KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Abdullah Ocalan serkirdeyê herî mezin yê gelê kurde’

Mamosteyên başûrê Kurdistanê têkîldarî tecrîda girankirî ya ji aliyê dewleta tirk ya dagirker û faşîst ve li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn bi tundî nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Divê Erdogan xewn û xeyala xwe ya bi Ocalan paşve gav bide avêtinê bixe gora xwe de”

Zêdetirî 27 mehin dewleta tirk ya dagirker û faşîst malbat û parêzerên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan serdana wî bikin. Ji bilî nehiştina hevdîtinên malbat û parêzeran, dewleta tirk ya faşîst 6 meh biryara tecrîda girankirî li Rêber Apo biriye. Rêber Ocalan 24 salin di Girtîgeha Yek Kesî ya Îmraliyê de tê girtin. Lewra gelê kurd li her çar parçeyên welat û derveyî welat ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê navber çalakiyên cûrbicûr dikin û ji fikarên xwe yên siyaseta faşîst ya dijî mafên mirovan ya dewleta Erdogan nîşan didin.

Mamostayên Silêmaniyê bibîr xistin ku divê dewleta tirk ya dagirker û Erdogan’ê serokê wê xewna xwe ya girêdayî tawîz dayîna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ya têkoşîna ji bo azadiya mafên gelê kurd, bi xwe re bibin gora xwe. Ji ber ku ev tenê xeyaleke û tenê dikarin di xewna xwe de vê yekê bibînin.

Mamostayê bajarê Silêmaniyê yê binavê Salih Hadî têkildarî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan wiha got; “Pêwîste hemû serkirde û serokên kurd weke Qazî Mihemed û Abdullah Ocalan bin. Ji bo azadiya gel û welatê xwe, xwe ji şehadet û hemû cûrên zehmetiyan re amade bibînin. Lê mixabin berovajiyê sekna Rêber Apo û Pêşewa Qazî Mihemed, serkirdeyên başûrê Kurdistanê hemû gel kirine qurbanê berjewendiyên xwe yên kesî û malbatî. Lê birêz Ocalan jiyana xwe kiriye qurbanê gel û welatê xwe.”

Mamosta Salih Hadî diyar kir ku divê tevayî gelê kurd rêzê ji têkoşîn û berxwedana Rêber Ocalan bigire, wî weke serkirdeyê xwe bizanin û wiha pêde çû; “Divê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi partî, pêşeng û serkirdeyên xwe ve ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”

Herwiha mamosta Perwîn Abdullah aşkere kir ku cezakirina Rêber Ocalan, cezakirina tevayî gelê kurde û wiha got; “Li hemû cihanê mafê bingehîn û rewa yê hemû girtiyan heye ku parêzer û malbat biçin serdana wan. Qedekirina hevdîtin û serdanên malbat û parêzeran bi Rêber Ocalan re tenê kiryar û karekê nemirovî ye. Ji ber ku Rêber Ocalan ji bilî kurdbûna xwe tu tawanên wî yên din tune ne.”

Mamosta Perwîn bang li rêkxistin û saziyên mafên mirovan yên navnetewî dike ku li beramberî van binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê bêdeng nemînin, xwedî helwest bin, ji ber ku cezakirina Rêber Ocalan cezakirina gelê kurde, lewra çiqas gelê kurd bi dengek bilindtir û bihêztir daxwaz û têkoşîna ji bo mafên xwe yên netewî bike, dewleta tirk cezayê Rêber Ocalan hîn girantir dikin.”

Di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ji aliyê dewleta tirk ya dagirker û faşîst tê pêkanîn de, mamosta Seîd Mecîd wiha dibêje; “Abdullah Ocalan yek ji serkirdeyên herî mezin yê gelê kurde. Dewleta tirk her tim xwestiye bi tecrîd, îşkenceya sîstematîk û zexta li ser Ocalan bi gelê kurd paşde gav bide avêtin. Lê Ocalan her carê ev plan, konseptên qirêj û qirker yên dewleta tirk xistine bin axê  û pûç kirine.

Mamosta Seîd Mecîd bibîr xist ku dewleta tirk ya dagirker ji destpêka avakirina xwe heta roja me ya îro dijayetiya û dijmintiya gelê kurd kiriye û nêrînên xwe wiha anîn ziman; “Bi taybet di serdema Erdogan de ku yek ji dîktarorên herî mezin û serokên herî xwînmij yên cihanê ye, bila ji xwe re nebêje ez misilmanim. Divê ew xewna wî bikeve bin erde ji ber ku Rêber Apo di têkoşîna xwe ya azadiya gelê kurd de paşde gav navêje. Di vê çarçoveyê de divê li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd piştgiriya Rêber Apo bikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin.”

Tevî ku dewleta tirk ya dagirker û faşîst ji bo ku bi Rêber Apo di aliyê têkoşîna ji bo azadiyê de paşde gav bide avêtin û di vê çarçoveyê de tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan pêktîne jî, lê Rêber Apo ne ku tenê ev hewildan û planên dewleta tirk pûç kirine, gelek caran li girtîgeha yek kesî wî dewleta tirk neçarî diyalogê kiriye. Herwiha çendîn caran jî Rêber Apo hevdîtina bi rayedarên dewleta tirk re bi tundî red kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar