Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Aboriya komînal û demokratîk-2

Necîbe Qeredaxî

Bêguman divê lêkolînên li ser qada aboriya komînal û dmokratîk tenê weke qada xwarin û vexwarinê neyên dîtin. Divê rehenda aboriya xweser weke heqîqeteke yekpare û bi hemû qadên din re têkildar werin dîtin. Ji ber ku ev qad hem şêweya jiyana civakî û çandî ye hem jî çavkaniya nirxên madî û manewî yên jiyanê ne. Dewlet çiqasî êrîşî hiş û bîra civakî bike jî nikare tune bike. Lê êrîşên vê sedsala dawî bi taybet jî 50’î salên dawî yên li ser hiş û bîra dîrokî û rehenda aboriya komînal û demokratîk gelek bi dijwarî domiyan. Divê em lê bikolin, wan ev êrîşên xwe bi kîjan zihniyet, amûr û şêwazan kirin.

Baş e, ji bo lêkolîna çavkaniyên aboriya komînal û demokratîk divê rêbazên me çi bin? A yekê divê lêkolînên arkeolojiyê bin. Ji bo ji nû ve avakirina zihnîyeta demokratîk û komînal kesên di vê qadê de dixwazin bi vê rêbazê bimeşin, divê girêdayî mîrasa wê dîrokê bin û di roja îro de jî vê modelê biparêzin ku hîna jî bandora civaka xwezayî li ser jîyana wan heye û tenê karê wan ne lêkolîn û agahî komkirin bin. Pêwiste ev rêbaz bi erka lêgerîna heqîqet û rastiyên dîrokî rabe, wan veşarî nehêle û aşkera bike. Lê di vê rêbazê de kêmasîyek heye; dema em qala rêbaza arkeolojîk dikin tim çavên me li derve ye û encamên hilkolînên arkeolojîk yên heyî û derve esas têne giritin. Bêguman ew jî girng in û divê biçûk neyên dîtin. Lê ew nikarin xwe ji têkelîya çavdêr û yên tên çavdêrkirin, ji obje û subjeyê xwe rizgar bikin. Me wekî xelkên xwecihî yên herêmên xwe hê jî di warê rêbazan de xwe pêşnexistîye û hê jî em nikarin daneyên di encamên hilkolînên arkeolojîk de derketine ser rûyê erdê baş şîrove bikin.

Mînak parçeyên ji kûrahiya axa mezopotamiyayê hatine derxistin hema bêje tev jî birine Ewropa. Di paşperdeya çirokên wan de heqîqet, zanîn û zaniyariyên gelek giring hene. Bi taybet agahiyên şêwaza jîyanê yên li ser bingeha aborîya komînal û demokratîk di van perçeyên arkeolojîk de veşartîne. Lê bi behaneya parastina wan Ewropa ev perçeyên dîrokî ‘birine,’ ya rastir dizîne. Bi vî awayî hem heqîqet tê wendakirin hem jî nahêlin lêkolîneke rast li ser wan parçeyan bê kirin. Teorî û agahiyên li ser van parçeyan hatine kirin ji bo berevajîkirin û şilokirina heqîqeta civaka xwezayî ne. Her wiha axaftina li ser parçeyan jî tenê bi zihniyeta xwe ve sînordar dikin, bi vî şêweyî berjewendiyên netew-dewletê diparêzin. Mînaka herî ber bi çav helwest û nêzîkatiyên li hember parçeyên ku ji Tel-xelef hatine dizîn û li mûzeyên welatên Ewropa hatine bicihkirinin.

Rêbaza duyemîn jî lêkolînên etîmolojîk in. Peyv, têgîn û çîrokên devkî yên heta roja îro hatine ku di nav wan de gelek agahî û şêwazên jîyana civaka xwezayî hene. Bi taybet jîyana komînal ya pevguhertina tiştan û mal-şitûmek hwd. di wan peyvên etîmolojîk de hene û divê bêne parastin. Heke bi awayekî madî û manewî neyên sazîkirin û di jîyana rojanede neyên zindîkirin dê winda bibin. Têgîn, peyv û hevokên  girêdayî bazar, sermaye û qezencê divê ji edebiyata aboriya serdestan bên rizgarkirin.

Rêbaza Sêyemîn ji bo lêkolînên li ser aboriya komînal û demokratîk in. Rêbazên serkfetî yên hatine ceribandin li ser bingeha sosyolojîya demdirêj û bûnyewî ku Fernand Brudel destnişan dike û di parêznamya sêyemîn ya manifestoya şarstaniya demokratîk de Rêber Ocalan di çarçoveya Sosoyolojîya azadî de balê dikşîne ser gelek xalên girîng, pêwîste sûd jê were girtin. Sosyolojiya azadiyê pêkhatin û binesazîya zihniyeta pergala seramyedar weke çavkaniya hemû krîz û kaosan destnîşan dike û derketina ji kaosê bi xwetanzîm û avakirina civakê ve girê dede. Di aliyê teorî, rêxstinî û çalakî de binesaziya madî û manewî pêşniyar dike û bi aşkera modela sermayedar û modela demokratîk ronî dike. Modela aboriya komînal û demokratîk çawa hatiye dagirkirin tesbît dike û wiha dibêje: “moriyek jî nikare bêkar be, çawa mirov di bin vê zihniyeta hegemonîk de hatiye bêkarkirin?” Bi vê lêkolînê em dikarin civaka xwezayî-dayikane, modela wê ya aborî, avakirina wê ya zihnî ya xwecihî, aştixwaz, xwejênî û jingehparêz ku li ser bingeha hevdu xwedîkirinê ye fêm bikin. Piştre modela aborî û ya jiyanê di qonaxa helkişîna dewletdar û çînayetî de çawa hat avakirin, çawa bisazî bû? Dîsa modela aborî ya talankar, dagirker, şerxwaz, êrîşkar, bezirgan, dij-jin û dij-jingeh çawa hat avakirin? Bi vê rêbazê em dikarn sedemên vê veguherîna kavilkar ronî bikin.

Li ser statû û rola jinê tenê ne weke hebûneke biyolojîk di heman demê de weke hebûneke civakî û siyasî roleke çawa ji bo aboriyê lîstiye divê bê zanîn. Pêwîst e em xwe ji berxwerî, (tuketim) zanîn û dubarekirina agahiyên şaş ên heyî dûr bigirin.

Divê bê zanîn ku hebûn, zanabûn û forma jîyanê bi têkiliyên çawa hatin avakirin? Aborî-Ekonomî ( yasaya malê) bandoreke mezin a çawa li jiyana civakî kir? Çi bi erênî û çi bi neyînî çendî lawaz be jî çawa heta roja îro hat? Dê çawa bi jinê, jiyanê, civak û xwezayê ji nû ve bê avakirin? Divê ev her sê mijar bi hev re û girêdayî hev bên lêkolînkirin. Berevajî hin qadên akademîyan ku bi zihniyeta hegemonîk tên birêvebirin, zanabûna tevahî dike xizmeta pergalê, ji ezmûnên rojaneyî û jiyana civakê, ji pêdiviyên wê qut dike. Bi taybet jinê û civakê dike obje. Dîsa akademiyan dike bankayên agahî komkirinê ku ji bo berjewendiyên qezenc û sermayedaran tên bikaranîn. Propagandeya ku dibêjin tevlîbûna jinan di qadên ‘aborî’ de bi xwe re wekheviyê tîne nerast in, di bingeha xwe de riswa û teşhîrkirina jinê ye û tenê jinê weke amorek bi navê wekheviyê bikartîne. Jinên ku di sektorên taybet de kar dikin, tenê ji bo karê xwe winda nekin çavên xwe li tacîz û tecawizan girtine an jî di encama şidetê de jiyana xwe ji dest dane.

Berevajî vê yekê di civaka xwezayî de jiyana madî û manewî li dora jinê avabûye, civakê xwe bi xwe debara xwe kirye. Şêwazeke jiyana hevseng bi hemû hebûn û zindiyên din re daye avakirin. Ev nirxên madî û manewî hêjayî lêkolînê ne ku di pergala kapîtalîst tenê ew kirine mijara teoriyên ‘aborî’ yên weke hejmar, deta, agahî û zaniyariyên dijitalizekirî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar