Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Abdullah Ocalan: Şerê şoreşgerî yê gel ê piştî salên 1990’î polîtîkayên li ser Kurdistanê pûç kiribû

Ne şaş bû ku PKK hê dema di qonaxa kombûnê de bi rengê ‘netewparêz’an were nirxandin. ‘Rizgarîxwazên Neteweyî’, ‘Artêşa Rizgariya Neteweyî’ jî eynî mane destnîşan dikir û rastiya ku dihat xwestin temsîla wê were kirin, vedigot

Yek ji encama girîng a şerê şoreşgerî yê gel a bi pêşengiya PKK’ê ew e ku rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekiriye. Rastiya neteweya demokratîk di avabûna îdeolojîk a PKK’ê de bi rengekî zelal nehatiye diyarkirin û bernameya wê nehatiye kirin. Têgîna neteweyî ya serwerî îdeolojiya wê guhartoya sosyalîzma reel e.

Jê girîngtir dema ku netew tê gotin hişmendiyeke yekreng û mutleq heye; ew jî netewdewletiya Hegel e. Li derî vê têgînê û rastiyê rasteqîniyeke din a netewî nayê fikirandin. Bêguman di vê de jî şîroveya hişmendiya sosyalîzma zanistî ya Marksîst a Hegelî esas tê dîtin. Dema Marks û Engels dema ku netew dihate gotin tişta ku pêşî dihat hişê mirov ew bû ku bendên feodal bêne rakirin, bi çarçoweya sînorên yekitiya çand-zimanî ve, bi destê dewleteke ku bûyî navendî avakirina civakeke neteweyî. Bi vî rengî netew-dewlet weke rastiyeke tekane û mutleq dihat şîrovekirin. Netew-dewlet têgîna kategorîk a sereke ya felsefeya Hegel e. Rawestgeha herî dawî ya geşedana civakî û bidirûvbûna dewletê ye. Pêkhatina vê ya bi pêşengiya burjuvayê yan jî proleteryayê, gewherê yekreng û mutleq ê têgînê naguherîne. Dema ku netew tê gotin diyardeya pêşî ku bi bîra mirov tê, netewdewlet e. Heke Marksîzm heq ji modernîteya kapîtalîst derneketibe û ji hêla wê ve hatibe asîmîlekirin, di bin vê de hişmendiya netew-dewlet heye. Piştî ku netew-dewlet weke formeke sereke ya civakî hat qebûlkirin (Sala 1871’an ragihanda netew dewletê ya Almanya bi rengekî aşkera tê destekkirin), ya mayî ew bû ku proleterya vekişe nav sînorên xwe, bikeve bin ximzeta netew-dewleta xwe, di ber vê de jî bi hin heqên aborî û sosyal hebûna xwe bidomîne. Ya ku qedera sosyalîzma reel ji beriya sed û pêncî salî diyar kirî jî ev qebûlkirin e. Di serî de ceribandinên Yekitiya Sowyetan û ceribandina Çînê, li dawiyê ragihandina serfiraziyê ya bi çarçoweya her netew-dewletê ya hêmanên modernîteya kapîtalîst jî, têkiliya vê têgîn û rastiyê ya bi kapîtalîzmê re çespandiye. Veguherîna sosyalîzma reel ji navxwe ve ya bi ser kapîtalîzmê ve, mirov nikare bi rengekî din şîrove bike.

Netew dewlet çi qasî diyardeyeke sosyalîs e?

Di tecrûbeya şerê şoreşgerî yê gel de PKK herî pir ji ber nêzîktêdayîna sosyalîzma reel li ser mijara netew-dewletiyê tengijî. Rastiya kontrgerîla ya netew-dewleta ku li dijî wê şer dikir, li ser mijara mane û armanca şerê şoreşgerî rê li dudiliyan vekir. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê, li bara rastiya netew-dewletiyê her ku çû zor lê bû. Rastiya hîmê krîza ku ji salên 1995’an û wir ve derketî holê ev bû. Netew-dewlet çendî diyardeyeke sosyalîst e û çi qasî dikare were pêkanîn? Li gorî bersiva li van du pirsên sereke yan krîzê wê rê li tasfiyeye vekira yan jî wê bi çareyeke netewî ya demokratîk biencam bibûya.  Di vê mijarê de têgîna kilîd a derketina ji krîza îdeolojîk, bû têgîna neteweya demokratîk.

Ne şaş bû ku PKK di serî de weke ‘netewparêz’an were nirxandin

Ne şaş bû ku PKK hê dema di qonaxa kombûnê de bi rengê ‘netewparêz’an were nirxandin. ‘Rizgarîxwazên Neteweyî’, ‘Artêşa Rizgariya Neteweyî’ jî eynî mane destnîşan dikir û rastiya ku dihat xwestin temsîla wê were kirin vedigot. Propagandaya dema îdeolojîk bi esasî analîza realîteya neteweyî ya kurd dida ber xwe. Sedema ku em naxwazin weke milliyetgiriyê were şîrovekirin dilsoziya me ya hişk a bi Enternasyonala Sosyalîst e. Lê em ji realtiya neteweyî jî qut nedibûn. Ji ber vê dema ku mirov ji neteweyita têgînî dişemiye ser netewgiriyê, talokeyeke wiha dianî mirov bişibe milliytegiririya bi hedefa dewletê, îdeolojiyên netewparêz. Her wiha di qonaxa îdeolojîk de em ne bi wê behremendiyê bûn ku vê veqetandina zirav deynin.  Piştî ku Pêngava 1984’an bi asta neteweyî geş bû û rê li ber şertên şerê şoreşgerî yê neteweyî vekir, kir ku em bi rengekî jêneger bi têgînên desthilat û netew-dewletê re hevrû bibin. Me şer bi hêzên gel dikir. Tu divê bila feoal û tu divê bila burjuva bin, di navbera me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Bi asta neteweyî geşbûna me têgîna şerê şoreşgerî yê gel bêkêr nedikir. Li şûna netewparêziya burjuvayê têgîna netewperweriya gel hêdî hêdî geş dibû. Bi çarçoweya van geşedanan dema ku mirov li tevahiya Kurdistanê binêre, mirov dikare van diyarkirinan bibîne:

Berxwedana gerîla ku ala 1961’an dest pê kirî

a-Li Kurdistana Iraqê, serê sedsala 20’an naxasim piştî parçebûna Kurdistanê ya salên 1920’an, li ser tebeya rajor hin tevger çêbûbûn ku mirov dikare jê re milliyetgiriya hoveber bibêje. Ji ber sedema ku tevger ji çarçoweya rewşenbîrî ya berteng bihurîbû û bûbû xwedî xisletekî girseyî milliyetgirî wê geş bibûya. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ragihandina PDK’ê di rêya milliyetgiriya modern de gaveke girîng e. Komara Mahabadê weke ceribandina pêşî ya millî balê dikişine. Li Kurdistana Iraqê sala 1961’an destpêkirina şerê gerîla li tevahiya Kurdistanê hîsa millî şiyar kir û geş kir. Li gel têkçûna tevgerê û ji ber nakokiyên navxwe li gel parçebûnê jî, geşedan bi wesfê federe jî be zora desthilata neteweyî ya kurd, dewletoka neteweyî kir. Netew-dewletoka kurd a federe a bi desteka emperyalîzmê û siyonîzmê bi kêmanî bi qasî netew-dewletiya Israîlê ya li Filistanê weke modelekê kirin dewrê. Ev mijar têra xwe girîng e.

Netewdewleta tirk, a rast bi rengê dewletê teşebûna şoreşa komarê ji sala 1923’an, a rast piştî 1925’an çawa ku bi rengê netew-dewletê biryar li ser hat dayîn wek Proto-Israîlê lê tê fikirandin (Li ser vê mijarê hewceyî bi lêkolînên berfireh heye), hinekî dereng jî mabe, piştî salên 1945’an, bi pêşengiya PDK’ê jî biryara modêla Proto Israîl a Kurd heye. Ferqa di navbera wan de ferqa zemên û xasetên millî yên hêzan e. Ango ji bo Israîla misteqbal hewceyî bi avakirina netewdewletên tirk û kurd ên Proto-Israîlê yên pêbawer heye. Netew-dewleta tirk a Proto Israîl ya ku bi CHP’ê teheqqûk kirin, li nav kurdan jî bi destê PDK’ê netew-dewleta proto-kurd tê pêkanîn.

Di desteka NATO’yê şerê gladîo yê dijî PKK’ê

Ji bo ku Herêma Federal a Kurd şîrove bikim min bal kişand ser vê mijarê ku lê difikirim piştre bi berfirehî li ser bisekinim ku Herêma Federal a Kurd ji salên 1990’î û wir ve bi çarçoweya Şerê Kendavê yê Yekemîn û Duyemîn ket dewrê. Yek ji armanca sereke ya Şerê Kendavê yê pêşî ku salên 1990’î dest pê kirî ew bû ku di wê rêyê de ya bi ber bi netew-dewletiya kurd de gav were avêtin. Heke em vê diyardeyê ku piştî salên 1990’î bi çarçoweya Şerê Kendavê li Rojhilata Navîn hatî destpêkirin weke rengê girîng ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bibînin, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî netew-dewleta tirk a mînîmal a Proto-Israîlê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Dewleta Israîlê ya rastîn û bi rengê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn weke amûra sereke ya ewlehiyê ya dewleta Israîlê netew-dewleta kurd a Proto-Israîl tê avakirin.

Ji ber vê piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst (DYE û hêzên YE’yê, Japonya û hwd.) netew-dewletoka kurd a li herêmê bi desteka Israîl û netew-dewleta tirk weke alternatîf deynin. Piştî salên 1990’î şerê dijî PKK’ê yê Gladîo yê bi desteka NATO’yê vê rastiyê bi rengekî aşkera piştrast dike. Li dijî netewperweriya gel ku alternatîfa şerê şoreşgerî yê gel ê PKK’ê li Kurdistanê rê lê vekirî, bi netew-dewletiyê tevdîrê distînin, hewl didin ku pûç û tasfiye bikin. Li gel hemû kêmasî û şaşiyên xwe şerê şoreşgerî yê gel ê piştî salên 1990’î polîtîkayên hêzên rojavayî yên hegemonîk, hem jî yên hêzên herêmî tirk û Israîlê yên li ser Kurdistanê ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn danîbûn, pûç kir. Ji hêla têgînî û diyardeyî ve ev wiha bû. Her ku têgîna neteweya demokratîk berfireh dibû ev rastî hê xweştir derdiket holê.  Ev diyar bûn bi Şerê Duyemîn ê Kendavê (2003-2010) bêhtir dibû rastiyeke berbiçav. Di vê pêvajoyê de hêmana herî girîng ku hatî ispatkirin ew e ku PKK wê netew-dewletiya kurd nikaribe damezirîne, ava bike, ji hêla îdeolojîk û pratîk ve rewşa wê, vê bi dest ve nayîne, ji hêla îdeolojîk ve netewperweriya gel a potansiyel nikare pêşî lê were girtin ku weke neteweya demokratîk bi alternatîfî derkeve holê.

Têkoşîna PKK’ê weke têkoşîna neteweya demokratîk didome

b-Neteweya demokratîk ne tenê têgînek e lê her wiha weke rasteqîniyekê jî berbiçav dibe. Têkoşîna PKK’ê ya ku hê di qonaxa koma îdeolojîk de li dijî milliyetgiriyên serwer û çewisandî dida, li ser tecrûbeya şerê şoreşgerî yê gel, têkoşîna neteweya demokratî a li dijî du netew-dewletan didome. Netew-dewletên serwer encex bi hêza zorê û hevkarên kirêkirî hewl dida ku li ser pêyan bimînin, li gel milliyetgiriyên li dora wan û hemû piştevanên naxwe û derve jî, nekarîn jê xilas bibe ku netew-dewletoka kurd ji hêla tevgera neteweyî ya demokratîk ve were tecrîdkirin. Di Şoreşa Kurdistanê de cara pêşî ye ku vebijêrka netew-dewletî û vebijêrka neteweya demokratîk bi hev re tên jiyîn.

Ji şoreşa fransî û rûsî cihêtir veqetîna şoreşa Kurdistanê

Ji hev veqetandina van du vebijêrkan di Şoreşa Kurdistanê de ku di şoreşên fransî û rûsî û gelek şoreşên modern de di zik hev de bûn, danîne xeteke beloq a îdeolojîk, polîtîk û çalaki bi girîngiyeke dîrokî ye. Heta niha di hemû şoreşên modern de yan serweriya tebeqeya jor hebû yan jî teqebeya jêr. Dema ku bi hev re jî bûn û ji hev cihê jî bûn di navbera wan de sînorên beloq nedihatin danîn. Di nav xwe de tasfiyekirina hevdû ji xwe re kiribûn rêbaza sereke ya têkoşînê. Ev rewş tenê bi kêrî wê hat ku modernîteya demokratîk were xurtkirin. Hem di navbera du çînan de û hem di navbera de du neteweyan de hişmendiyeke şaş a têkoşînê hebû. Di ceribandina şerê şoreşgerî yê gel ê Kurdistanê de ev rewşa şîlo her çendî dişibiya mînakên beriya xwe jî, piştî têkoşînên zêde kir ku zû jê veqete û zelal bibe. Di vê pêvajoyê de ne ku tenê heq ji netew-dewletiya sosyalîzma reel derketin, modêleke wiha danîn holê ku ji hêla îdeolojîk ve jî netewdewletiya burjuvayê ku ya di hembêza sosyalîzmê jî qevast, pirsgirêka neteweyî ji avakirina dewleta neteweyî derxist û kir meseleya ku gel xwe weke neteweyeke wekhev û azad, yanî bi katetoriya neteweya demokratîk ava bike.

Sînorên li çar parçeyê welatê wan di nav kurdan de hatin danîn, hatin bêkirkirin

c-Li beramberî vê sûda dîrokî ya li qada teorik, li qada pratîk jî li Kurdistanê, di rastiya civakî ya kurd de, neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk geş bû. Sînorên ku li çar parçeyên welatê wan di navbeyna kurdan de hatî danîn bi neteweya demokratîk hat bêkêrkirin. Sînor ji bo netew-dewletan her tişt bûn lê ji bo neteweya demokratîk ne tiştek bû. Neteweya demokratîk di hişmendiya gelê netew de weke şoreşa bîreweriyê ya herî girîng hat honan, xweseriya demokratîk jî weke gewdebûna herî girîng bi rengê parçeyek ji şoreşê li her parçeyî hat avakirin. Mekanîzmaya qirkirina çandî ya netew-dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bi giştî hatin pûçkirin, gelê kurd ê li her parçeyî bûne parçeyek ji afirandêrên neteweya demokratîk, avakar. Weke alternatîfa şerê şoreşgerî yê gel ku qirkirina çandî ya ji ber hegemonyaya du sed salî ya modernîteya kapîtalîst û komploya netew-dewleta sîxur derxistî holê, neteweya demokratîk li her çar parçeyî di hişê her mirovê kurd ê dirûst de û di bedena civaka kurd de hat pêkanîn û ev serkeftineke mezin bû. Bi vî rengî, di serî de gelên cîran (tirk, ereb, fars) kir ku çandên gelên kêmar û gelên ku hatine tasfiyekirin (ermen, girêk, sûryan) li nav wan bi dostanî piştevanî bibin û weke civakên neteweya demokratîk rêxistinî bibin; bir ola pêşeng a avakirina neteweya demokratîk heta dawiyê rê li geşdana herêmî û cîhanî ya vê serkeftinê vekir.

(Ji pirtûkên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

Çavkanî: ANF

Cewhera veguherînê ya li nava PKK’ê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar