Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Agahî ji kurdên hatin binçavkirin nayê wergirtin

Dewleta Îranê li bajarê Şinoya rojhilatê Kurdistanê operasyonên binçakirinê da destpêkirin, 2 kesên din binçav kir. Hat ragihandin ku ji 5 kesên di rojên dawî de hatine binçavkirin agahî ji wan nayê girtin.

Rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyonên binçavkirina kurdan kiriye. Her roj bêhincet kurdan binçav dike û agahî ji binçavkiriya nayê girtin. Pêla binçavkirinê ya li bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê ku di rojên dawî de zêde bûye, zext û zordariya dewleta Îranê careke din anî rojevê. Piştî ku sê welatî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin, îro hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê bi ser malên du welatiyên din yên ji Şino de jî girt û binçav kirin. Li gor rapora Rêkxistina Mafên Mirovan, îro welatiyên binavê Selîm Zulqerneyn, Sabîr Zulqerneyn ku xelkê gundê Hesen Nûran yê girêdayî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di encama serdegirtina malan ya ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê ve, li ser daxwaza dozger hatine binçavkirin.Xizmên van kesên hatine binçavkirin dibêjin hêzên ewlekariyê yên Îranê bi awayekê tund bi ser malan de girtine, wan kesan bi zorê ji malê derxistine û ber bi cihekê nediyar ve birine.

Çend roj berê jî sê welatiyên din yên binavê Mihemed Resûlpûr, Idrîs Karsaz û Kemal Quabî hatine binçavkirin û ber bi cihekê nediyar ve hatine birin. Li gor gotinên xizmên van her pênc welatiyên hatine binçavkirin, heta niha derbarê sedema binçavkirinê û cihê ku welatî lê tên girtin de tu agahî negirtine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar