Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê û ewlekariyê hatine wergirtin, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê 20’ê çileyê saet di 20:00 de êrîş birin ser Girtîgeha Xwêran a li Hesekê. Çeteyan hem çekên giran hem jî çekên ferdî bi kar anîn.
Beriya ku dest bi êrîşê bikin, çeteyan xwestin wesayîteke bombebarkirî li ber deriyê girtîgehê biteqînin.
Ji ber ku ev hewldana çeteyan bi ser neket, vê carê li ber şîrketeke petrolê teqîn kirin. Hat ragihandin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dûyê bi ser qadê ket ji bo êrîşa li ser girtîgehê û xweveşartinê bi kar anîne.
Di heman demê de çeteyên li girtîgehê jî hewl dan serî rakin. Pêşî li plana reva komî hat girtin, lê belê hin çeteyên DAIŞ’ê reviyan. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê çeteyên reviyane jî niha di bin kontrola HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ne. Hêzên Antî Terorê li derdora Girtîgeha Xiwêranê 2 çeteyên DAIŞ’ê yên reviyan girtin.
Piştî vê êrîşê hêzên HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn derdora girtîgehê kontrol kirin.
Lê belê li hin taxên li rojavayê girtîgehê û li bakurê girtîgehê, li hemberî şaneyên veşartî şer dewam dike. Hat ragihandin ku gelek çete hatine kuştin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku HSD ji bo zirar li sivîlan nebe gelekî bi baldarî tevdigere û ji ber vê yekê jî temamkirina operasyonê dereng ketiye.
Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de heta niha herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nûçegihanê ajansa ANHA’yê Basil Reşîd jî di dema şopandina bûyerê de bi fîşekên li sîng û zikê wî ketî, birîndar bû.
Hat ragihandin ku hîn jî çete li hin odeyên girtîgehê hewl didin agir bi girtîgehê bixin. HESEKÊ