Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Îmraliyê dîlgirtî ye, li ser nerazîbûna mezin piştî salekê jinûve bi birayê xwe Mehmet Ocalan re 25’ê Adarê roja Pêncşemê karîbû biaxive. Herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’î de bi axaftina bi telefonê agahî ji Abdullah Ocalan hatibû wergirtin.
Beriya demekê li ser înternertê têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin îdîa hatibûn kirin ku ev yek bû sedema fikaran û çalakiyên şermezarkirinê hatibûn lidarxistin.
Axaftina bi telefonê ya roja pêncşemê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê pêk hat. Lê belê axaftinê tenê çend deqeyan dewam kir. Axaftina bi telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd re hate birîn. Axaftina Hamîlî Yildirim a bi malbata xwe re jî bi heman rengî hate birîn. Girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê red kirin ku bi telefonê biaxivin.
Mehmet Ocalan têkildarî vê axaftina nêzî 5 deqeyan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Mehmet Ocalan diyar kir ku kesek ku xwe wek Midurê Girtîgeha Îmraliyê daye nasîn di 24’ê adarê de saet di 18.00’an de lê geriyaye û wiha got: “Ji min re gotin divê roja 25’ê adarê saet di 13.45’an de biçî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re hevdîtinê bikî. Ez serê sibê çûm Rihayê û di wê saetê de jî çûm Edliya Rihayê. Rayedarên wir jî haya wan ji hevdîtinê hebûn. Piştî 10 deqîqeyan min birin qata jêrê û li odeya ku tenê xebatkarek hebû. Ji min re gotin tu yê li vê odeyê bi kekê xwe re hevdîtinê bikî.”
Abdullah Ocalan: Pir talûke heye
Mehmet Ocalan anî ziman ku telefon lêdaye û bi vekirinê re kekê wî Ocalan jê ev pirs kirine: “Tu çawa hatiyî vir? Kî te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?” Mehmet Ocalan derbarê hevdîtinê de axaftina xwe domand: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
‘Bila kes ji bo min nemire’
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku armanca hatina wî ya hevdîtinê jî yek jê ew bûye ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin e û wiha got: “Serok got ‘Ez naxwazim kes ji bo min di greva birçîbûnê de û di zindanan de bimire. Min vê ya berê jî gotibû, niha dîsa dibêjim. Ne hewceyî vê yekê ye jî. Ev tiştek gelek giran e. Divê hûn vê ya li ber çavan bigirin.’ Em nêzî 4-5 deqîqeyan axivîn. Dengek pir zirav bû. Ez bawer im dengê Serok bû. Serok ji min re got ‘Ev hevdîtinek pir şaş e. Ev ne hevdîtin e.’ Piştî wisa got telefon qût bû.”
Telefon qût bû
Ocalan destnîşan kir ku li ser qûtbûna telefonê ji rayedarên li wir amade bûne re rewşê ragihandiye û wan jî xwestiye ew bisekine û wiha domand: “Pişt re telefonek din jî hat. Yê geriya kesek din bû. Ji min re got divê tu bisekinî û divê ez wir neterikînim. Nêzî 10-15 deqîqeyan sekinîm. Pişt re min got telefon nayê. Min ji rayedarên wir re jî ragihand. Pişt re ji min re gotin ku hevdîtin qediyaye.”
Bang li konseya Ewropayê kir
Mehmet Ocalan bang hem li dewletê kir hem jî li her kesê xwedî bi wijdan kir û wiha got: “Tiştên diqewimin qet nayê qebûlkirin. Di zindanê de mafê însanek ên demokratîk û yasayî hene. Li gorî yasayên Tirkiyeyê ji 15 rojan carek mafê me yê hevdîtinê heye. Me di telefonê de hevdîtin kir. Ew jî 4-5 deqîqe berdewam dike. Her hefte mafê hevdîtina parêzeran heye. Salek e hevdîtin nehatine kirin. Ev li kîjan devera cîhanê heye? Me rûbirû hevdîtin nekiriye. Ev antîdemokratîk e. Ev li gorî hiqûqa tirk jî nayê qebûlkirin. Em ji vir carek din bangî CPT, Konseya Ewropa, parêzvanên mafê mirovan, rewşenbîr, însanên demokrat dikin. Divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev yek nebe rewşek pêkenokî. Heke em welatiyê vir bin, mafê me jî yê yasayî û demokratîk heye. Em dixwazin ev mafên me werin nasîn.” RIHA