Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Acettîn: Girtî bi biryar in

Ji Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê Mehmet Acettîn anî ziman ku girtî dixwazin tecrîd bê rakirin û wiha got: “Bi biryar in ku heta ev daxwaza wan a rewa bi cih neyê greva birçîbûnê bi dawî nekin.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’î vir ve di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne. Çalakiya girtiyan 170 roj in didomin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê ku pêvajoya grevên birçîbûnê dişopîne Mehmet Acettîn têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku girtî bi biryarin heta daxwaza wan pêk neyê dê dawî li çalakiya xwe neynin.

Acettîn bi bîr xist ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan her hefte serlêdanê dikin û anî ziman ku bersiveke erênî ya ji bo van serlêdanan dê rewşê nerm bike, lê belê desthilatdarî di vê mijarê de gavekê neavêje.

Acettîn destnîşan kir ku bersivdana li daxwazên girtiyan, ji desthilatdariyê bêhtir pêwendiya xwe bi piştgiriya raya giştî heye û wiha got: “Dewlet, dema ku grevên birçîbûnê ne demdirêj be û kes jiyana xwe ji dest nede bi giranî muxatab nabîne. Lewma bi esasî divê raya giştî xwedî li vê çalakiyê derkeve. Lê di vê mijarê de bêdengî heye. Divê dawî li vê bêdengiyê bê anîn.”

Tecrîd bela bûye

Di axaftina xwe de Acettîn ragihand ku daxwaza girtiyan rewa ye û anî ziman ku desthilatdarî pîvanên hiqûqê binpê dike û bi hiqûqa dijminatiyê tevdigere. Acettîn da zanîn ku li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya girankirî bi taybetî li dijî şexsekî tê meşandin û ragihand ku ev sîstem bi qanûnên nû re li hemû girtîgehan û her derê belav bûye.

Pêwîstî bi hevgirtinê heye

Her wiha Acettîn destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkeke mezin e û tenê bi grevên birçîbûnê çareser nabe û diyar kir ku tecrîd bi hevgirtineke civakî dikare ji holê bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me gava destpêkê ya vê yekê avêt. Em ê li Stenbolê koordînasyona şopandina greva birçîbûnê ragihînin. Piştre jî li dijî tecrîdê bi rengekî giştî dest bi kar bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar