Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Agahiya we ji tecrîd û îşkenceya li ser girtiyan heye?

Îqtîdara AKP-MHP’ê li dijî girtiyan şerê taybet dimeşîne. Polîtîkayên dijminatiyê dimeşîne. Hemû kes vê yekê dibêjin. Ev rastiyek e. Em çiqas rewşa girtiyan hîs dikin? Çima em li dijî îşkenceya li ser girtiyan bêdeng in?

Em hemû kes rastiya AKP-MHP’ê dizanin. Em hemû dibêjin polîtikayên înkar, îmha, parçekirinê dimeşîne. Bi birçîbûnê terbiye dike. Bi şer dixwaze bitirsîne. Eger em hemwelatiyê vî welatî bin û li vî welatî dijîn; wê demê mafê me yê zagonî, civakî, siyasî, hiqûqî, aborî, tenduristî, perwerdehî, zimanê zikmakî, parastin û azadiya ramanê heye. Ger ku ev mafê me ji aliyê zagonên navdewletî ve hatibe erêkirin wê demê divê em vî mafê xwe bi destê tu kesan de bernedin. Eger em mafê xwe neparêzin û bi destê îqtîdar û hikûmetan de berdin, mafê axaftin, parastin û jiyanê ji me re namîne. Mafê rêxistinbûn û siyasetê ji me re nahêlin. Mînaka vê yekê jî îro em li girtîgehan dibînin û dijîn. Berî her tiştî divê em hemû kesên aştî, demokrasî, edalet û mafên mirovan diparêzin baş rastiya li girtîgehan bibînin û hîs bikin. Divê em hemû kesên ji bo edalet û mafên mirovan têdikoşin bi lez guh bidin dengê girtiyan û li mafên wan xwedî derkevin.

Ji ber ku em hemû bi yek dengî û tifaqî li mafê xwe yê civakî û gerdûnî xwedî dernakevin û vî mafê xwe yê mirovî û xwezayî naparêzin, îqtidara ku bi hişmendiya kapîtalîzmê tevdigere, ji vê lawaziya me sûdê digere û me parçe dike. Dihêle ku em her yek tekakesî mafê xwe biparêzin. Çima? Ji ber ku hikûmet û hişê wê yê kapîtalîzmê ji jiyana komînal, tifaqî, civakî û rêxistinî ditirse. Dizane ku cihê civak û hevparî hebe, fikrên xurt û ruhekî xurt lê heye. Dizane ku cihê ruhê xurt û tifaq lê hebe, muxalefet û rêxistinek xurt lê heye. Ji ber vê yekê naxwaze ku kesên pêşengiya vê yekê dikin derkevin holê. Yên ku derdikevin jî wan wekî dijminê dewletê, dijminê cemaweriyê pênase dikin. Rastiyê berovajî dikin. Heqîqetê berovajî dikin. Yên mafdar û mazlum wekî sûcdar dibinin. Xwe jî wekî parazvanê vî welatî û parazvanê edalet û demokrasiye dibînin. Mînaka vê yekê li Tirkiyeyê pir şênber û zindî ye.

Îro li Tirkiyeye bi hezaran kesên rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, parazvanên mafên mirovan, bijîşk û parazvanên mafê jinan girtîne. Em bi çend navan dikarin şênbertir bikin. Minakên vê yekê gelek in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23  sal in di tecrîda giran de tê girtin. Li gel ku hemû hewldanên wî ji bo aştî, diyalog, çareseriya kêşeya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ne, salek e bi tu awayî agahî jê nayê girtin û di tecrîdek giran de dijî. Siyasetmedar û parazvana mafên mirovan Aysel Tûglûk girtiya nexweş a giran e. Lê naye berdan. Ji nexweşiya wê jî bawer nakin. Siyasetmedar û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji ber li dijî şer derket girtiye û ceza lê hatiye birîn. Siyasetmedar û bertevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji ber mafê jinan û aştî parast girti ye û 30 sal ceza lê birîne. Siyasetmedar, bijîşk û qasidê aştiyê Îdrîs Balûken ji ber qasidiya aştiyê kir girtî ye. Kalê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê ku dewletê sûcê xwe avêt ser wî û 26 sal in girti ye. Ji bo dewlet sûcê xwe teşîr neke li gel nexweşiyên giran û temenê 83 salî wî serbest bernadin. Şaredarên bajarên mezin ên Amedê Gultan Kişanak, Selçûk Mizrakli, Bekîr Kaya û gelek şaredarên din girtî ne. Ji bo gel nikaribe xwe bi rêve bibe û îqtîdar bi hêsanî talanî, wêranî û diziyê li bajarên Kurdistanê pêş bixe, wan wekî ku alîkari bi PKK’ê re kirine nîşan dide û bernade. Hevserokên berê yên HDP’ê  Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş ji ber siyaseta demokratîk kirin girtî ne. Bi hezaran girtiyên nexweş li gel raporan nayên berdan.

Bi deh hezaran girtiyên siyasî di bin tecrîda giran û şerê taybet ê îxtîdara AKP-MHP’ê de dijîn. Gelo em çiqas şerê taybet û dijwar ê li dijî girtiyên siyasî tê meşandin hîs dikin û dibînin. Em çiqas dibin dengê wan. Em çiqas li girtiyên siyasî xwedî derdikevin??? Li Wan, Amed û Îzmirê nêzî 20 malbat ji bo bibin qêrîn û hawara wan çalakiyên Nobeda Edaletê li dar dixin. Bang li hikûmetê dikin. Bang li malbatên girtiyan dikin. Bang li parazvanên mafên mirovan dikin. Bang li hiqûqzan û tenduristîvanan dikin. Bang li rewşenbir, nivîskar û rojnamegeran dikin. 110 roj in malbat ji bo girtiyên nexweş li edaletê digerin. Em çiqas hêzê didin çalakiya wan. Eger îro li her bajarî rojê bi sedan malbat, parazvanên mafên mirovan piştgiriyê bidin wan îqtîdar neçare gavan bavêje.

Em çiqas dengê van malbatan tînin xwe? Gelek pirsên ku mirov bipirse hene. Lê ya girîng ewe ku em çiqas ji rastiya li girtîgehan agahdar in? Em çiqas rastiya girtiyên siyasî dizanin. Girtiyên siyasî çima hatin girtin? Ji bo kê hatin girtin? “Sûcê” wan çiye? Çawa dijîn, di bin kijan zext û zorê de dijîn? Îşkenceyek çawa li wan te kirin?

Îro dewlet û nûnerên dewletê hikûmet/îxtidar girtiyên siyasî wekî dijmin dibine. Bi kîn û hêrsa dijminantiyê nêzî girtiyên siyasî dibe. Rayedarên dewletê li aliyekî dibêjin demokrasî, hiqûq û mafê mirovan heye. Dibêjin Tirkiye li gorî pîvanên hiqûqa navdewletî tev digere. Li aliyê din hişyarî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê esas nagirin. Zagona xwe binpê dikin. Destûra Bingehîn binpê dikin. Şerekî pir dijwar û taybet li ser girtiyên siyasî dimeşînin.

Hewl didin ku girtiyan bi birçîbûnê terbiye dikin. Bi avêtina hucreyên yekkesî hewl didin terbiye dikin. Bi cezayê dîsîplînê, qedexekirina name, hevdîtinên girtî û vekirî û qutkirina telefonan, bi lêgerîna tazî terbiye dikin. Bi dermankirina bi kelepçe, qarantînayê dixwazin terbiye dikin. Bi nebirina nexweşxaneyan û nedetawîkirinê ceza dikin. Bi qasî ku nemirin hindik xwarinê didin girtiyan. Ji bo ku parastina wan a fizyolojîk û biyolojîk lawaz bibe û zû nexweş bikevin. Bi qutkirina ava germ, qat çar qat buhabûna xwarina li qantînê hewl dide wan terbiye bikin. Girtî nikaribin cilên xwe û serê xwe bişon. Nikarin xwarinê ji qantînê bigirin. Bi guhdarkirina telefon û hevditinên malbatan dixwazin wan terbiye bikin. Hewl didin ku girtî nikaribin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Bi sirgûnkirinê hewl didin wan ji malbatan dûr bixin û malbat nikaribin biçin hevdîtina wan û nikaribin îşkenceya ku li wan tê kirin bibînin û hîs bikin. Girtîgehên Tîpa F, M, L, H, S û gelek tîpên din çêdikin û girtiyên siyasî davêjin hucreyên yek kesî û hewl didin jiyana wan a hevpar xera bikin. Dixwazin girtiyan tenê bihêlin û teslîm bigirin. Yên teslîm nebin jî dixwazin wan qetil bikin û wekî ku întîhar kiribe nîşan bidin. Di 3 mehên dawî de 7 cenazeyên ku ji girtîgehan derketin fikara ku girtî tên kuştin zêde dike.

Wê demê aşkere dibe ku îqtîdara AKP’ê polîtîkayek pir taybet û veşarî li ser girtiyên siyasî dimeşîne û dixwaze girtiyan dîl bigire. Dixwaze tolê ji wan hilîne. Ku em nebin deng û hawara girtiyan dê tecrîd û îşkenceya li dijî girtiyan dijwartir bibe. Wê demê divê hemû qêrîna malbatan hîs bikin û cihê xwe li cem malbatan bigirin. Hemû parazvanên mafên mirovan, parazvanên demokrasî û edaletê divê li têkoşîna malbatan xwedî derkevin û bêtir xurt bikin.

Nûçeyên Têkildar