Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişyarî da ku Komkujiya Parîsê ya yekemîn karê “Gladioya Nû” ye û meylên bi vî rengî dikarin rû bide û got: “Gladioya nû nayê fêmkirin.” 

Di ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez re 10 sal derbas bûn. Derket holê ku kujer Omer Guney di salekê de 13 caran derbasî Tirkiyeyê bûye û derketiye û têkiliya wî ya bi MÎT’ê re derket holê. Lê belê ji ber biryara nepenîtiyê, ji bilî Guney ê bi MÎT’ê ve girêdayî, kes neketibû nava dosyayê. Lêpirsîna li ser komkujiyê, ku di gulana 2015’an de temam bû, ji ber mirina bi guman ya kujer Guney yê di 17’ê Kanûna 2016’an de, doz hate betalkirin. Doz bi lêpirsîna li ser rola MÎT’ê, ku biryara nepenîtiyê lê dewam dike. 

Dewleta Fransayê tevî bi dehan delîlan jî têkildarî komkujiya ewil rastî aşkere nekir, li paytext Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat. Di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya ya Parîsê de, ku amadekariyên 10’emîn salvegera komkujiya yekemîn lê dihat kirin, endama Komîteya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) û ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Tetîkkêş William M. hate girtin lê bi gotinên “psîkolojiya wî xerabe ye” , “kujerê nijadperest e” ên ji roja ewil ve tên gotin, niyeta ku dê vê komkujiyê jî di tarîtiyê de bihêlin diyar bû.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Sakîne Cansiz ya di 9’ê Çileya 2013’an de hate qetilkirin wiha gotibû “Sûîkasta Sakîneyê ji bo me ji sûîkasta li dijî Welîahtê Avûsturyayê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk hat girantir e.” Bi pêşbîniya Ocalan ya “Dibe ku ji hina û pê ve meylen bi vî rengî hebin” li nava Parîsê piştî 10 salan dîsa sûîkastek pêk hat. Di dema ku nîqaş li ser tê kirin bê ka yên li pişt tetîkêşê komkujiya Parîsê ya duyemîn dikarin werin eşkerekirin an na, nirxandinên Ocalan ên li ser qetilkirina Sakîne Cansiz hê jî rojane ne.

‘Ha em kuştine ha Sakîne’

Rêberê PKK’ê diyar kir ku ‘Gladyoya Nû’ nayê fêhmkirin û di hevdîtina 23’yê sibata 2013’an de got: “Bûyera Sakîne teredûteke mezin li min kir. Sakîne li Ewropayê temsîla aştiyê dikir. Hê jî komkujî nehatiye ronîkirin. Ha em kuşti ne ha Sakîne. Bûyereka pir tarî ye. Darbe hê jî dewam dike.”

‘Wan carekê li we da hûn deh caran li wan bidin’

Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de hişyarî da ku êrişên bi heman rengî dikarin berdewam bikin û got: “Careke din neçin cihekî ku we xweparastina xwe lê amade nekirine. Dema carekê li we dan, heke hûn nikarin deh caran li wan bidin neçin. Baweriya xwe bi dewletê neyînin. Hûn dizanin du caran li Ahmet Turk xistin; carekê li Samsûnê carekê li Îzmîrê. Tişta li Sakîneyê hatiye kirin dibe ku li me hemûyan were kirin.”

tundiya li ser tirk bûn û kurd bûn ê

Abdullah Ocalan, di hevdîtina 24’ê Hezîrana 2013’an de diyar kir ku di navbera kurd û tirkan de du sed sal in heta bigihe qirkirinê têkiliyeke civakî ya li ser bingeha tundiyê hatiye avakirin û got: “Piştî sala 1990’î jî JÎTEM û yên mîna wê, li ser navê tirkbûyînê tahrîbateke mezin kirin. Wisa dixuye ku ev du sed sal in li ser navê tirkbûn û kurdbûnê bi wekîltiyê tundî tê avakirin. Di vê mijarê da roleke mezin ya Îngîlîzan heye. Baransû, Emre wan wiha nivîsand, “Heke 22 kadroyên PKK’ê bên kuştin.” Wan bi Sakîneyê dest pê kir. Hilweşandina salên 90’î fûryayeke mîna van bû. Xwestin Kurdistaneke bê kurd biafirînin. Ev nahêlin tirk jî aştiyê pêk bînin. Dixwazin aştiyeke sexte pêk bînin ku me ber bi pevçûnê ve bibe.”

Peyam ev e; PKK’e wiha dikare bê çareserkir in 

Rêberê PKK’ê di hevdîtina 11’ê çileya 2014’an de diyar kir ku qûrbanên dawî yên “Gladioya nû” Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez in û wiha got: “Peyam ji me re ye, peyam ev e: PKK bi vî rengî dikare çareser bibe! Darbeya 9’ê çileyê darbeyeke ji bo qedandina pêvajoyê ye. Komkujiyên li Madimak, Başbaglar û komkujiyên bi heman rengî, encama perspektîfa ji aliyê CIA ve hatiye dayîn e, polîtîkaya tepisandinê ye.”

‘Ji bo min sedemê şer bû’

Abdûllah Ocalan, anî ziman ku Komkujiya Parîsê ne sûîkasteke ji rêzê ye û di hevdîtina di salvegera komkujiyê ya duyemîn de di 9’ê çileya 2015’an de wiha got: “Pir plankirî bû. Ji bo min sedema şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji bo me ji sûîkasta li dijî Welîahtê Avûsturyayê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk hat girantir e. Di van şert û mercan de ji bilî min tu kesî nikaribû ji wî şerî xelas bibûya. Ji ber ku min ev hemû dîtin, tevî ku giran jî bû, min karê ku li vir dimeşînim dewam kir. Di nava tirs û gumanên giran ên hevalên min de, dema MÎT di bin gumaneke giran de bû, min ev hevdîtin kirin. Dibe ku piştî vê meylên bi vî rengî hebin. Ya girîng ew e ku rêbaza xebatê rast bê tesbîtkirin û bi awayekî cidî nêzîkbibin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar