Necîbe Qeredaxî
Mijarek din a aboriya komînal û demokratîk ku Rêber Ocalan wekî kar û barê civakî û keda jinê pênase dike, wiha dibêje: “dayikê civakbûn afirand, ew jî keda herî mezin e.” Dayik di civakbûnê de, di aliyê aborî, tendirustî, etîk, xwerêvebirin û demokrasiyê de roleke sereke dilîze. Hevsengiya di navbera xwezayê û mirovan, mêr û jin û zindîwerên din de çêkir. Girîng e em vê têgîn û teoriyê rast fêm bikin û bijîn.
Huner û wêje jî dikare roleke girîng di avakirina qada aboriya komînal û demokratîk de bilîze. Bêguman ev qadeke wisa ye ku bingeha wê di civakbûnê de gelekî kûr e. Paletî mînaka herî balkêş e ku bi temamî karekî civakî yê herî kolektîf bû. Ev huner di wê demê de hatiye hilberîn ku ruh daye çanda kolektîf.
Aliyek din ê jiyanê jî pere ye ku li Kurdistanê heta 50’î salên dawî jî nedihat bikaranîn. Lê niha kapîtalîzmê ev mijar kiriye wekî çandekê, tu dibêjî qey pere nebe aboriya civakê nameşe. Ev mijarek girîng û hêjayî lêkolînek berfireh e. Em dibînin êdî di van salên dawî de jiyan ber bi dijîtalîzekirinê ve diçe, dibe ku êdî pere jî dijîtalîze bibe. Ev ji bo çanda pevguherîna tiştan dibe ku fersendekê çêbike. Ji bo aboriya civakî jixwe ya herî rast pevguherîna tiştan bi tiştan e.
Di pend û axaftinên dapîr û bapîran de jî pere wekî kirêtî û qilêriyê tê destnîşankirin. “Pere qirêjîya destan e.” Bi wateyeke din hem pîs e û hem jî tê û diçe, ya dimîne exlaqê civakî û jiyana komînal e. Diyar e dapîr û bapîrên me ji zû ve pê hesiyane ku pere zihniyet, têkîl û exlaqê civakê xirab kiriye. Pere di civaka kurd de vê rastiyê îfade dike. Civakên ku pereyan bandora xwe lê nekiribin hema bêjin kêm in.
Ji hêla din ve diyardeya diziyê di bingeha xwe de karektera dewlet û desthilatdariyê ye. Vê çandê bandora xwe li binesazî û avahiyên bajaran jî kiriye. Mirov dibîne xaniyên kevin û yên nû pir ji hev cuda ne. Xaniyên kevin dîwarên wan nizim, ên nû berz û qayîm in. Qayîm tên avakirin û mekanîzmaya kamêreyan li wan tên barkirin. Ev jî nîşana zêdebûna bandora çanda diziyê ya dewlet û pergala sermayedar aşkera dike.
Li Kurdistanê heta van salên dawî jî rewş cuda bû. Dikandar û esnafên Kurdistanê dikanên xwe vekirî dihiştin û diçûn. Bi civakê, cîran û hevalên xwe bawer bûn. Yanî kes tiştekî xirab nedifîkirî.
Gelo em tenê li ser modêla aboriya komînal û demokratîk disekinin? Bêguman na lê divê em zanibin çima ewqas girîng û jiyanî ye. Ji ber ku çavkaniya şoreşa gund, çandînî û jinê li ser vê axê çêbûn. Rêwitiya dîrokê ji vir destpê kiriye. Prensîba Rêber Ocalan ku dibêje “me li ku derê winda kir, em li wir lê digerîn” di heman demê de bingeha fikir û teoriyên civakî û modêla zihniyeta aboriya komînal û di jiyana komînal de jî esas e.
Li vir, li Ewropayê di nava diyaspora-rewenda kurdistanî de hawceye em bi heman prensîbê xwe birêxistin bikin. Aboriya komînal û demokratîk li ser bingeha heman prensîbê heye lê bi piranî kurd ji zarokên xwe re dibêjin di nava sîstemê de bixwînin ji bo ku cihekî baş bigirin! Pirs ev e dema ev zarokên me di nava pergalê de mezin bibin gelo dê bikaribin li nasnameya xwe ya civakî û çandî xwedî derbikevin? Eger wiha bibe dê girêdaneke wan a manewî û zihnî bi civaka xwe re bimîne? Ev qutbûna civakî tenê ne ji bo diyaspora kurd di heman demê de ji bo civakên din jî derbasdar e û ev yek bandora pergala sermayedar û îdeolojiya neo-lîberalîzmê dide aşkera kirin.
David Greaber di pirtûka xwe ya dawî de di “karên pûç” de behs dike û dibêje pergal jiyana mirovan dijîtalîze dike, wekî karên ser mase û ofisan, karên ku civaka komînal û demokratîk hildiweşîne û bi vî awayî sîstema hegemonîk a sermayedar dixwaze bi karên pûç civakê bêkar bihêle.
Pêwîst e zihniyeta pergala serdest û hegemonîk baş bê lêkolînkirin. Ji ber ku xwe bi kûrahî û dûrahî birêxistinkiriye. Li vir mirov dikare behsa prensîbeke Virginia Woolf bike ku çend xalên girîng tîne ziman û qala jiyanek exlaqî dike û dibêjê: “divê mirov xwe ji berxwerî (tuketim) dûr bigire.” Di watayek din de divê mirov bikaribe bi derfêtên kêm ên di destê mirov de zanibe jiyana xwe bidomîne. Bi nexweşiya pandemiyê re jî diyarbû ku mirov dikare bi derfetên kêm jî jiyana xwe debar bike. Dîsa dibêje “nefirotina behreya mirov bi pere û paqijiya zihnî,” bi watayeke din divê mirov nebe perçeyek ji zihniyeta desthiladar û neçar nebe behreya xwe bi zihnîyeta desthildar qirêj bike ji bo berjwendiyên rojane û demikî. A din “divê mirov ji bo behreya xwe reklamê neke û helwesteke dilnizimane nîşan bide.”Ji ber ku sermayedar her tişî dike amûra reklam û qezencê û berxweriyê pêş dixe. Bi taybet jî vê siyastê li ser jinan dike. A herî dawî jî “divê mirov xwe ji têkiliyên ne dirust in” ku li ser bingeha hêz, desthilatdarî û mulkeyetê ne xwe jê dûr bigire û xwe jê qût bike.
Ev prensîb ji bo avakirina jiyanek etîk girîng e. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk tenê ne bi aliyê teroîk di pratîkê de jî bi rolek pêşeng şekil bigire û pêwistî bi veguherîneke civakî ya demdirêj heye. Gelo aboriyek komînal û demokratîk dikare ji qada siyasî qut be? Bêguman naxêr. Wê demê prensîbên vê qada aborî girêdayî exlaq û siyasetê çi ne û divê çawa bin? Bêguman em ji nû ve tiştekî naafirînin. Aborî girêdayî hemû qadên sereke yên jiyanê ne û divê jê neyên qutkirin. Siyaset, etîk, ekolojî, tendrustî di aboriya komînal û demokratîk de ji kokê ve bi xwezaya jinê, ax, hilberîn û tendirustyê ve girêdayî ne. Pîvana nêrîna li kedê û pênasekirina kedê ye. Mirov bi kedê mirov e. Ev kolektîfbûyîn û bihevrebûyîna digel hemû cudahiyan jî bihevrebûyîn e. Parvekirin li dijî yekdestîkirinê ye, yekdestkirin karê desthilatdar û sermayedaran e û ev yek li dijî ekolojiyê ye. Bêexleqiya herî mezin bêkedî ye. (Dawî)