Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Afirînerê dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’  Abdullah Ocalan e’ 

Sara Aktaş bi bîr xist ku "Jin jiyan azadî" veguheriye tevgereke hevpar a jinan û got: “Yê ruh daye vê dirûşmeyê û ew çêkir Rêber Apo ye û yê wê bi ruh û can kiriye jî bi pêşengiya jinên kurd, hemû jin in.”

Felsefeya “Jin jiyan azadî” ku bingeha têkoşîna 45 salan a tevgera azadiyê ya kurd de, salek e di serî de li Rojhilatê û bi giştî jî li Rojhilata Navîn wekî avakirina jiyaneke nû bi ruh û can dibe. “Jin jiyan azadî” ku ji bîrdoziya azadiya jinan a RêberêGelê Kurd Abdullah Ocalan vejiyaye, ji dirûşmeyekê wêdetir wekî dirûvê avakirina pergaleke nû bi ruh û can dibe.

Jinên îranî yên li dor vê felsefeyê kom bûne, ev salek e li hemberî rejîma molayê li ber xwe didin. Aktîvîsta mafên jinan Sara Aktaş felsefeya navborî û têkoşîna dîrokî ya jinan a Îranê nirxand.

‘Ji dîrokê ve ev erdnîgar cihwarê li dijî feraseta mêrsewer e’

Aktaş bilêv kir ku serîhildana “jin jiyan azadî” ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û li seranserê cihanê belav bû, bi taybetî bû rojeveke sereke ya tevgera jinê ya Kurdistanê. Aktaş destnîşan kir ku ev serhildanê xwedî mîrateyeke dîrokî ye jî û wiha got: “Mirov dikare behsa du demarên berxwedana dîrokî yên bingehîn ku vê çalakîbûnê gur kirin. Yek; çanda zexm a ku Îran xwe dispêrê û têkoşîna jinan e. Her wiha ev erdnîgarî bi kevneşopiya xwe ya dîrokî û çanda berxwedanê ya civakî, cihwarekî berxwedanê yê li dijî şaristaniya navendî û pergala dewletê ye. Bi qasî ku em ji dîrokê dizanin navendeke sereke ya serhildanên Hurremiyan, Mazdekan û Babekê ye. Her wiha erdnîgariya ku Hurrem Bînt-î Kade, Banû Khorremdîn, Aferît, Quretulayn, Mîna Qazî û Qedem Xêrê û cihwarê li dijî feraseta mêrsewer e.”

Aktaş bilêv kir ku jin di serdema Monarşiyên Qaçar û Pehlewiyan de li hemû qadên jiyanê dînamîkeke girîng bûne û got ku rêxistinên jinên welatparêz ên di sala 1906’an de hatine avakirin, di berxwedana li dijî Xanedana Qaçarê de xwedî rol û risteke girîng bûne. Aktaş anî ziman ku jinên Îranî cara ewil di vê pêvajoyê de wekî aktoreke civakî derketine holê û doza bidawîbûna cihêkariya li hemberî jinan kirin. Aktaş wiha domand: “Motîvasyona sereke ya tevgerên jinan ên piştî 1976’an derketin holê jî, ew bû ku jin wan mafên xwe yî bi şoreşê ji destçûyî car din bi dest bixin û di qada cemaweriyê de mecbûrîbûna sergirtinê bê betalkirin.”

Aktaş bi berdewamî li ser têkoşîna jinan a li Îranê sekinî û bal kişand ser 20 salên dawî yên li Îranê. Aktaş destnîşan kir ku bi taybetî di 20 salên dawî de li Rojhilatê û Îranê gelek pirsgirêkên civakî rû dane û bal kişand ser qeyrana aborî, zextên siyasî, sînordarkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, qanûna sergirtinê û gelek pêkanînên zayendparêz-dînparêz-faşîst û geleks erîhildanên li dijî van pêkanînan. Aktaş bilêv kir ku mirov nikare van rûdanan li derveyî vê damara berxwedanê ya dîrokî binirxîne.

‘Yê ruh daye vê dirûşmeyê û ew çêkir Rêber Apo ye’ 

Aktaş bilêv kir ku mirov dikare ji bo vê berxwedana ku li dor dirûşmeya “jin jiyan azadî” li pêş ket bibêje ku ev kêliyeke pêngavî ya dîrokî û dînamîkeke şoreşî afirandiye û ev tişt gotin: “Gelekî hat nîqaşkirin ku dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ ya kê ye. Lê belê ji vê girîngtir, kî ruhê vê geş kiriye û kê ev dirûşme veguherandiye felsefeyeke berxwedanê. Ev dirûşmeya ku maka wê Kurdistan e, di rênîşanderiya Rêber Apo de ji aliyê tevgera jinê ya kurd li Kurdistanê hatiye destpêkirin û pêşxistin û bûye nexşerêya jiyan û têkoşînê. Ango afirînerê vê dirûşmeyê rêberê bîrdozî yê tevgera jinê ya kurd Rêber Abdullah Ocalan e. Bê guman di gelek zimanên di koma çanda aryeniyê de peyvên ‘jin’ û ‘jiyan’ ji heman kokê tên. Lê Rêberê Apo ‘azadî’yê jî li vê kokê zêde kiriye. Lewma bi ya min ê ku ruh daye vê dirûşmeyê û ew çêkir Rêber Apo ye û yê wê bi ruh û can kiriye jî bi pêşengiya jinên kurd hemû jin in. Ji lew re Rêber Apo bi tespîta xwe ya ‘Jiyana bi efsûn li vir vejiya; li Kurdistanê wekî jin û jiyanê pêk hat. Lê piştî bi hezaran salan jiyan vê carê di hiyerarşî û desthilatdariya dewletan de di berbiçavkirina jin û jiyanê de li heman cihwaran hat windakirin’ dide der ku bê ev dirûşme xwe disipêre çi.”

‘‘Jin jiyan azadî’ ne dirûşmeyek e, manîfestoyeke têkoşînê ye’

Aktaş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jin jiyan azadî’ ne dirûşmeyek e, manîfestoyeke têkoşînê ye. Hêza xwe ji bîr û baweriya ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê digire. Dide der ku gava hemû dînamîkên civakî li dor ‘jin’ê kom bibin, bê çi qas bihêz û zornebirî ye. Ew qîrîn e ku ji cihanê re dibêje tu tişt ji azadiyê û jiyaneke birûmet ne biqîmettir û bihêztir e. Tê wateya ku ev îrade bibe îradeyeke civakî û veguhere berxwedaneke gerdûnî. Helbet piştgiriya global a di heyamên ewil ên serîhildanan de û li seranserê cihanê çalakiya porqusandinê di herikîna şoreşa ‘jin, jiyan, azadiyê’ de roleke girîng lîstiye. Li seranserê cihanê li dijî faşîzma dînî ya zayendparêz wêrekiya berxwedanê birêxistin kiriye û beriya her tiştî jî careke din hêviya serketinê bi ruh û can kiriye. Ev bi awayekî pir aşkere û zindî daye der ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinê. Ya herî girîng jî ya ku pêşengiya vê sedsalê motîve dikin jî têkoşîna radîkal a jinên kurd e.”

Aktaş di dawiya nirxandina xwe de bilêv kir ku hêla mayinde û esas a pêvajoya şoreşî ya “jin jiyan azadî” ew e ku daye der ku jiyaneke azad û wekhev a ji bo hemû mirovahiyê pêkan e. Aktaş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewma pêvajoya şoreşî ya ‘jin, jiyan, azadî’yê di dîroka mirovahiyê de pir zêde cihekî birûmet heq kiriye. Û serkeftina vê şoreşê û binketina wê jî tenê ne gelê kurd û jinan, hemû gelên li herêmê û tevgerên jinan ên cihanê eleqedar dike. Lewma peywira jiyanî ya kesên ehlê demokrasî û wekheviyê û kesên li cem bindestan in û kesên yeqîn dikin cihaneke din pêkan e ew e ku xwedî li pêvajoya şoreşî ya ‘jin, jiyan, azadiyê’ derkevin, piştgiriya wê bikin û ya herî girîng jî vê şoreşê wekî şoreşa xwe û siberoja xwe bihesibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar