Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Abdullah Ocalan ji bo mirovan tîrêjên hêviyê ye’

Endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê û parêzerê Nelson Mandela Kîsten Govender diyar kir ku heke hevdîtina Mandela bi Rêber Apo re pêk bihata wê Mandela bibûya aktorek pir bibandor û wiha axivî: “Abdullah Ocalan ji bo mirovan tîrêjên hêviyê ye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di sala 1999’an de ji bo bi Serokomarê Afrîqaya Başûr Nelson Mandela re hevdîtinê bike berê xwe da parzemîna Afrîqayê. Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê komploya navdewletî pêk anîn û Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Bi vê komployê nehiştin ku Rêber Apo û Nelson Mandela bên cem hev. Endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê û parêzerê Nelson Mandela Kîsten Govender derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo têmeşandin û hevdîtina ku bi Mandela re bihata kirin de agahiyên girîng da.

Govender komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji aliyê îstîxbarata Îsraîl MOSSAD û tirkan li dema Kenyayê ku li ser vexwendina Mandela dê biçûya Afrîqaya Başûr bi bîr xist û got, “Ev rewşeke gelekî xemgîn e” û wiha domand: “Heke hevdîtina Mandela bi Abdullah Ocalan re pêk bihata, di pirsgirêka kurd de Afrîqaya Başûr dikaribû bibûya aktorek pir bibandor. Afrîqaya Başûr bi ezmûna xwe ya li hemberî berxwedana apartheidê jiyabû, dikaribû li hember van pêkhatiyan jî rawestiya, tiştek nû ava bikira  û lê zêde bikira. Ev firsendeke dîrokî bû ji dest me çû.”

Parêzer Govender bal kişand ser şibandina navbera Mandela yê ku 27 sal an li Girava Rebbon girtî ma û Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û ev tişt anî ziman: “Ev rastî ye hebûna wan bi awayekî sembolik dişibîne hev didomîne û ji bo mirovan tîrêjek hêviyê ye ku gel jî bi vê fikrê ve girêdayî ye.”

Govender gotina Nelson Mandela ya navdar a “heke Filistîn ne azad be, Afrîqaya Başûr û cîhan qet ne azad e!” bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger ku Mandela bi Abdullah Ocalan re hev binasiyan, wê bigota ger ku Kurdistan ne azad be, Afrîqaya Başûr û cîhan qet ne azad e.”

Di berdewama axaftina xwe de Govender diyar ku çawa ji Abdullah Ocalan agahî nayê stendin, bûye şahîdê  rewşa Mandela jî ku eynî tişt jiya bû û wiha pê de çû: “Mandela serokê gelê bindest bû. Di vê demê de dikaribû hindikahiyên spî ya bi hejmara qasî 2 milyonan bû û hejmara reş an jî bi qasî 30 milyonan bû bidest bixista, lê ev nekir. Leşkerên wan hebûn, çek û fîşekên wan û derfetên wan hebûn û desthilatdarî di dest gel de bû. Dema ku Mandela ji ber xiyanetê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ma, dadger zanibû ku ew û 8 hevalên xwe nikarin bi cezayê darvekirinê re Mandela rû bi rû bihêle. Ev dibû sedema pirsgirêkan. Ji ber vê yekê zexta li ser hindikahiyan, ji bo rûbirûbûna hêza piraniyê herdem hikûmetê neçar dihêle ku hişyar be û li gorî welatên din hin tawîzan bide û qanûnan derbixîn e, da ku wî gelî di rêza duyemîn de bike xwedî maf.”

Govender diyar kir ku cudahî di navbera rewşa Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û Mandela ê ku li Greva Robben hatibû ragirtin de heye û axaftina xwe wiha qedand: “Mandela mehê carekê hevjîna xwe didît, mehê carekê bi parêzerên xwe re hevdîtin dikir û name dişand. Ev cudahîbûn hebû. Ev mafekî mîrovî ya navnetewî ye û ji dest mirovan nayê girtin. Ji ber vê ji bo hîn mafên zêde tekoşiyan. Lê ev bi gelek heval û girtiyên din re bi rêxistin bûn. Bi kurtasî li grava Robbenê dan û setendineke wan ya rêxistinî hebû. Rewşa Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê pêkhatiyên li Greva Robbenê gelekî derbas dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar