Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Adara piştî Garê

Meha adarê ji aliyê xwezayî, dîrokî û civakî ve mehek teybet e. Di aliyê xwezayî de destpêka biharê, nûbûna xwezayê ye. Xweza xemla xwe gire dide. Bi hilm û behna xwe mirovan sermest dike. Hatina bihar û adar bandora xwe li ser jiyana mirovan dike. Xweza û însan bi hevre girêdayîne. Adar wek xweza di însanan de ji destpêk û nûbûnek diafirîne. Dilgeşî û rûgeşî li pêş dixe.

Adar ji bo civakên aryenan bi taybet ji bo civaka kurd mehek taybet e. Mirov dikare bibêje adar meha kurdan e. Di vî mehê de berxwedan û serhildan heye. Di vî mehê de qetlîam û jenosîd heye. Di vî mehê de qehremanî û lehengî heye.

Meha berxwedan û serhildanê ye. Ji ber ku di vî mehê de Newroz heye. Bihar bi Newrozê dest pê dike. Hêj di destpêka adarê de gel amadekariya Newrozê dike. Dizane ku têkoşîna vî mehê mohra xwe li hemû salê dixe. Zend û bendan badide, adar û Newroz bi ruhê demê re dike yek.

Adar meha jinan e, ji ber ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar di vî mehê de tê pîrozkirin. 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê wek rojek pîroz e. Lê jinên kurd 8’ê Adarê bi rengek, dengek û coşek cuda pêşwazî dike. Bi ruh û coşa Newrozê, 8’ê Adarê pîroz dikin. Newroz û 8’ê Adarê dikin yek.

Adar meha ku agir bûye mirov û mirovan xwe kiriye agir e. Meha Kawayê hemdem Mazlum Dogan û serfermandarê efsanevî Egîd e. Meha Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan e. Bi hezaran leheng û paqrewan di vî mehê de bûne agir û Newroz.

Dîsa ji bo kurdan meha qirkirin û komkujiyan e. Komkujiya Helepçe, Komkujiya Newroza Şirnex û Nisêbînê, bûyerên Gazî û Qamişloyê di vî mehê de pêk hatiye. Bi deh hezaran însan destpêka biharê û di arîfeya Newrozê de bi destê dehaqên demê hatine qetilkirin.

Gelê kurd îsal adar, bi pêngava dem dema azadiyê û bi nav û dengê berxwedana Garê pêşwazî dike. Şerê li Garê hemû planên dewleta tirk têk bir. 6 meh di asta herî jor de  li ser ve plana Garê amadekarî hatibûn kirin. Planek mezin û berfireh bû. Hêvî û bedewariyek wan ê mezin hebû. Lê berxwedana Garê hemû planên wan ê vî salê vala derxist. Hêvî bendewariyên wan şikand û tarûmar kir. Ji ber vê yekê jî her roj li ser Garê diaxivin nîqaş û polemîkan dimeşînin. Dewleta tirk kete nav qeyranek. Hevsengiyên di nav dewletê de li bin guhê hev ketin. A niha şaş û fahş bûne. Hevkar û hevsengiyên wan ê Rojhilata Navîn hejiya û ket nav belavbûnê. Gelê kurd û dostên wî bi berxwedana Garê moral û coşek mezin girt. Sekeftinek siyasî, leşkerî, civakî, derûnî bi dest xist. Bi vî ruh, coş û moral adara îsal tê pêşwazîkirin. Garê komploya duyem têk bir. Bingeha serkeftinê avêt. Wê adara îsal li ser vî bingehî were pêşwazîkirin. Dê adar bibe Garê, Garê bibe adar.

Nûçeyên Têkildar