Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Abdullah Ocalan tenê bi gotinekê dikare dawî li vî şerî bîne

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dewleta tirk bi tecrîdê di şer de israrê dike û wiha gotin: "Pêdiviya me bi gotineke birêz Ocalan heye. Dizanin heke ku çûyîn û hatina li Îmraliyê hebe wê nikaribin van tiştên xwe yên nebaş bikin. Ji ber wê di tecrîdê de israr dikin."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê di şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. 32 meh in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din nayê wergirtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin, welat bi welat belav dibe. Di qada navneteweyî de gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîr piştgirî didin pêngavê. Di 28’ê cotmehê li Amedê ‘Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê’ û li Stenbolê jî ‘Deklerasyona Banga Aştiyê’ beşdarî pêngava azadiyê bûn. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yê navçeya Hezex a Şirnexê têkîldarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê axivîn.

‘Ez aştiyê û azadiyê dixwazim’

Ji Dayikên Aştiyê Kiymet Ecar (50) diyar kir ku desthilata heyî ji bo ku şerê xwe bidomîne tecrîdê giran dike û wiha axivî:”Ev 25 sal in birêz Ocalan di girtîgehê de ye. Ev sê sal in jî tu agahiya me jê nîn e. Heke birêz Ocalan di girtîgehê de neba ev zilm û şerê qirêj jî wiha nedimeşiya. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser jinê ye, mirovahiyê ye. Çi mirovê ku bibêje ez aştiyê û azadiyê dixwazim divê li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Neheqî ye ku kesayeteke wekî birêz Ocalan di girtîgehê de be û bê darizandin. Heqê wî ne ew zindan e. Ew kesên ku niha tecrîdê giran dikin heq e ku ew bên darizandin. Heke îro tecrîd ev qasî giran nebûya, ev qasî şer û pêvçûn jî nedibûn. Ne malbata wî pê re hevdîtin dike, ne jî parezerên wî dikarin pê re hevdîtinê dikin. Ji ber ku dizanin heke çûyîn û hatina li Îmraliyê hebe wê nikaribin van tiştên xwe yên nebaş bikin.”

Dayika Aştiyê Ecar axaftina xwe wiha domand: “Îro tevahiya cîhanê daxwaza azadiya Ocalan dike. Birêz Ocalan ne keseke wisa ye ku di girtîgehê de bê girtin. Mifteya aştiya Rojhilata Navînê li Îmraliyê ye. Her roj zarokên me tên qetilkirin û li her derê şer heye, gel koçber dibe. Rakin vê tecrîdê. Dê heta kengî ev tecrîd bidome? Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwe bêdeng nekin. Hêza wî ya guhertinê heye. Em ne tenê ji gelê kurd re em ji hemû gelan re azadiyê û aştiyê dixwazin. Îro kujer li ser kursiyê ne lê kesên wekî birêz Ocalan jî di girtîgehê de ne. Ji bo vî şerê xwe yê qirêj bidomînin, nahêlin ku hevdîtin bi Îmraliyê re çêbibin.”

‘Em azadiya wî dixwazin’

Ji Dayikan Aştiyê Kumrî Oner (60) jî bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku hêza wî ya çareserkirinê heye û got: “Em şer û xwînê naxwazin. Ji bo ku ev şer bisekine em dixwazin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe. Bêyî birêz Ocalan ev şer nayê sekinandin. Ev 32 meh in ku em tu agahiyê ji Îmraliyê nastînin. Em nizanin sax e, nesax e çawa ye nizanin. Me çi zilm li wan nekiriye, me çi zordestî li wan nekiriye. Yê ku zordestiyê li me dikin û li ser axa me, me qir dikin ew in. Em dixwazin wekî her gelî pêşengê civaka me jî azad bibe. Em azadiya wî dixwazin. Heke birêz Ocalan azad bibe em ê ji bin vê zilm û zordestiyê xelas bibin. Êdî lawê me, qîzên me nayên qetilkirin. Yek gotineke birêz Ocalan dikare vî şerî û vê zilmê bi dawî bike. Heta tecrîd ranebe ev şer jî dê her bidome.”

Têkildarî mijarê Zumrut Çakir (64) anî ziman ku piştî têkiliya cîhanê ya bi Îmraliyê re qut bû şer, alozî û koçberî dest pê kir û ev tişt gotin: “Heke birêz Ocalan ji girtîgehê derkeve ev şerê heyî çênabe. Heke azad bibe zarokên kurd, tirk dê neyên kuştin. Ji ber vî şerî hemû gel ji welatên xwe koçber bûn. Azadiya Ocalan wekhevî ye. Îro pêdiviya me bi gotineke wî heye. Ev 3 sal in tu agahî jê nayê standin. Erdogan dinya hemû tevlihev kir. Dinya qelandin, vî şerî bisekinin. Em azadiya Ocalan dixwazin. Dinya hemû bûye alozî, dinya birçî ye. Her kes jî bêdeng e. Bila dengê xwe bikin. Heta ku Ocalan azad nebe, em ê jî azad nebin.”

‘Bila ev tecrîd rabe da ku çareseriyek çêbibe’

Ji dayikan Hayat Ûca (62) jî got ku li dijî tecrîdê dengbilindkirin erka her ferdên civakê ye û wiha axivî: “Bila her kes destê xwe bide hev ku em karibin vê tecrîdê bişikînin. Em aştiyê dixwazin. Bila ev tecrîd rabe da ku çareseriyek çêbibe. Ne kurd tenê divê her kes dest bidin hev û aştiyê bixwazin. Divê dinya tev bi hev re bibêje aştî. Çavê me li rê ye ku em agahiyekê ji Îmraliyê bistînin. Heke ev tecrîde rabe dê xweşî bikeve tevahiya dinyayê. Ev tecrîd zilm e, neheqî ye, bila dawî lê bê.”

Ji Dayikên Aştiyê Leyla Yumuk (65) jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got: “Ev 32 meh in agahî tune ye. Em dibêjin bila demildest vê tecrîdê bi dawî bikin. Heke tecrîd rabe dê dinya xweş bibe, aştî çêbibe û azadî çêbibe. Aştiyeke bêyî Ocalan nepêkan e. Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bistînin. Vê tecrîda ku di şexsê Ocalan de li ser gelê kurd tê kirin rakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar