Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin

Endama SMJÊ Xanê Agal, diyar kir ku civaka êzidî yekem car e ku ji xwe bawer dike û ev tişt got: "Hêza ku li Şengalê hatiye avakirin, xewnên dewleta tirk ên dîrokê herimandin."

Di 3’ê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî ya Şengalê fermana 74’an pêk anî. DAIŞ’ê bi piştgiriya welatên mîna Tirkiyeyê bi hezaran êzidî kuştin û bi hezaran jin û zarokên êzidî jî revand û li bazarên koleyan firot. Dema ku ev ferman bi serê civaka êzidî de pêk hat PDK’ê pêşmergeyên xwe ji Şengalê vekişand û êzidiyan bi fermanê re rû bi rû hişt. Wê demê HPG’ê û YPG’ê bi hewara êzidiyan ve çûn û wan ji komkujiyeke mezintir xelas kirin. Piştî vê di nav demeke kurt ji şengaliya hêzên leşkerî hatin avakirin. Ev hêz jî YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxanê bûn. Êzidiyên ku xwe li dora Asayişa Êzidxanê bi rêxistin bûn meclisên xwe avakirin û hêzên xwe rêvebirinê bi hêz kirin.

Civaka êzidî ku bi ked û bedelên herî giran li Şengalê bû xwedî hêz, di 9’ê cotmeha 2020’an de bi piştgiriya Tirkiyeyê ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li dijî wan peymanek hat îmzekirin. Ji ber ku peyman beyî vîna civaka êzidî hate îmzekirin ji aliyê êzidiyan ve nehat qebûlkirin. Bexda û Hewler ku dixwazin peymanê bi êzidiyan bidin qebûlkirin, di navbera Şengal û Rojava de dest bi lekirina dîwarekî bi qasî 250’î kîlomtreyan dirêj kirin. Herî dawî jî bi piştgiriya Tirkiyeyê PDK û Artêşa Iraqê di 18’ê nîsanê de li dijî Şengalê dest bi êrişeke leşkerî kirin. Lê êrişa hat destpêkirin bi berxwedana bi pêşengiya jinan vala hat derxistin û Artêşa Iraqê di 4’ê gulanê de xwe ji herêmê vekişand.

Endama Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Xanê Agal, derbarê armanca  êrîşên li ser Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û nirxandin kirin.

Xanê Agal, diyar kir ku civaka êzidî li benda êrîşê bûye û wiha got: “Ev êrişa herî dawî perçeyek ji fermanê bû. Berdewamiya temamkirina fermanê bû. Armanc qirkirin û tunekirina civaka êzidî ye. Di sala 2014’an de armanc ew bû ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û êzidiyan ji vê erdnîgariyê koçber bikin. Dixwestin ku êzidî ji çanda xwe dûr bikevin û bi vî awayî jî tune bibin. Plana wan a wê demê ev bû. Lê vê plana wan encam negirt û bi serneket. Ji bo ku Şengal ciheke gelek girîng e êriş dikin. Hê di dema Osmaniyan de wan bi Şengalê re şer kiriye. Di wê demê de gelek bêbextî li êzidiyan hatin kirin. Şengal di dîrokê de heta niha ciheke geleke watedare. Li tevî hemû êrîşan jî êzidî tune nebûne. Êzidiyên ku li xwe xwedî derketine û axa xwe terk nekirine êzidiyên Şengalê ne. Ji ber vê jî niyeta di bin van êrişan de gelek xirab e.”

‘Dixwazin bi Hikûmeta Iraqê temam bikin’

Agal, bi lêv kir ku tişta Tirkiye dixwaze bike û nikare pêk bîne bi destê Hikûmeta Navendî ya Iraqê dike û ev tişt got: “Hikûmeta Iraqê ne xwedî îredeyeke yekbûyî ye, ne pêkan e ku bi serbikeve. Nikare xwe ji siyaseta derve jî rizgar bike û an jî serbixwe bimeşe. Ji bo vê yekê hebûna dewleta Iraqê ji bo hikûmeta Erdogan girîng e. Çimkî perçeyek Kurdistanê di bin destê wan de ye, sînorê wan û Rojava yek e û dîsa hebûna çand û nasnameya êzidiyan tê de ye. Dewleta tirk her tim planên xwe yên Mîsak-î Millî esas digire. Dixwaze planên Osmaniyan pêk bîne. Tişta ku Osmaniyan nikaribûye pêk bîne ew dixwazin temam bikin. Li ser vî esasî çavê wan li Kerkûk û Mûsilê ye. Ji ber ku ev der cihê neftê ne û cihên dewlemendin, dixwazin li ser tirkmenan siyasetê bidin meşandin. Siyaseta ku hikûmeta Iraqê dide meşandin di bin bandora Tirkiyeyê de ye û di bin plan û projeyên Erdogan de ye. Dîsa bi destê Hikûmeta Kurdistanê jî tiştê ku dixwaze dike. Lê tiştê ku bi wê nikare temam bike, dixwaze bi Hikûmeta Iraqê temam bike.”

‘Hikûmeta Iraqê bêîrade, bêarmance’

Di berdewamê de Agal, diyar kir ku hikûmeta Iraqê li dijî civaka êzidî nijadperestiyê dike û wiha pêde çû: “Hikûmeta Iraqê êzidiyan weke hemwelatiyên xwe nabîne. Dixwaze ku êzidî li hemberî wan çok deynin û teslîm bibin. Di vir de hem polîtîka heye û hem jî dijminahî û nakokiya ole jî heye. Yekrengî, yekdengî û yeknasnameyî, yekal û yekziman çanda Rojhilatanavîn a faşîzmê ye. Ew çand û zimanên cuda ku kêm hêz in, li gorî wan mahkumî tunekirinê ne. Li gorî wan ew nikarin bibin tiştek. Bi nêrîna wan pêwîste ew bên tunekirin. Ev polîtîkaya jî roleke mezin dilîze. Ev polîtîkayên nijadperestî di heman demê de gelek bi bandor in. Tehemûla wan ji xeynî wan ji tu kesî re tuneye.  Hikûmeta Iraqê bê îrade û bê armanc e. Êrişên wan ê li ser Şengalê ne di berjewendiyên wan de ne. Lewre êzidî hemwelatiyên wan in û perçeyek ji Iraqê ne. Lê Hikûmeta Iraqê vê nabîne û bi destê Erdogan êriş dike.”

‘Yekem care êzidî ji xwe bawerin û xwe diparêzin’

Agal, bi lêv kir ku hêzên di bin sîwana Asayîşa Êzîdxanê de hatine avakirin meşrû ne ku parastina civaka Êzidî bikin û ev tişt got: “Ev êrîş îro dest pê nekirine. Lê di demên dawî de pir dijwar bûne. Bi taybet jî piştî ku gelê Şengalê şiyar bû û xwe nas kir. Ji bo vê yekê ji gelê Şengalê ditirsin. Dibêjin, ‘di hesabên me de ev koleyên me bûn. Ev ji kurd derketin û çawa çêbû. Dixwazin bi zorê gelê Şengalê bixin xewê û nezan bihêlin. Nêzikatiya wan li ser vî esasî ye. Ji ber vê yekê jî êriş dikin. Şengalê weke dewletekî ji dewletekî veqetînin dibînin. Lê tişteke wisa jî tuneye. Rêveberiya Xweseriya Şengalê bi hezaran car e dibêje,’Em ji diyalogê re vekirîne,werin em rûnin û hemû pirs û pirsgirêkên xwe bi hevre biaxivin û çareser bikin’ lê ew guh nadin vê daxwaza Şengalê û berevajî vê êriş li ser êrişê dibin ser êzidiyan. Diyar e ku naxwazin civaka êzidî bibe xwedî îrade. Di dîrokê de baweriya wan bi kesî nema ye. Lê yekem car e di sedsala 21’emîn de civaka êzidî baweriya xwe bi xwe tîne û xwe bi xwe diparêze. Weke heremeke serbixwe dixwaze ku parastina xwe bike.”

 ‘Xewnên dîrokî herimand’

Ji bo cihê Şengalê jî Agal, destnîşan kir ku ji ber stratejîkbûna wê hêzên dagirker dixwazin ku bikevin Şengalê û wiha berdewam kir: “Şengal ji nû ve zindî dibe. Gelek bûyerên mezin li Şengalê çêbûne. Kesekî bawer nedikir û ji herkesî re xewn û xeyal bû ku Şengal careke din rabe ser piyan û xwe bi hêz bike. Lê Şengalê ev raber kir û nîşanî herkesî da. Ew Şengala birîndar û nêçar xwe kom kir û bû xwedî hêz û polîtîkayên wan tev vala derxist. Şengal di taritiyê de bû ronahî. Bi perspektîfa azad xwe birêxistin kir û jiyaneke hevpar ava kir. Hêza ku di Şengalê de hatiye avakirin, xewnên dewleta tirk ên dîrokê herimand. Herkes dizane ku şefê DAIŞ’ê Erdogan e. Ji ber wê jî kîna Erdogan a li dijî êzidiyan îro hê mezintir bûye. Dixwaze tola DAIŞ’ê ji êzidiyan bigire. Ya ditir jî sînorê Rojava û Şengalê yek e. Şengalê weke piştevaniya Rojava dibînin. Ji bo ku êrişê bibin ser Rojava dixwazin Şengalê bi kar bînin. Ev jî nokteyeke gelek girîng e”

 ‘Encax jin dikarin vê zilmê bişkînin’

Agal, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên êzidî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Hemû pirsgirêkên civakê bi pirsgirêka jinê ve girêdayî ne. Di pirsgirêka jinê de hem dîktatorî hem jî xwe xapandin heye. Ji ber wê jî pêşengê civakê jine. Heta jin azad nebe civak azad nabe, heta ku jin bindest be wê civak jî bindest be. Îro gelê kurd pir zêde jinê diperçîqîne. Heger em li ser civaka êzidî jî bisekinin, jinan di nava civakê de cihekê xwe yê pîroz heye. Lê ji ber ku êzidî di bin bandora îslamiyetê de ne ji rastiya xwe pir dûr ketine. Hatiye asteke wisa ku di nêzikatiye  ferqa îslamiyet û êzdatiyê ji hev nemaye. Ji ber wê jî çiqasî jinê winda kiribe civakê jî ewqasî winda kiriye. Jin di kîjan rewşê de be wê rewşa civakê bide diyarkirin. Divê jinên êzidî jî li ser vî esasî nêz bibin. Niha 3 hezar jinên êzidî winda ne. Divê ew tiştê ku ew jin niha dijin em hîs bikin û bijîn. Divê her jinek xwe di nav de bibîne û hêz û qeweta xwe bikin yek. Encax jin dikarin vê zilmê bişikinin. Bangawaziya me li hemû jinan ku tebikoşin. Heger jin tekoşîn neke, kes nikare tebikoşe.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar