Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Afganistan ji me re çi dibêje?

Li pêş çavê hemû cîhanê weke ku Talîban di nava du mehan de tevî paytext Kabûlê hemû parêzgehên Afganistanê bi dest xistibe, lîstieke trajîk hat lîstin. Rêveberiya Eşref Ganî Afganistan tevî perê xelkê terikand. Reviya. Xelkê afgan jî ma li benda rehmê kêr û şûrên Talîbanan.

Ev çawa çê bû? Ma Talîban ewqas xurt bû? Çima artêşê li ber xwe neda? Amerîka çima afganan li ser piştê hişt? Pirsên di van demên dawîn de gelek tên pirsîn û nîqaş li serê têne kirin ev û yên weke van in. Li bi ya min pirsa dawîn hem pirseke şaş e û hem jî lazim e li serê nîqaşên berfireh were kirin.

Li vir her çiqas behsa Amerîkayê tê kirin jî qesta xwe hêzên mezin ên cîhanê ne? Bi Amerîkayê re NATO’yê jî hêzên xwe ji Afganistanê vekişand. Helbet ev proje beriya bi du salan dest pê kiribû. Rêveberiya Trump gotibû û Biden jî pêk anî. Ango nîzama muesses a Amerîkayê çi komarger çi demokratk bi heman şêweyî tevgeriyan. Hevdîtina di navbera Amerka û Talîbanê de beriya du salan dest pê kir. Wisa xuya dike ku Talîban li gorî vê peymanê desthilatdariyê dewr girt.

Di vir de gelek derdor destnîşan dikin ku Amerîka bi vê gava xwe îtîbara xwe ji dest daye. Yên vê dibêjin bi taybetî dîmenên balafirgeha Karzaî nîşan didin ku bi hezaran kes xwe avêtine bextê amerîkiyan ku wan bi Air Force xwe ji Talîbanê rizgar bikin. Heta mirovan xwe bi baskên balafiran digirtin. Erê dîmen ev bûn. Lê li vir ez ne bi wan kesan re me ku Amerîka îtîbara xwe ji dest daye. Amerîka tu carî nebû xemxwirê  xelkê afgan. Helbet tu carî nebûye xemxwirê miletekî din jî tevî milletê xwe. Hisab hîn mezintir e. Û îtîbar di nav vê planê de tişta ku herî dawî were behskirin e.

Dinya alem pê dizane ku Talîban bi hêza Pakistanê karîbû heta niha xwe bi rêxistin û qewet bike. Nexwe di lîstikê de cihê Pakistanê jî heye. Jixwe welatê ku destpêkê desthilata Talîbanan nas kir jî Pakistan bû. Pakistan li vir weke dewleta tirk bi xwedîkirina talîbanan li herêma xwe detê xwe bi hêz kir. Weke ku dewleta tirk çawa ku bi rêya çeteyên DAIŞ û El Nusra û çeteyên din ên li Sûriye, Lîbya, Iraq û deverên din xwedî dike.

Ji ber wê jî dema li mijara Afganistanê dinêrim rasterast polîtîkayên belavkirina faşîzma tirk a rejîma AKP-MHP’ê dibînim. Çawa ku dewleta tirk bi rêya çeteyên xwe Rojhilata Navîn, Rojhilatê Derya Spî kir meydana şerê qirêjî, bi Talîbanan re jî planeke wisa di dewrê de ye. Aqlê dewleta tirk û aqlê Pakistana li dû Talîbanan wisa xuyaye ji heman çavkaniya bi jehr xwe xwedî dike. Ku heke mirov li vir weke hegemonya cîhanî pênase bike wê ne şaş be.

Li dijî polîtîkayên dagirkeriya tirk Tevgera Azadiyê û ramanên Rêber Apo ku rêya sêyemîn, xwerêxistinkirin, xweparastina ku xwe dispêre Netewa Demokratîk kir ku dewleta tirk negihêje mexseda xwe. Jixwe şer jî ji ber vê dewam dike. Lê li Afganistanê cihê trajediyê ye ku ev fikr û raman û rêxistingeriya li dora vê ramanê baş nayê naskirin.

Afganistan, Sûriye, Iraq, Sûriye, Îran heta welatên ku bûn cihê çalakiyên ‘Bihara Erebî’ hemû nîşanî me didin ku tekane rêya hebûn û azadiyê hêza cewherî ye, birêxistinkirina vê hêzê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Yan na ji bo çûyîna Amerîkayê encax mirov bibêje ‘Çavê li deriyan xwelî li seriyan.”

Nûçeyên Têkildar