Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de heman biryara darvekirinê ya der barê wî de jî hatiye dayîn ne tesadûfî ye û got: “Qirkirina li dijî kurdan di sala 1925’an de dest pê kir.”   

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Girava Îmraliyê ya Bûrsayê dest bi tecrîdkirina wî hat kirin. 29’ê Hezîrana 1999’an der barê Ocalan de biryara darvekirinê hat dayîn. Ev biryara der barê Ocalan de roja darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên xwe ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatibûn darvekirin, hat dayîn. Bi ser vê biryara darvekirina bo Ocalan re 25 sal derbas bûn. Piştî 74 salan di salvegera darvekirina Şêx Seîd de ku cezayê li Ocalan hat birîn, carek din hat dîtin ku polîtîkaya qirkirin û darvekirinê ya der barê kurdan de nehatiye guhertin.

Abdullah Ocalan piştre biryara der barê xwe de bi berfirehî nirxand û ji bo vê biryara der barê xwe de her tim bal kişand ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî. Abdullah Ocalan di pirtûka xwe “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” de biryara darvekirinê wek, “ev biryara darvekirinê parçeyek çerxa dîrokê û polîtîkayek sîstematîk a li dijî gelê kurd e” nirxandiye. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku dîroka darvekirina Şêx Seîd û biryara der barê wî de hatiye dayîn ku rastî heman rojê hatiye ne tesadûfî ye. Abdullah Ocalan Îsyana Şêx Seîd wek, “Destpêkirina qirkirina siyasî ya l dijî kurdan” pênase kir.

Ocalan di hevdîtinen xwe yên bi parêzeren xwe re dibêje, “24’ê Nîsana 1915’an ji bo ermeniyan tê çi maneyê, ji bo kurdan jî 15’ê Sibata 1925’an (destpêkirina dîroka Îsyana Şêx Seîd) tê heman maneyê” û wiha got: “Ez 15’ê Sibatê ji bo kurdan roja qirkirina li dijî kurdan radigihînim. Li aliyekî li parçeyê mezin ê Kurdistanê yanî kurdên bakur bi giştî tên îmhakirin, li aliyekî jî tê xwest li Başûr hêzek were avakirin. Yanî li aliyekî planên îmhakirinê dixin meriyetê û li aliyekî jî li Başûr dixwazin hêzek bilind bikin û heta roja îro tînin. Plan û stratejiya wan a ji 1925’an heta îro tê sepandin ev e. Di 10’ê Adara 1922’yan de têkildarî kurdan qanûnek xweseriyê tê derxistin lê belê ev tê veşartin û qet nayê sepandin. Destûra bingehîn a sala 1921’an jî girîng e û destûrek bingehîn a demokratîk e. Lê belê piştre li dijî kurdan bi komploya di 1925’an de ev qanûn qet nayên sepandin.”

Ocalan anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkar û îmhayê ya li dijî kurdan ji avakirina komarê ve berdewam dike û wiha got: “Ji salên 1950’î vir ve yanî di van 60 salên dawî de heta qirikê Gladioya NATO’yê ket rewşa xitimandinê. Lê niha hatiye wê xalê ku hebûna kurdan bê qebûlkirin. Em dikarin bêjin di encama têkoşîna hatiye kirin de êdî feraseta dewletê hatiye guhertin. Li vir bi alîkariya hewldanên min îmha û înkara kurdan hat rawestandin. Hebûna kurdan tê qebûlkirin. Divê êdî heyama çareseriyê li pêş bikeve. Helbet wisa ne hêsan e dest ji ferasetek 80-90 salî bê berdan. Em jî dixwazin ji vê polîtîkaya înkar û îmhayê rizgar bibin. Ev guhertina feraseta dewletê ne hêsan e. Ji bo meriv ji vê ferasetê fam bike divê meriv li herikîna dîrokê binêre. Min berê jî dîroka 15’ê Sibata 1925’an destpêkirina qirkirina li dijî kurdan ragihandibû. Bi heman awayî dîroka 29’ê Hezîranê darvekirina Şêx Seîd û dîroka cezadayîna darvekirina min heman roj e, ev yek ne tesadûfî ye. Heta ku meriv ji van fam neke, ne mimkun e meriv ji pirsgirêka kurd fam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar