PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Agahî ne bes e

Berxwedana grevên birçîbûnê, hem pêvajo anî qonaxeke nû, hem jî rewşa çalakvanan gihîşt asteke krîtîk. Berxwedana grevên birçîbûnê bi pêşengiya 6 jinên girtî yên li zîndana Elezîzê û Leyla Guven dest pê kir. Piştre jî 27’ê mijdarê, li gelek girtîgehan, girtiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li derve jî li başûrê Kurdistanê (Mexmûr, Hewlêr û Silêmanî), Ewropa û bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê dest pê kirin. Amed xwe amede dike ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkeve. Wiha xuya ye ku dê berxwedan bigihîje asteke nû.

Piştî çalakiyên grevên birçîbûnê, dewleta tirk birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bir Girava Îmraliyê. Ji 2016’an vir ve, cara yekem e ku bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin tê kirin. Agahîwergirtin û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re girîng e û encama berxwedana gelê kurd e. Lê armanc ne agahî wergirtin û hevdîtinek ji rêzê ye. Armanc şikandina polîtîkayên li Îmraliyê ye. Ji ber ku li Îmraliyê polîtîkaya tecrîdkirinê, li ser gelê kurd, polîtîkaya rûxandin û teslîmgirtinê tê meşandin.

Ev 4 sal in bi awayekî hovane û dijmirovî, li her cihî êrîşî destkeftiyên gelê kurd hat kirin. Ji bo bi ser kevin, hemû îmkanên xwe seferber kirin. Gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî  vê yekê berxwedaneke bê hempa meşand. Ev berxwedan pêşî li Îmraliyê dest pê kir û xwe gihand hemû deşt, çiya û bajaran. Di encama vê berxwedanê de, dewleta tirk ket nav qeyraneke siyasî, aborî û pergalî. AKP qels bû, bi tena serê xwe êdî nikare bibe desthilatdar. Wiha here MHP jî têr nake. Pergala dewleta tirk bela wela bû, aboriya wê ji ya Sûriyeyê xirabtir bû. Dagirkirina Başûr vala hat derxistin, Bakurê Sûriyeyê jî bi heman hêza xwe li pêyan e.

Di demên dawî de liv û tevgera DYA’yê li Rojhita Navîn gihîşt asteke cuda. Biryara vekişîna ji Sûriyeyê, hevdîtinên bi Tirkiye û Iraqê re, hevdîtinên rêveberiya bakurê Sûriyeyê bi rejîm û Rûsyayê re nîşaneya pêvajoyeke nû ye. Ev qonaxa nû bi xwe re tifaq û hevsengiyên nû tîne. Gef û şantaja dewleta tirk li ser Rojava, ji tirsa dilê wan e. Li Idlibê hevalbendên dewleta tirk ji aliyê El Nusra vê hatin tasfiyekirin. Polîtîkayên li Idlibê jî li ber îflasê ne.

Ji ber vê yekê bilindkirina berxwedan û têkoşînê dê encamên girîng derxe holê. Gelê kurd gelekî bi rûmet û bi wijdan e. Dê xwedî li keç û xortên xwe yên li zindanan derkeve. Hevdîtinek têr nake. Divê polîtîkayên tecrîd û qirkirinê bên şikandin. Şikandina tecrîdê, têkçûna faşîzmê ye. Faşîzm dilerize û dê dawî lê were.

Nûçeyên Têkildar