Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Adar

Meha adarê ji aliyê xwezayî, dîrokî û civakî ve mehek taybet e. Di aliyê xwezayî de destpêka biharê ye, nûbûna xwezayê ye. Xweza xemla xwe girê dide. Bi hilm û bêhna xwe mirovan sermest dike. Hatina bihar û adarê bandora xwe li ser jiyana mirovan dike. Xweza û însan bi hev re girêdayî ne. Adar wek xwezayê di însanan de jî destpêk û nûbûnek diafirîne. Dilgeşî û rûgeşî li pêş dixe.

Adar ji bo civakên aryenan, bi taybetî ji bo civaka kurd mehek taybet e. Mirov dikare bibêje adar meha kurdan e. Di vê mehê de berxwedan û serhildan heye. Di vê mehê de qetlîam û jenosîd heye. Di vê mehê de qahremanî û lehengî heye.

Meha berxwedan û serhildanê ye. Ji ber ku di vê mehê de Newroz heye. Bihar bi Newrozê dest pê dike. Hêj di destpêka adarê de gel amadekariya Newrozê dike. Dizane ku têkoşîna vê mehê mohra xwe li hemû salê dixe. Zend û bendan badide, adar û Newroz bi ruhê demê re dike yek.

Adar meha jinê ye, ji ber ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar di vê mehê de tê pîrozkirin. 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê wek rojeke pîroz e. Lê jinên kurd 8’ê Adarê bi rengek, dengek û bi coşek cuda pêşwazî dikin. Bi ruh û coşa Newrozê 8’ê Adarê pîroz dikin, Newroz û 8’ê Adarê dikin yek.

Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kirine agir e. Meha Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û serfermandarê efsanewî Egîd e. Meha Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan e. Bi hezaran leheng û pakrewan di vê mehê de bûne agir û Newroz.

Dîsa ji bo kurdan meha qirkirin û komkujiyan e. Komkujiya Helepçe, Komkujiya Newroza Şirnex û Nisêbînê, bûyerên Gazî û Qamişloyê di vê mehê de pêk hatine. Bi dehhezaran însan di destpêka biharê û erîfeya Newrozê de bi destê dehaqên demê hatine qetilkirin.

Gelê kurd îsal bi coş û ruhê berxwedana meha adarê, divê pergala tecrîda li Îmraliyê bişikîne.

Ercan Sezgîn

Nûçeyên Têkildar