Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aboriya komînal û demokratîk – 1

Necîbe Qeredaxî

Dema em qala aboriya komînal û demokratîk dikin, divê em qala modernîteyê jî bikin lê divê em wisa fêm nekin ku modernîte tişteke li derveyî me ye. Bi peyv, têgîn û hevokên ku çavkaniya wan di etîmolojiya zimanê kurdî û zimanên din de jî hene nirxên madî û manewî yên moderînteya demokratîk piştrats dikin. Di roja me ya îro de ne tenê bikaranîn lê divê êdî naverok û binê wan werin dagirtin. Şaşîtiyek heye ku modernîte weke berhema 300-400 salên dawî tê dîtin lê hemû lêkolînên zanistî rastiyekê nîşan didin ku modernîte û berhemên wê yên madî û manewî herî kêm 12 hezar salî ye û yek ji qadên wê yên herî girîng û jiyanî jî aboriya komînal û demokratîk e.

Elbet ezbereyek heye di qadên akademî û zanista saziyên pergalê de. Di çarçoveya zihniyeta pozîtîvîst de pêdivî bi tevdan an jî provokasiyoneke erênî heye ku mirov bi lêkolîn û pirsên rast ezbereyên wan berterf bike. Pêwistiya me bi niqaşên li ser bingeha lêkolîn û zanînên neniviskî ku çavkaniya wan civaka xwezayî ye hene. ji ber ku zihniyeta akademiyên pergalê bi kêşmekêş in û dîwarek avakirine, nahêlin mirov bişkîne. Her wiha dixwazin mirov paşve daf bidin ji bo ku ezberiyên wan xera nebin, bi vî awayî dixwazin desthilatdariya xwe biparêzin.

Argûment û bihaneya vê zihniyetê ewqasî xurt hatiye avakarin ku zaniyar û teorîsiyenên wan heta mirinê jî bawer nakin pergal rojekê ber bi hilweşînê ve biçe. Lê dîsa jî bêhêvîbûna xwe ya li hemberî pergala heyî venaşêrin û ev yek anîne ziman. Steven Hawking profesorek di qada xwe ya zanistê de bi nav û deng e û xwedî teoriya kozmosê ye, çiqasî li hemberî têgîna hêzeke mutleq a jorgerdûnî be jî di nivisên xwe yên dawî de bêhêvîbûna xwe ji bo hilweşîna pergala sermayedar nîşan dide û dibêje: “mirov ger bixwazin li derveyî pergalê bijîn encax biçin li hesareyeke din li jiyaneke cuda bigerin û ava bikin.” Heta teoreîstê marksîst Silavo Zizejk jî di niviseke xwe de dibêjê : “ez xeyal dikim ku hesareya-planeta me hilweşe lê xeyal nakim ku sermayedar hilweşe” û ji wê trajîk-komîktir hin caran bihayê bilêta panêlên wî digihêje 100 dolarî.

Ji bo wê dema em bixwazin pergalê fêm bikin û alternatîfa wê ava bikin teqez em ê li her derê bi vê elîta zaniyar û teorîsiyan re rû bi rû bimînin. Em ê bibînin li paş agahî, zanîn, zanist û şiroveyên wan felsefeyek heye û roleke dûbarekirina ezbereyên pergalê girtine ser milên xwe. Tevî zihniyeta oryentalîst, di civakên xwecihî de koka aboriya komînal û zihniyeta wê pir kûr e û bi hêsanî nayê rakirin. Tenê hewcedarî pê heye ku civaka komînal ji bo rehmet û himeta pergala sermayedar neyê hiştin. Ez dixwazim li ser bandora zihniyeta kûr a civaka xwezayî û aboriya komînal mînakekê bidim. Hillary Clinton di serdema serokayetiya Amerîkayê ya Bill Clinton de bi projeya Mikro Kredî ji bo jinên çend gundên Bengladeşê hin çêlek û sewalan pê dikire. Piştî salekê Hillary Clinton diçe serdana wan û pirsa halê wan dike. Di navbera wan de diyalogek balkêş çêdibe. Piştî rewşa wan dipirse jinên bengladeşî jî dixwazin hin pirsan ji wê bikin. Kî debara jiyana te dike? Ew jî dibêje ez niha kar nakim ji ber ku hevjînê min serokê Amerîkayê ye û jiyana min jî li ser meaşê wî ye. Jin di ber xwe de dibêjin rebenê meaşê wê nîne. Dîsa jê dipirsin çêlekên te hene? Ew jî dibêje na. jin bi dilşewetî dibêjin feqîrê çêlekên wê jî nînin. Jin pirsa dawî jê dipirsin; zarokên te hene? Hillary dibêje: “Zarokek min heye”, jin dîsa dibêjin feqîra xwedê malbeta wê jî biçûk e. Di wateyeke din de ji bo jineke ji gund malbeteke mezin tê wetaya otorîteya wê heye di nav gundan de. Yanî zihniyeta li ser bihgeha mîkro krêdî nikare dawî li zihniyeta aboriya komînal û çanda civaka xwezayî bîne, dikare bêbandor bike, dikare bitepisîne lê nikare ji kokê ve rake. Ji ber ku ev kok xwe dispêre çavkaniyek kevnar û heta roja me ya îro hatiye û li gelek erdnîgarî û civakên xwecihî bi bandor e.

A ku di vir de divê em li ser bisekinin rexnedana me ya li hember hewildanên Rêber Ocalan a ji bo kolîn û vekolîna koka vê zihniyeta aborî ya civaka xwezayî ye, me pir kêm lê zêde kiriye ku bibe bingeh ji bo lêkolîn û avakirina rehendên aboriya komînal û demokratîk. Heta niha em ji modela madî û manewî ya çavkaniya modeleke weke ya koka xwe dispêre Mezopotamyaya jorîn û mînaka Xerabreşkê, hin têgîn û peyvên din wêdetir neçûne.

Wê demê em ê çawa vegerin koka aboriya komînal û demokratîk û ji nû ve ava bikin, çi li ser modêla madî û manewî zêde bikin ku çavkaniya xwe ji civaka xwezayî digire. Xweseriya aborî ji torên desthiladaran girîngtir e, di pêvajoya ji nû ve avakirinê de. Gotinek heye dibêjin: “Ên zikê wan girêdayî hinekan bin, ne pêkan e di mejiyê xwe de serbixwe bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar