Dema ku navê meha Adarê tê gotin, her kurd di dilê xwe de hestên cihê dijî. Ji ber ku adar deskpêka biharê, Adar meha Newrozê, Adar meha serhildanê, meha berxwedanê, Adar meha jinan e.
Adar meha koçberî û koçkirinê ye. Gava ku em li dîroka gelê kurd dinêrin, her tim bi hatina Adarê re zivistana reş bi dawî dibe û bi hatina adarê re berfa sipî mîna kefenekî ji ser ruyê erdê radibe. Di her Adarê de kurd radibin ser piyan û her tim Adarê dikin meha vejînê.
Serhildanên Dêrsim û Qoçgîriyê di Adarê de dest pê kirine. Jinên ku tune dihatin hesibandin di Adarê de, di kesayetiya Besê û Zarîfeyan, Sara û Semayan, Rojbîn û Ronahiyan, Bêrîvan û Bêrîtanan, Reşan û Zekiyeyan de dibin vîna jinan, diherikin qadan û li hemberî zilma dewletê ya mêrane serî hildidin.
Lê Adar ne tenê meha vejîn û serhildanê, Adar ji bo gelê kurd meha mirin û qirkirinê ye jî.
Çawa ku kurd di her Adarê de bi ser xwe ve hatine, Dijminên kurdan jî wisa di adarê de êrîş birine ser kurdan, nehiştine gula bihara kurdan bipişkive.
Loma meha Adarê ji bo kurdan meha şînê ye jî. Qazî Mihemed di 31’ê Adara 1947’an de hate bidarvekirin. Adar meha Helebçeyê ye. Pênc hazar gulên helebçeyî di 16’ê Adara 1988’an de bi gazên kîmyewî hatin çilmisandin.
Kawayê hemdem Mezlûm, di 21’ê Adara 1982’yan de, fermandarê efsanewî û sembola lehengiyê Egîd, di 28’ê Adara 1986’an de, Zekiye, Reşan ,Ronahî û Bêrîvan di Adar û Newrozan de bûne cangoriyên welatê xwe.
Her çiqas zilm û zorên herî dijwar di meha Adarê de li ser kurdan pêk hatine jî, gelê kurd tu car serî li ber zilm û zora sertdest û dagirkeran netewandiye.
Kawa di Adarê de serê Deheq pelçiqandiye. Amed di Adarê de diherike Newrozên Qadên azadiyê. Welatê Rojê di Adarê de dixemile û Newrozan vediguherîne raperîn û serhildanan.
Di herikîna 2634 salên dîroka Newrozê de, meha Adarê, ji bo gelê kurd bûye meha vejîn û berxwedanê, bûye meha jinan, jin bûne sembola serhildan û jiyana azad û bi van wateyên ku gelê kurd li meha Adarê bar kiriye, Newroz, bi taybetî bûye Cejna Neteweyî ya gelê kurd û her wiha hemû gelê bindest ên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê.
Jixwe mîna hemû sal û sedsalên derbasbûyî Adar û Newroza 2022’yan jî ligel hemû siyaseta qirêj, ligel hemû astengî, zext, zor û çewisandinan, bû dengê aştiyê, bi peyam û daxwazên ji nava dilê gel û civakê yên ji bo şikandina Tecrîtê, azadiya birêz Ocalan, daxwazên ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî, qadên Newrozê bûn qadên şikandina feraseta serdest û yekperest û her wiha Newroza 2022’yan bû banga daxwazên, azadî, aramî, wekhevî û xuşk û birariya gelan.
Bi hêviya Adar, Newroz û siberojên azad, Cejna Newrozê li gelê Kurd û Kurdistanî li hemû gelên bindest pîroz be.