Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Adar û Serhildan

Em ketin meha Adarê. Ev meh destpêka biharê ye û mizgîniya biharê dide. Mizgîniya biharê jî bi 21’ê Adarê ango Newrozê re dest pê dike. Ew agirê ku demsaleke nû bi xwe re tîne, di heman demê de qirêjiyan jî dişewitîne. Di vê mehê de gelek serhildan û bûyer çêbûne. Gelek şehadet jî di vê mehê de çêbûne û ji bo vê yekê wekî hefteya lehengiyê jî tê pênasekirin.

Agirê ku Kawayê Hemdem ango Mazlûm Dogan ji zindana Amedê pê xistî, bi fîşeka yekemîn ango pêngava 15’ê Tebaxê re geş bû. Fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz jî di vê meha Adarê de şehîd bû. Serhildanên pêşî yên Kurdistanê di vê mehê de dest pê kirin. Lewma jî wekî meha serhildanê tê dîtin. Bi vê mehê re rihê mirovan zindî dibe û geş dibe.

Eger em qala sal û demsaleke nû bikin ew jî meha Adarê ye. Bi taybetî jî Newroz e. Ew roja nû ye yanî. Bi Newrozê re serhildanên kurdan geş bûye. Bi Newrozê re kurdan serî hildaye û xwedî li nirxên xwe derketine. Wateyeke din a vê mehê jî hilbijartina 31’ê Adarê ye. Beriya hilbijartinê jî 8’ê Adarê li pêşiya me ye. Ew jî roja jinan a cîhanê ye. Jinan ji niha de dest bi çalakiyan kirine û vê roja serhildanê pêşwazî dikin. Piştî wê serhildana 12’ê Adarê heye. Ew serhildana ku sala 2004’an li Qamişlo dest pê kir û bi vê serhildanê re hîmê şoreşa 19’ê Tîrmehê hat danîn. Di peyre jî 16’ê Adarê heye. Ew jî kîmyabarana li ser Helebce ye. Sal 1988 bû û li Helebceyê derdora 5 hezar kurd ji aliyê rejîma Sedam Husên ve hatin qetilkirin. Ev jî rojeke reş e di dîroka Kurdistanê de.

Roja herî xweş jî Newroz e. Ew agirê Newrozê ye ku dilê kurdan geş dike û mizgîniya rojeke nû dide. Bi vê rojê re demsaleke din tê. Ew jî bihara kurdan e. Li Kurdistanê bihar dest pê dike û kulîlk dibişkivin. Piştî zivistanê deriyê biharê vedibe û êdî her der şên dibe.

Ev meha şîn û şahiyê ye di heman demê de. Ji bo her kesî birînek vê mehê an jî pîroziyek wê heye. Lê ya esasî jî ji bo tevahiya gerdûnê guherîna demsalekê ye. Bi 21’ê Adarê re li rojhilata navîn agirê Newrozê geş dibe. Bi wî agirî re qirêjiya Dehaq tê şewitandin. Li Kurdistanê jî agirê li dijî faşîzmê geş dibe. Agirê ku faşîzma AKP-MHP’ê bişewitîne gur dibe.

Di 21’ê Adarê de agirê Newrozê wê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê were pêxistin. Ev agir wê heta 31’ê Adarê pêxistî bimîne. Ji ber ku ew roj jî roja hilbijartinê ye. Di vê hilbijartinê de wê Dehaqên demê ango Erdogan û Bahçelî derbeke din bixwin. Di her hilbijartinê de careke din li têkçûna xwe dinêrin. Îsal jî wê dîsa bibin şahidê vê yekê. Yên dijminatiyê li qewmên Arî bikin wê bişewitin. Erdogan û Bahçelî jî mînakên wê ne. Kul û derdê wan ewe ku kurd nebin xwedî tiştek. Siyaseteke bi vî rengî tenê zerarê dide civakê. Eger derdê wan Tirkiye bûya, ev zilm li civakê nedikirin. Lewma jî xelasiya ji van Dehaqan mumkun e û dikare pêk were. Tenê divê em jî bibin Kawayên Hemdem û li gorî rihê vê mehê tevbigerin.

Nûçeyên Têkildar