Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Adar, Helebçe û Newroza Keskesor

Meha adarê çiqas bihar e, ew qas jî xedar e. Ji bo kurdan xedariyên herî mezin û sereke gelek di meha adarê de qewimîne. Di 12ê adarê 2004an de qetliama Qamişlo pêk hat. Rejîma faşîst a BEASê û nijadperestên ereb dest dane hev maça futbolê bi xwîna kurdan xemiland. Di qetliamê de ji hejmara qetilkiriyan zêdetir a girîng ev bû ku berê çekên qatîlan zivirîbû bi sedan kesan, di armanca wê de qetilkirina wan hemûyan hebû. Roja 12ê adara 2004an çekên faşîst BEASî û nijadperestên ereb 9 kurd qetil û bi dehan kurd jî birîndar kirin. Encama vê qetliamê veguherî serhildana kurdan li seranser Rojava.

Salên 90an Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û deverên din serhildanên Newrozên gelê kurd bi xwînê hatin xemilandin, bi dehan mirov bûne armanca guleyên mirinê yên dewleta tirk.

Di dîroka kurdan de xedariya herî mezin a meha adarê Helebçe ye. Piştî Zîlan û Dêrsimê komkujiya herî qetrehm li Helebçeyê di sala 1988an 16-17ê adarê de qewimî. Birîneke kûr, derdekî giran e Helebçe bo kurdan. Navçeyeke şîrîn, xwezayeke delal rojeke bihêvî ya adarê rastî hovîtî û çavsoriya rejîma BEASeke din hat. Patenta wê BEASê dewleta Iraqê bû. Heta wê rojê li esmanên Helebçeyê tenê şilî û berf dibarî. Wê rojê li esmanên Helebçeyê tenê xezeba mirinê barî û herî kêm ji pênc hezar kurdan re bû goristaneke vekirî.

Careke din dîrokê rûyê xwe yê bêsiûd li kurdan nîşanda û şerê dagirkerên li ser sînor kurd û Kurdistan bû qada mirinê. Çawa ku Ehmenî Xanî gotibû, “Ev rûm û ecem bi wan hesar in/ Kurmanc-i hemî li çar kenar in/ Her du terefan qebîlê kurmanc/ Bo tîrê qeza kirine armanc/ Goya ku li serhedan kilîd in/ Her taîfe seddek in sedîdin” şerê Îran û Iraqê li ser serê kurdan mirin barî. 33 sal berê şer gihîştibû qonaxa dawiyê û artêşa Iraqê ber bi têkçûnê ve diçû. Bi bayê têkçûnê çû ser kurdan û piştî Hîroşîma û Nagazakiyê ji komkûjiya herî mezin yek li Helebçeyê pêk anî. Vê pêvajoyê bi qetliama Enfalê dewam kir. Bi îmzeya BEASê û serokê wê û dewletê Sedam bi hovîtiyeke mezin di sedsala bîstan de komkujiya kurdan li Helebçe û çolên ereban wiha pêk hat. 33 sal in kurd bi hêviya bihar û Newrozê dimînin, bi neleta komkujiyê salvegera qetliama Helepçeyê xem û xemgîniyên xwe bi bîr tînin.

Di heman demê de adar bihar e. Her çiqas di bin barê xemginiya Helebçeyê de dilgiran bin jî, kurd biharê bi coş pêşwazî dikin. Bihar destpêka ji nû ve vejîna jiyanê ye. Di bin axê re hoyên jiyanê aj didin, jiyan ji nû ve dibişkive, hemû bedewiya xwe pêşkêşî  me dike. Em di dilê biharê de tovên hêviyên xwe diçînin, bi agirê biharê nû dikin. Teyrê Sîmûrg li ser baskê keskesorê, me ber bi Newrozê dibe. Adara har û xedar bi destpêka biharê mizgîniyekî radigîne: Newroz.

Newroz çare û melhema hemû harî û xedariyan e. Taca serê hêviyan e. Ji keskesora biharê rengê xwe, ji dîrokê digire dengê xwe. Ji çend hezar salan vir ve diherike, maratona agirê berxwedanê yê bêdawî ber bi pêşerojê pêl bi pêl pêşde digihîne. Bersiva zilma Helebçeyan û hêviyan e. Newroz agirê pêxistî ji bo azadiyê berxwedana kurdan û hemû gelan e.

Newrozê xwe gihandiye çol û beriyê ereban. Duh ji wan çol û beriyan ber bi Qamişlo kujer bi rê diketin, îro li wan axa ala biratiyê û agirê Newrozê bi hev re berz û bilind dibe. Newroz berxwedan e, serhildan e, daxwaza azadî û wekheviyê lê Newroz guherîn e, danguhertin e. Hişmendî û çêja bihevrejiyan e. Di dilê gelan de hişmendiya çanda biratiyê û wekheviyê bi hêviyên xurt geş dibe.

Newroz meşaleya rênînaşandarê berxwedanê di destê Kawayê Hesinkar de, sê çopên agir e, di destê Kawayê Hemdem, agirê gûr e wêrekiye geş dike bedena Zekiyê de û ber bi qadên Amedê herka lêhiya milyonan e, bi rengan behra keskesora dilan e.

Newroz li çiyan pê ket, li deştan û çiyan dewam kir. Al û agirê berxwedanê dîsa li deşt û çiyan e, hê gurtir û geştir berdewam e. Newroz serê neteweyayî li çiyan û zindanan e. Ji Kawayê Hesinkar vir ve tim destan e. Jehrbira hovîtiya neyarê navê wî Tûran e, li Heftenînê asê maye, li Garê tevî ew qas sîlah, teknîk û bi çil teyareyan e.

Gelê kurd bi hêviyên xurt Newrozê pêşwazî dike. Em jî hêvî dikin dikin ku Newroza îsal ji bo yekitiya kurdan bibe destpêk, dijberiya yekitiyê bi dawî bike riya rojên azad veke.

Bi ruhê Newroza keskesor dibêjim bimre komkujî, Helebçe û Qamişlo her dilê me de ne.

Newroza we hemûyan pîroz dikim. Bijî Newroz!

Nûçeyên Têkildar