Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Abdullah Ocalan: Hefteyek besê min e

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku bi tespîta “AKP bibe otorîte wê xwe biqedîne” îşaretî van rojan dikir û di nav van 8 salan de hem mafdariya wî xwe nîşan da hem jî hêza wî ya çareseriyê mezin bû.

Di salên 2011 û 2012’an de ku şer gur bûbû. Girtiyên PKK û PAJK’ê di salvegera darbeya 12’ê Îlonê de roja 12’ê îlona 2012’yan bi awayekî lezgîn ji bo azadî, tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîsoger bibe û dawî li sepanên înkarê û nijadperestî yên li ser zimanê kurdî ango zimanê zikmakî bê anîn ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine. Piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a di 17’ê Mijdara 2012’an de li Girava Îmraliyê, li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18’ê mijdara 2012’an de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû. Girtiyan li ser banga Abdullah Ocalan, girtiyan diyar kir ku “Çalakî gihiştin armanca xwe” û çalakiya xwe bi dawî kirin û gotin, “Em Rêbertiya xwe ji xwe re esas digirin û dawî li çalakiya xwe tînin.”

Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê ya wê demê Ayla Akat Ata di 3’ê çileya 2013’an de di bin navê “çareseriyê” de çûn Girava Îmarliyê û li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin bû destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya ku heta 5’ê nîsana 2015’an berdewam kir. Hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê yanî ku diçe cem Abdullah Ocalan herî dawî di 5’ê nîsana 2015’an de li gel wî hevdîtin kir. Bi ser vê hevdîtinê û îşareta ku AKP’ê şer nîşan dida re 8 sal derbas bûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di nava 8 salan de li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd helwest negirt, tevî hemû hewldanên aştiyê yên Ocalan jî bi polîtîkayên şer ên ku dimeşîne gelên Tirkiye û Kurdistanê xistiye nava pêvajoyên aloziyê.

Mafdariya Abdullah Ocalan

Li gel hişyariyên Abdullah Ocalan ên “Eger demokratîkbûn pêş nekeve wê darbe bikeve dewrê” û “Eger AKP faşîzmê ferz bike, gerîla jî wê şerê rast bide destpêkirin” AKP’ê li kodên şer xwe vegerand. Bi hezaran kes di şer de jiyana xwe ji dest dane. Polîtîkayên îktîdarê yên piştî 5’ê nîsanê ku hevdîtin hatin qutkirin, careke din Abdullah Ocalan li pêşberî dîrokê îspat kir. Di 8 salên ku tecrîd giran li Îmraliyê dest pê kiriye li ser hemû gelên Tirkiyeyê belav bû, li welat di siyaseta hundir û derve de hilweşîn çêbû, li gelek qadan jî krîz kûrtir bûn.

Pêvajoya ber bi 5’ê nîsanê ve hat

Nîşaneyên ku 5’ê nîsanê hevdîtina dawî ye, di adara 2015’an de derket holê ku serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan pêşî li dijî Komîteya Şopandinê ya ku şert û mercên dewamkirina pêvajoyê bû û piştre jî li dijî Peymana Dolmabahçeyê, Pakêta Ewlekariya Hundirîn a ku muzakere kir hedef, derketibû holê. Pêvajo derket holê û bi anîna mijarê re israra rejîma Erdogan a di xitimandinê de derket holê.

‘Heke faşîzmê ferz bikin, wê şer dest pê bike’

Abdullah Ocalan anî ziman ku AKP’ê dixwaze Destûra Bingehîn a hegemonîk derxîne holê û destnîşan kir ku ev feraseta wê demê wê pêşî li AKP’ê bigire û ev nirxandin kir: “Ev qanûn li ser provokasyonê hatiye avakirin. 6-7’ê cotmehê bi xwe provokasyonek bû. Qanûnên li ser provokasyonê tenê pirsgirêkê mezintir dike. Li derve be yan nebe, ji min re mirî ye. Ya ku ji bo min girîng e Destûra Bingehîn e. Ev Qanûna Ewlekariyê tiştek çareser nake. Tedbîrên ewlehiyê, qanûna ewlehiyê jî di nav de, bêkêr in. Heke Qanûna Ewlekariyê were derxistin dê herî zêde zirarê bide wan. Heke AKP bixwaze bibe otorîter wê xwe biqedîne. Heke AKP ne rast be, vê carê gerîla wê dest bi şerekî rast bike. Ne lihevkirin, ne çareserî, ne aştî, heke faşîzmê ferz bike wê şer dest pê bike.”

‘Dibe ku ev bibe hevdîtina dawî’

“Qanûna Ewlehiyê” ya di 27’ê adarê de li Meclisê hatibû qebûlkirin û beriya hevdîtina dawî ya bi Heyeta Îmraliyê re rojek di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê. Abdullah Ocalan ku bi redkirina Peymana Dolmabahçeyê ya 10 xalî ya ji aliyê Erdogan ve hatibû kirin, dê îktidarê pêvajoya ku di çarçoveya “çareseriyê” de tê meşandin biqedîne. Wekî ku Abdullah Ocalan digot, Heyeta Îmraliyê careke din neçû giravê.

Ji ber ku maseya muzakereyê ji aliyê AKP’ê ve ji bo pêvajoya ber bi rejîma yek zilamî ve bibe hat qelibandin û pêvajoyê kir qurbanê rejîma xwe. Li dijî kurdan tifaqên hundir û derve hatin pêşxistin, mekanîzmayên şer û darbeyê xistin meriyetê. Daxuyaniya Cîgirê Serokwezîrê wê demê Bulent Arinç di 3’yê hezîrana 2015’an de dabû û gotibû, “Heke AK Partî ji desthilatdariyê derkeve, yên ku dibêjin ‘kê bibe dewsa wê’ û yên ku bi me re dilîzin; heke AK Partî nebe çareserî nabe.” Arinç bi kurtî diyar kiribû ku pêvajo çawa lê were û bikin qurbanê şer.

AKP bi têkçûna xwe şer da destpêkirin

Tevî ku AKP’ê li bendê bû ku HDP bi namzetên serbixwe bikeve hilbijartinê jî, Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku HDP bi navê xwe biçe hilbijartinê. Li gel daxuyaniyên AKP’ê yên “HDP wê bikeve binê bendê” jî HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13’ê dengan stendibû û nehişt ku AKP bi serê xwe bibe desthilatdar. Rojek piştî hilbijartinê Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan ku HDP’ê berpirsyarê têkçûna AKP’ê nîşan da got, “Ji niha û pê ve wê tenê fîlmê pêvajoya çareseriyê çêbikin.”

‘Hefteyek besê min e’

Ligel ku îktidarê tecrîd kûrtir kir û şer bi rêjeyek rasterast kûrtir kir jî, Rêberê PKK’ê di hevdîtina ku 4 sal şûnde bi parêzerên xwe re kir de israra xwe ya çareseriyê anî ziman û wiha got: “Ez dibêjim ez ê îhtîmala şer ji holê rakim. Hefteyek besî min e, ez ê çareser bikim, ez ji xwe bawer im, ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê hem dewlet û hem jî mêjiyê dewletê tişta pêwîst bike.”

 ‘Dewlet şaşîtiyê dike’

Abdullah Ocalan ê ku ev du sal in tu agahî jê nayê girtin. Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtin kiribû. Ocalan ji ber fikarên xwe anîbû ziman û bertekên tund nîşanî hevdîtina bi telefonê da û hevdîtin çar pênc deqîqe dom kiribû û piştre telefon ji nişkeve hat qutkirin. Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de ku hate qutkirin, bal kişand ser şert û mercên heyî yên li welat û hişyariya, “Dewlet bir ola xelet radibe.”

Hêza çareseriyê ya Îmraliyê

Gotina Abdullah Ocalan a 8 sal berê ya “Eger AKP otorîter bibe wê xwe biqedîne” rewşa heyî ya desthilatdariyê ya îro bi kurtasî tîne ziman. Lê belê gelên Tirkiye û Kurdistanê yên ku hê jî beriya hilbijartinê li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber xwe didin, li qadên Newrozê careke din îşaretî hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar