Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Abdullah Ocalan: Ji nû ve sazkirina HDP û BDP’ê ferz e

Rexneyên piştî hilbijartinan hatin kirin, nirxandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo HDP’ê carek din anî rojevê. Abdullah Ocalan diyar dike ku HDP ‘Partiya Demokratîk a Sosyalîst e’ û wiha dibêje: “HDP tevgereke ekolojist, demokratîk û femînîst e. Niha hewl didin HDP’ê bifetisînin. Divê hûn rêxistinbûna rast, kontrola rast bikin. Ev kar û bar bi têkiliyên ahbap çawişiyê nameşe.”

Hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê pêk hatin û piştî hilbiajrtinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  der barê pêvajoya nû de bi endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK), Meclisa Partiyê (PM), Meclisa Jinan, Ciwanan, hevserokên navend û navçeyan re hevdîtin kirin. Di van civînan de rexne û xwerexnedayîn hatin kirin, kêmasî û qelsî hatin rojevê.

Di encama nîqaşên hatin kirin de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên der barê HDP’ê de derketin holê.  Me ji sernavên ‘siyaset azad nebe qadên jiyanê azad nabin’, ‘Siyaset pêşî dîtine’, ‘AKP otorîter bibe wê xwe biqedîne’ yên Abdullah Oalan nirxandinên der barê HDP’ê de berhev kirin.

Siyaset azad nebe jiyan azad nabe

Abdullah Ocalan di 9’ê Adara 2014’an de diyar dike ku BDP û HDP pir teng nêzî bûyeran dibe û wiha dibêje: “12’ê îlonê û gladiyoyan hûn pasîfîze kirine. Em di van êrîşan de jî dibînin. Hûn min guhdar nakin. We hêza parastina cewherî fêm nekir. Hûn hatin çewistandin. Min di Newrozê de banga dîrokî kir, wê serokwezîr tiştên ferz  pêk bîne. Rewşa em têdene înkarkirin e. Ez vê terzê qebûl nakim. Min feraseta dewletê ya zanistî danî holê . Divê dewlet jî vê fêm bike. Ji bo bixwazin ji bedena teng xilas bibin HDP ferz e. Dermanê darbeyê ye, wekê din ji darbeyê derketin ne pêkan e. Ji nû ve sazkirina HDP û BDP’ê ferz e. Hûn vê bikin hûnê bigihêjin ji sedî 15’an.”

Siyaset pêşîdîtine

Abdullah Ocalan di 14’ê Tebaxa 2014’an de jî diyar dike ku siyaseta Tirkiyeyê di taritiyê de ye û wiha dibêje: “Ez siyaseta demokratîk bê amadekarî dibînim. Divê hûn hîn bêtir encamê bigirin. Bi we re ev kêm e. Dewlet jî di vê mijarê de qels e. Dikevin nav dewletê jî. Heta dikevin saziyên îstîxbaratê. Ev belavbûn bi me hemûyan re heye. Dixwazin em nêzîkatiyên bêciddiyet yên AKP’ê veşêrin. Ji bo vê heyete bi kar tînin. Dişînin ser me. Ez girîngiyê didim heyeta dewletê.

Wê Tirkiyeyê bikşînin karasetê

Niha HDP hatiye nokteyek krîtîk. Hûn neçarin vê mezin bikin. Min di serî de gotibû hûn nikaribin tiştekî bikin jî 50 ciwan bibinin bila her tiştê xwe bidin ser van. Min got hûn vê pêk bînin ez her tiştî çarser dikim. Hûn jî wek parçeyên muzakerê pisgirêkên aborî, çandî çarser bikin. Hûn vê bikin hûnê pêşî li helwestên dijdemokratîk yên Erdogan bigirin.  Cih ji xeydandinê re û ji şaşiyan re nemaye.  Ji wan re bêjin: Ev mijar çareser bibe wê terora li kolanan terora li hember jinan jî biqede. An jî wê Tirkiyeyê bikşînin nav karasetê.

AKP otorîter bibe wê xwe biqedîne

Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2015’an de nirxandin û rexneyên dike îro jî rojevîbûna xwe diparêzin. Abdulah Ocalan balê dikşîne ser gotinên Erdogan ên ‘Tirkiyeyek nû’ û wiha dibêje: “Duyemîn endamê Tirkiyeya nû ez im. Ya duyem statuya demokratîk e. Mirov bê civak nabin.  Karekterê neteweyî yê hemû gelan heye. Kurd gelên herî kev in. Qewmê herî kevn e. Em dixwazin vî gelî bigihînin statuya demokratîk. Statuya demokratîk ne dewleteke, statuya nasnameyê ye. Netew-dewlet faşizm e. Li Tirkiyeyê nasnameyên cuda hene. Baweriyên cuda hene. Hûn nikarin her kesî bikin yek nasname. Înkarkirina cudahiyan tê wateya înkarkirina gerdûnê. MHP wisa dike. Em naxwazin her kes bibe yek tîp. Tiştek wisa ne pêkane. Teoriya me ev e. Çarseriya min ev e. Divê her kes wekhev bê dîtin. Çareserî ev e. Vê ji AKP’ê re vebêjin.”

Projeya HDP’ê

Abdullah Ocalan di hevdîtinên salên 2014-2015’an de diyar dike ku HDP tevgerek sosyalîst û demokratîk e û wiha dibêje: “Ji bo me hemûyan rêxistin hevpar pêwist e. Em ji salên 70’yî heta niha vê dixwazin. Rêxistinên netewperest ev her tim asteng kirin. HDK-HDP projeyek rast e. Lê  qada meclisê teng dimîne. Her kesî nahewîne. Dikare kongreyek awarte ya HDP’ê bê kirin. Ji nû ve xwe rêxistin bikin.”

Feraseta pergala demokratîk

Abdullah Ocalan baldikşîne ser nîqaşên hevserokatiyê û wiha dibêje: “Bila bixwe bawer bin. Bila kes nekeve pey bayê şovenîzma partiyê. Divê bê hestiyarî tune be. Her kes bixebite. Her kesî tev li xebata pergala demorkatîk bikin.

Abdullah Ocalan bal dikşîne ser rola pêşeng a jinê û diyar dike ku divê jin rola xwe bînin cih û wiha didomîne: “ Gelek jin hene. Meclisên jinan hene. Jin ji zîhniyeta mêr hatin durxistin. Kadroyên we têr dikin. Tecrûbeya we heye. Divê jin di civakê de cihê xwe bibîne. Divê kes ji jinan netirse. Jin alava veguhertina civakî ye. Divê HDP bibe partiya gelan. HDP dikare bibe ‘Partiya Kongreya Demokratîk’. ”

Partiyê xurt bikin

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku divê HDP bê xurtkirin û divê bi ciwanan bê dewlemendkirin, partî bê xurtkirin. Abdullah Ocalan da zanîn ku divê her kes di vê mijarê de cidî tevbigere. Abdullah Ocalan baldikşîne ser girîngiya hevkariya tirk û kurd û wiha dibêje: “Ji bo kurdbûnê xizmeta herî baş bi du rewşenbîrên tirk re be jî hevkar bûn girîng e. Welatîbûna xurt esas bigirin û bixebitin. Ermenî, suryanî, jin, femînîst jî dikarin di vî warî de xwe rêxistin bikin. Divê HDP bibe navenda hemû aliyên civakî.”

 ‘Em hewl didin çepa belav bûye kom bikin’

Abdullah Ocalan destnîşan dike ku HDP partiya sosyalîzma demokratîk e û wiha dibê: “Bila kes vê qadê ji xwe re wek qad bikar neyne. HDP partiya girseyane. Partiya sosyalîzma demokratîkbûnê ye.  Em helw didin Çep a li Tirkiyeyê parçe bûye berhev bikin. Em ê neyên listika tu kesî. Mafê tu kesî tune ye me bi kar bînin. HDP tevgera demokratîk a azad e. Ronahiya demokrasiyê ye. Wê her kes cidî be. Em ê welatîbûnê ji nû ve bidin nasîn.  Em ê ji dewletê re nebin kul, em ê welatîbûna azad biafirînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar