Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Abha Bhaiya: Abdullah Ocalan Rêbertiya cihanê dike

Aktîvîsta femînîst a hindistanî Abha Bhaiya diyar kir ku hemû jin dikarin ji bo azadiya Ocalan li ser heman platformê bicivin û wiha axivî: “Abdullah Ocalan femînîstek bêhempa ye, dikare rêbertiyê ji sîstemeke cuda ya cihanê re bike û rêbertiyê dike jî. Divê Ocalan azad bibe.”

Xwedîderketina li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” her roj zêde dibe. Yek ji kesên ku li ber tecrîda giran a li Îmraliyê radibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike, aktîvîsta femînîst a naskirî ya hindistanî Abha Bhaiya ye.

Ji damezrînerên Jagorî Grameen û rêveberên însiyatîfa femînîst a global a ‘One Bîllîon Rîsîng’ (Milyarek mirov radibin ser piyan) Abha Bhaiya têkildarî girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji nûçegihanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî.

Lîdera femînîst Abha Bhaiya têkildarî jiholêrakirina bandora giran a sîstema kapîtalîst a li ser civakan bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Bi dîtina min fikrên Abdullah Ocalan ji bo demokrasî û wekheviyê ji cihana heyî wêdetir rê û rêbazên afirandina cîhaneke cuda û paradîgmayeke nû ya vê yekê pêşkêş dike. Abdullah Ocalan yekî femînîst ê bêhempa ye.  Bi dîtina min gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan qala wê yekê dike ku jin weke femînîst û aktîvîst bi roleke navendî radibin.”

Abha Bhaiya destnîşan kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şêweyekî rêveberiyê ya cuda pêşkêş dike û wiha domand: “Gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan ji modelên heyî yên rêveberiyê gelekî cudatir modeleke rêveberiyê pêşkêş dike. Îro cihan hemû di nava tevlîheviyekê de ye. Li vê cîhanê herêmên mîlîtarîze hene ku nakokî û cotstandartiyê diafirînin. Îro 22 herêm di nava şer de ne. Şaristaniya kapîtalîst li dijî aştiyê ye. Bi dûrketina ji pênaseyên şaristaniya kapîtalîst; divê em cîhaneke wiha biafirînin ku qala mafê jiyanê yê adîl û bi rûmet ê mirovan dike û li her dera cîhanê mirovên têkoşer piştevaniya hev dikin.”

Abha Bhaiya destnîşan kir ku gelek tişt hene ku tevgerên femînîst ên global dikarin ji tevgera jinên kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hîn bibin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê bi biryar im ku bi tevgerên femînîst re li ser vê mijarê diyalogê bikim, ji ber ku pêwendiya me bi 150-160 welatî re heye. Tevî vê yekê çi sendîka be çi jî komên mafên mirovan, hawirdorparêz be, divê em mirovên têkoşer li ser wê yekê bifikirin bê dikarin bi hev re çi bikin. Em hemû ji bo azadiya Ocalan dikarin li ser heman platformê bicivin, bi heman dengî li hev kom bibin. Bi vî rengî em dikarin bikin ku tevgera femînîst a li Kurdistanê rê nîşanî me bide.”

Lîdera femînîst Abha Bhaiya işart bi girîngiya analîzên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Bi dîtina min Ocalan mirovekî bêhempa ye ku ji bo bicihanîna modela em jê re rêveberiya federal dibêjin gelekî hêviyê dide. Gotina herî girîng a Ocalan ku bi rastî jî bandoreke mezin li min kir, ew e ku dibêje; tevgerên femînîst parçeyek ji têkoşîna ji bo tevgerên hîn mezin e. Yanî Ocalan dibîne ku sîstem û şaristaniya heyî li ser kolekirina jinê ava bûye. Heta ku ev koletî ji bo her mirovî ji holê neyê rakirin wê ev şaristanî (şaristaniya kapîtalîst) dewam bike.”

Abha Bhaiya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Abdullah Ocalan dikare rêbertiyê ji sîstemeke cuda ya cîhanê re bike û dike jî. Min beriya niha ji kesekî din ev felsefe nebihîst. Ocalan divê azad be. Divê dengê wî ji nû ve bilind bibe û dibêje ‘Em aydî vê cîhanê ne û ev cîhan jî ya me ye’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar