Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Açikalin: Hatay bi tenê tê hiştin

Ji serokên berê yê Baroya Hatayê Cîhat Açikalin diyar kir ku di ji nû ve avakirina bajêr de tenduristî û mafê gel tune tê hesibandin û got: “Ev bajar terkî çarenûsa ku AKP xêz kiriye tê hiştin. Em bi tenê hiştin.”

Biryara qada rezervê ya li Taxa Ataturk a navçeya Samandag a Hatayê, bi biryara Serokatiya Veguherîna Bajarî ya Wezareta Bajariya Hawirdor û Guherîna Avhewayê 29’ê tîrmeha 2024’an hat betalkirin. Biryara derxistina ji qada rezervê ya qada navenda sûka Samandagê, ji bo mexdûrên erdhejê bû hêvî. Serokê berê yê Baroya Hatayê Cîhat Açikalin ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku di şert û mercên heyî de ne pêkan e ku biryara guhertinên binyatî yên bi vî rengî ji aliyê daraz û wezaretê ve were girtin.

Açikalin da zanîn ku li Samandagê qada ku ji derveyî qada rezervê hat derxistin, li navenda sûkê qadeke 1.6 hevkar e û bi bîr xist ku dema ji ku deqeya dawî weke qada rezervê hat diyarkirin û dema ji qada rezervê hat derxistin tu hincetekî derbasdar ji bo gel nehatine pêşkeşkirin.

Açikalin, wiha got: “Helbet biryar erênî ye. Mirov ji bo ku milkên wan ji qada rezervê bê derxistin serlêdan dikin, lê dema ku tê dayîn ji dema asayî kêmtir e. Gelek kesên ku dema serlêdanê borandine, îtîraz kirine. Dibe ku gelek ji wan ji ber serlêdanên dereng neyên qebûlkirin. Eger bê bîra we di ragihandina qada rezervê ya di meha hezîranê de jî ev yek kirin. Ji bo îtîrazê du hefte dan, lê 11 roj ji van ji ber Cejna Qurbanê betlaneya fermî bû.

Nêrîna min a şexsî ew e ku wê ji niha şûnde wê zû bi zû biryarên derxistina ji qada rezervê neyên girtin. Doza têkildarî betalkirina qanûna qada rezervê ku ji aliyê CHP’ê ve hat vekirin heye. Dadgeha Destûra Bingehîn wê îhtîmaleke mezin qanûnê betal bike. Heta ku têkoşîneke topyekûn neyê kirin û muxalefet, sendîka, saziyên civaka sivîl vê rewşê li rojeva welat negire, ne pêkan e ku dewlet biryarên di berjewendiyên welatiyan de bigire. Tişta ku ji nû ve avakirina bajêr de bingeh tê girtin, ne di berjewendiya mexdûrên erdhejê de ye.”

‘Dengê me nayê bihîstin’

Açikalin bi bîr xist ku dema ku li Hatayê herêmeke biçûk ji qada rezervê hat derxistin, li aliyê din jî ji bo kesên ku li herêmên weke qada rezervê hatin îlankirin dijîn bên tehliyekirin, ceyran û av têne qutkirin. Açikalin diyar kir ku çêkera demografîk a bajêr bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye û wiha got: “Wê çi rewşê biguherîne. Eger daneyên aborî neyên başkirin, dibe ku bi hilbijartina nêz a di sala 2025’an de jî 2026 çarenûsa Hatayê were guhertin. Heta ku ev yek nebe, ne çanda qedîm a vê derê bikaribe xwe îfade bike ne jî wê demografiya vê derê were parastin. Dengê kesên ku li Hatayê der barê vê mijarê de têdikoşin di nav xwe de deng vedide. Partiyên muxalefetê bi taybetî muxalefeta sereke bêdil in. Dema ku dixwazin jî haya wan ji qanûn û sepandinan nîne, tenê ji bo ku biaxivin daxuyanî didin. Me gelek caran got ku ev bajêr terkî çarenûsa ku AKP’ê xêz kiriye tê kirin, lê dengê me nayê bihîstin. Em bi tenê tên hiştin. Bi saya xebatkarên çapemeniyê ku karê xwe bi rûmet dikin, tîştên ku diqewimin têne bihîstin.”

Açikalin diyar kir ku ew ji ber avakirina santralên betonê û kana keviran bi xeteriyeke cidî ya tenduristiya gel re rû bi rû ne û wiha got: “Ev 2 meh in li Hatayê tozeke zêde radibe. Li her derê santralên betonê tên avakirin. Gazên ku ev santral berdidin hewayê ji bo tenduristiya mirovan pir xetereye. Li gorî qanûna hawirdorê ji ber vê yekê destûr nayê dayîn ku santralên betonê li nava bajêr bêne çêkirin. Lê ev qanûn nayê pêkanîn. Ez rastî daxuyaniyeke siyasetmedaran a li ser santralên li herêma erdhejê nehatim. Ev rewş ji bo kanên keviran jî bi vî rengî ye. Komele, sendîka, muxalefet bêdeng in. Ji xeynî me û mexdûran kes xwe pê naêşîne. Em hêvî dikin ku saziyên civaka sivîl û komeleyên li bajêr derbarê sûcên bajêr de bi hestiyar bin û li kêleka gel bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar