Li Kerkûkê agir berdan zeviyên ceh û genimên du gundên Kakeyiyan û piranî şewitîn
Şevê din li gudên Zenqere û Elî Seray yên Daqûqa ser bi Kerkûkê ku niştecihên wan Kakeyîne, agir berdan zeviyên ceh û genim.
Demeke cotyarên herêmên hatine veqetandin di bin gefa çeteyên DAIŞ’ê û erebên şoven de ne. Dexlûdanê kurdan dişewitînin û gefa dagirkirina zeviyên wan dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê şandeyeke lijneya çandiniyê ya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê 2 roj in li Bexdayê ye. KERKÛK