Ez ê îro ji we re qala çîroka Adem û Hewwa bikim. Bêguman we gelek caran ev bihîstiye û bi şîroveyên cuda we xwendiye û dibe we bi xwe jî pênaseyek cuda jêre diyar kiribe. Li gorî min ew çîrokekî pir jêhatî ye û ji bo mirov bikeve ferqa rastiya xwe de, hebûna xwe fam bike çîrokekî pir xweş e. Ji ber ku ew çîrok di derheqê me de ye ango di derheqê tevahî mirovahiyê de ye, em hemû yek zindiyekî hevpar û ji hev ne qutin. Em weke jin û zilam heman hebûn û em mirovên destpêkê ne.
Dema ev çîrok hatî destpêkirin em di baxçê bihuştê de bûn. Dema em bi xwe bûn, xwediyê cewherê xwe û rastiya xwe bûn em di bihuştê de bûn. Ew bihuşt cihekî aram, xweşik, keyfxweşî, azadî û bi heskirinê hatîbû hunandin. Ji bo me her tişt bingehê xwe ji heskirinê dihat û wisa dihat jiyîn. Em li beramberî hev rêzdar, bi heskirin, bi bawer û di nava komînaltiyekê de bûn. Bi xweda re em yekbûn ji ber ku çavkaniya xuluqkariyê re em hemanbûn. Tiştekî bi navê tirs di navbera me û xweda de tune bû, ew xwedayê heskirin, edalet û dengeyekê bû ango xweda û em yek bûn. Di bihuşta serzemîn de hertişt pir bi wate û xweş dihat jiyîn. Bi çavê rastiyê û hertişt weke cewherê xwe heyî dihat dîtin. Tu hewldanên rewşên cuda me ne dida nîşandan.
Li gorî çîrokê di baxçeyê bihuştê de du dar hene. Yek ji wan dara jiyanê ya din jî dara zanînê bû. Dara zanînê darekî pir heybet, xwedî fêkiyek pir jêhatî bû. Xweda ji me re gotibû bi tu şêweyî xwe nêzîkî wê darê nekin, ger hûn ji fêkiyê wê darê bixwin hûn ê bimirin. Ji ber mereqa xwe, keşifkirin û zanabûnê em çuyîn me ew dar ji fêkiya wê tahm kir. Di çîrokê de dibêje li ser wê darê hêlîna marekê heye, ew mar jî bi jehriye. Dibêjin ew mar berê milyaketek a rastî û heskirin belavkirinê bû lê ka ji ber çi kêmaniyê êdî rastî û heskirinê belav nake berevajî wê her tişî dike. Li şûna heskirinê tirs, ne rastî êdî direw belav dikir. Ango ew mar weke Mîrzayê Derewîn bû. Dara zanistê bi direwan jehr kirî bû. Em çûyîn me ew dar dît û ji ber ku em saf paqij bûn û me ji her tiştî û herkesê bawer dikir bi demjimêran ew mar bi me re ket danustandinê her axivî û axivî, çi heye hemû ji me re ragihand. Dema em zarokbûn û kesên bi temen ji me re çîrok digotin pir bi baldarî û bi dîqat me guhdarî dikir, ji me re tiştek zanîn pir xweş dihat û me jî her guhdarî dikir. Lê yê vêcarê diaxivî Mîrzayê Direwan bû. Bêşik wî dest bi direwan dikir û ew direw hemû li me kom dibûn. Me ji direwên wî bawer kir û xetaya herî mezin me kir. Dara zanînê fêkiyê wê xwarin bû dara direwan. Kêliya me sêv gezkir bi xwarina wê re direw jî kete hindirê me. Dema me direwek xwar û ew kete hindirê me êdî em ji wê direwê bawer dikin û li gel me jiyan dike. Zêhna me têgeh, peyv, nêrîn û fikran digire û bi wan re jiyan. Dema kesek derewekê ji me re bike û em jê bawer bikin êdî ew di hindirê me de zîl dide. Mîna kulîlkekê dibişkive û rengên cuda dide me. Dema em wê ji kesek din re dibêjin êdî em polenê derewan belav dikin. Bi vê re hem aqlê me hem jî zêhna me bi wê re tevger dike, tişta em dizanin tenê dibe direw. Her fêkiyê sêva me xwarî mîna dendikekê lê hat û di her kesê me pêra parvekirî de niha zîl dide.
Her yek ji me bûye xwediyê dara Mirzayê Derewîn. Ew pergala me ya baweriyê ye niha, ew çêkera hertişê em jê bawer dikine. Ango Mirzayê Derewîn di aqlê me de dijî.
Ev çîrok dide nîşandan ku bê em çawa ji bihuştê ketin dojehê. Me êş, acizî, kîndarî, derew, kuştin, bê heskirinî li xwe barkir û em niha hemû nexweşin, nexweşên bê derman. Em êdî hertiştî ne bi çavê rastiyê bi çavê direwan temaşe dikin. Tenê bi aqlê xwe re em dijîn û bi derewan me hev xapandin. Êdî em di bihuştê de najîn. Ji ber ku cihê derewan di bihuştê de tune ye. Me bihuşta xwe ya ser zemîn wisa winda kir, ji dil derbazî aqlê xwe yê derewker, bêçare û zeîf bûn.
Beriya wê me rastî taxivî, jiyan dikir û parve dikir, bêyî tirs, bi heskirin û di nava baweriyê de me jiyan dikir. Bi xwarina sêvê re em fêrî şerm û sucdarkirinê bûn. Me xwe weke ku ne temamin, ne xweşikin, xwe naecibînin dît û heman şêwazî wisa nêzî kesên din jî bûn. Bi kesê beramber sucdarkirinê ji hev cudabûn, hev famnekirin derket holê. Êdî li beramberî hev ne başbûn, li dijî hev hertiş me da destpê kirin. Hemû xuluqkariyên xweda me lêpirsînkir û êdî me ji xweda jî hesnekir, me êş kişand û hem xwe hem kesên din hem jî xweda sucdarkir. Êdî me bawer nekir ku xweda bi heskirin û bi edalete. Me wisa zanî ku wê xweda me ceza bike û bi êşîne. Ev direwek bû, me jê bawer kir û xwe ji xweda cudakir ango xwedabûna xwe ya em parçeyek ji wê bûn. Gunehê yekem em ketînê ev bû ku me direw kir, em li dijî rastiya xwe derketin û me direw girt. Bi wê re gunehên me yên din jî derketin holê, heryek ji van gunehan ew bû ku me li xwe dikir û em li dijî xwebûna xwe derdiketin. Ger em niha bê heskirinin, bê bawerî ne, bê keyfxweşî ne, bê aramî ne hemû ewe ku em di aqlê xwe de xwe dixapînin. Em niha baştir hev têşînin, baştir êş didin hev, hev aciz dikin, hev dixapînin, dest ji hev diberdin, şer dikin, dixapînin. Li ser van direwan em şeran li beramberî hev dikin û hev qetil dikin. Em her ya aqlê xwe dikin û têne xapandin, ew dibêje, dibêje, em jî guhdarî dikin û di encam de mirina ruhî, bedenî jiyan dikin. Hestên mirî û hîsên ketî yên aqlê me dide ser me ferz dike re jiyan dikin. Di nav 24 demjimêran de hertişî em sucdar dikin lê em tu caran li xwe nazivirin em çima wisa dikin. Hertim hesudî, çavbirçîtî, reşkirin di aqlê me de derbaz dibe.
Em zarokên biheştêbûn, niha her yek ji me bûye dujeheke agir ji çav û devê wan difire. Em ne aydê zanîst û tiştên li aqlê me barkirine, dema em biçukbûn yek ji wana li gel me nebû. Dema em nû fêrî axaftinê jî dibin hertim rastiyê dibêjin lê hêdî hêdî malbat, dibistan, civak û pergala em têde direwên xwe fêrî me dike û em jî direwan dikin. Niha her yek ji me li xweda digere, dixwaze bizane, kiye, çiye, çawane. Her yek ji me li azadî, başî, keyfxweşî, heskirin, edalet, xweşiktiyê digere û vêya jî bi aqlê xwe yê hatî şêwedan û bi direwan tejî re dixwaze bizane lê wê tu caran bi vê rêyê nekare xwe bigihîne rastiya vê yekê. Di rastiyê de em li xwe li heqîqeta xwe digerin, li xwedabûn, xweşiktî, edalet, biheşta xwe digerin. Em niha mirîne ji ber ku me rastiya xwe ji destda, bi sêva gez kirî re niha yê jiyana me jiyan dike Mîrzayê Direwane ango fikrê me, zîhniyeta me. Di rastiyê de em her di nava wî baxçê buheştê dene lê ji ber çavê me, aqlê me bi zanîstê tejî bûye em nabînin.