngeha Westminsterê Prof. Radha D’Souza, seroka Komîsyona Welatiyan a Yekitiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) Kariane Westrheim û Koordînatora Kolektîfa Piştevaniya Kurdan Fazela Mohamed li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

Julie Ward anî ziman ku di dema parlamenteriya xwe de ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan bênavber xebitî û hîn jî karên dîplomatîk bi vê armancê dike û diyar kir ku ji bo vê gelek caran hevdîtin bi CPT re kir.

Ward got, “Em baş zanin ku normên navneteweyî bi ti awayî nayên bicihanîn. J ibo aştiyê, azadiya Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Divê em vê yekê timî bînin ziman. Tecrîdgirtin û girtîhiştina demdirêj a Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd teqez ne ya qebûlkirinê ye. Bi ti awayî li mafên mirovan nayê, li peymanên navneteweyî nayê. Em neçar in ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin, biaxivin û di çarçoveya aştiyê de dengê xwe bilind bikin.”

Piştevaniya nevneteweyî şert e

Profesora hiqûqê ya navneteweyî Radha D’Souza jî destnîşan kir ku misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan ji bo wan karê sereke ye û anî ziman ku ji bo serxistina vê têkoşînê jî pêwîstî bi piştevaniya navneteweyî heye.

Prof. D’Souza got, “Kurdan bi welat û herêmên din re piştevaniyeke hevpar kirin û serketinên mezin afirandin. Kurdan mafdariya têkoşîna xwe hem bi welat û gelên li welatên sêyemîn ên cîhanê hem jî bi welatên destpêkê re parve kirin. Bi saya vê serketina kurdan ji Afrîkaya Başûr heta bi Hindistanê, ji Fîlîpînan heta bi Ewropayê piştgirî ji gelê Kurd tê dayin.”

Ocalan bi xwe aştî ye

Seroka EUTCC Kariane Westrheim jî destnîşan kir ku ew daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd dikin û got, “Abdullah Ocalan bi xwe tê wateya aştiyê. Organîzasyonên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî êdî nikarin Kurdan ji nedîtî ve bên. Kurd êdî gelekî xurt in û dikarin hebûna xwe destnîşan bikin. Gelekî girîng e ku em jî di vê çarçoveyê de tevbigerin û bi pêş ve biçin. Meşa bi plankirî ji bo xurtbûna me ya di meseleya Kurd de gelekî girîng e.”

Ji Afrîkaya Başûr Koordînatora Kolektîfa Piştevaniya Kurdan Fazela Mohoamed jî got, “Em ji dewleta Tirk dixwazin ku ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi Abdullah Ocalan re bike, amade bbe û atmosfereke baweriyê li herêmê biafirîne. Ti têkoşîn bêyî piştevaniya navneteweyî bi ser nakeve. Ji bo li ber rejîmên zordar ên mîna dewleta tirk rabin divê em nîşan bidin ku gelên cîhanê bi gelê Kurd re ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar