Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Agirê azadiyê ya li Kobanê geş bû cîhan ronî kir

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bibûn kabûsa hemû mirovahiyê, yekem car bi destê keç û xortên kurdan li Kobanê hatin têkbirin. Bi têkçûna çeteyên DAIŞ’ê re planên dagirkeriya dewleta trik a faşîst têkçûn û xiyaneta PDK’ê ya li hemberî kurdan aşkere bû. Bi azadiya Kobanê re agirê azadiyê ya ku li Miştenûrê geş bû seranserê cîhanê ronî kir.

Çeteyên DAIŞ’ê li ser ferman şefê faşîst Erdogan di 15’ê îlona 2014’an de êrîşî ser Kobanê kir. Armanca çeteyên hov û şefê faşîst Erdogan agirê azadiyê ya ji Kobanê hilbû vemirînin û cîhanê mehkûmî taîrtiyê bikin. Berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê re bû hêz û îrade, Kobanê bû sembola berxwedana mirovahiyê. Ev serkeftin barekî giran xistiye ser milê hêzên faşîst. Ji beriya her tiştê, îro jî dewleta tirk a faşîst tehemûla vê îradeyê nake û dixwaze vê sembola dijî tarîtiyê bûyî ronahî, ji holê rake. 10 sal di ser berxwedaniya ku rê neda xewn û xeyalên dewleta tirk û Erdogan, ango bajarê ji xweliyê rabûyî Kobanê re derbaz dibe. Lê heta niha jî dewleta tirk a dagirker dest ji êrişên xwe yên li ser Kobanê û rojavayê Kurdistanê bernedaye, rojane bi balefirên şer û topan gund û navçeyên Kobanê û rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye, roja bîranîn û piştgiriya bi serkeftina bê hempa ya dîrokî ya gelê kurd e. Berxwedana ku li Kobanê hat nîşandan bala hemû cîhanê kişand ser xwe û fikra li beramberî kurdan guherî. Wê berxwedaniya dîrokî piştrast kir ku netewa kurd ji bo vegerandina rûmeta mirovahiyê şer dike, ji bona wê di wê demê de her kesê digot, ‘Dilê cîhanê li Kobanê lê dide.’

Destpêka êrîşê

Di 15’ê îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi serokatiya Ebubekir Bexdadî dest bi êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê kir. Gelek çekên giran ên li Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibûn, li hemberî Kobanê bi kar anîn. Herwiha dewleta tirk jî bi awayên cuda piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan nêzî 350 gundên Kobanê dagirkirin û piştre ketin Kobanê de.

Di 6’ê cotmehê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê xwe gihandin derdora Kobanê û bajar dorpêç kirin. Ji aliyê rojhilatê bajêr ve ketin Kobanê. Çeteyan hewl da ku 4 cihên stratejîk ên bajêr digir bike. Girê Miştenûr, Navenda Çand û Huner, Çargoşeya Emnî û Murşîd Pinarê bû. Çeteyan 3 ji van cihan dagir kirin. Lê, Murşîd Pinar nekarîn bikevinê û bû kelha berxwedanê.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî berdewam kir. Bi hemû hêz û çekên giran hewl dan ku tevahiya Kobanê dagir bikin. Ji aliyê din ve her çiqas hejmara şervanan kêm bû, lê dîsan berxwedanek bêhempa kirin û dest ji bajêr bernedan. Bi lehengî li dijî DAIŞ’ê berxwedan û parastina bajêr kirin.

Hêviya hemû cîhanê berxwedana şervanên Kurd bû. Ji bo piştgiriya şervanên kurd li hemû bajarên cîhanê azadîxwaz û kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Her ku diçû dorpêça li ser Kobanê teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Lewma azadîxwazên cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin. Divê vê rojê de li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê çalakî hatin kirin.

1’ê Mijdarê

Piştî ku di 15’ê îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrîşên li ser Kobanê kirin, berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê bala cîhanê kişand li ser xwe. 1‘ê Mijdara 2014’an wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate îlankirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsalê ya Kobanê nîşan dan. Herwiha 2’yê Mijdarê jî weke Roja Cîhanî ya Rojava hatiye ragihandin û cîhan ji bo parastina Rojava dakete qadan.

Di vê rojê de bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda alên YPG û YPJ‘ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê kurd.

Piştgiriya li Kobanê û berxwedana şervanên kurd li ser asta cîhanê deng veda. Êdî hêzên siyasî û dewletan jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin. Şervanan biryar dabûn heta dilopa xwîna xwe ya dawî parastina Kobanê bikin. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku piştgiriya çeteyan dikir, di daxuyaniyên xwe de digot, ‘wê Kobanî bikeve.’

Di dema berxwedanê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo Kobanê banga seferberiyê kir. Vê bangê berxwedaniya Kobanê xist qonaxekî nû de. Bi sedan ciwanên bakurê Kurdistanê sînor rakirin û xwe gihandin rojavayê Kurdistanê. Herwiha 150 pêşmergeyên başûrê Kurdistanê bi biryara Parlamentoyê derbasî Kobanê bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku wê demê li ser êrişên DAIŞ’ê bêdeng bû, bi êrişên hewayî piştgirî da berxwedanê.

Di 26’ê çileya 2015’an de piştî 134 rojên berxwendana bêhempa ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanê hate rizgarkirin û bi fermî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê rizgarbûna Kobanê hate ragihandin.

Tişta nexistîbûn hesabê ruhê APO’yî bu. Ruhê APO’yî ruhê têkoşîn û berxwedaniya bêhempa ya fedayiyane li hemberî her cure zilm, zor û hovitiyê bû. Vî ruhî xwe di kesayeta şervanên parazvanên Kobanê de nîşan da. Li Kobanê, li navendê DAIŞ têk çû.

Ev têkçûna DAIŞ li Kobanê hemû herêmên di bin zordariya DAIŞ de mabû re bû çirûska hêvîya serkeftin û azadiyê. Ji ber piştî darbeya giran li Kobanê li DAIŞ hat xistin şervanên azadiyê yek bi yek şer dijî çeteyan berfireh kir.Kolan bi kolan, mal bi mal ser çeteyên DAIŞ de çûn û dest bi paqijkirina herêmê ji çeteyan kirin. Ev şer bi mehan berdewam kir. Bi hezaran şehîd hatin dayîn û di encama serkeftina wê berxwedaniya hatî dayîn Kobanê û hemû gundên wê ji çeteyan hate paqijkirin.

Taybetiya şerê li Kobanê ew bû ku herkes, hemû dewletan bawer dikir ku dawî hatiye, digotin DAIŞ ne mûmkune bin bikeve. Yên direviya jê direviyan yên piştgirî didan çepik jêre lê didan. Ev tirs û xofa çeteyên DAIŞ avakirîbû bi bêbawerî û bê hêvîtiyek kujerî hatîbû hûnandin. Lê binxistina çeteyan li Kobanê vê tarîtiyê parçe kir û pêvajoyê tam berovajî guhert. Li cihê hêvî û bawerî nehiştîbûn hêvî û baweriya DAIŞ dikare bê têkanîn û civak dikare bê parastin anî. Cihê tirs û xof serwer kirîbûn ruhê fedayî re qehremaniyek mezin dihate nîşandan, rihê tekoşîn û şerê azadiyê ji herdemî bilindtir bûbû. Ev ruh û vîn bû wesîle ku DAIŞ de şikestina mezin bê û gav bi gav bêbandor bimîne û her biçe qadên dagirkiriye ji destê wê paşde bê vergerandin.

9 sal di ser wê berxwedaniya ku rê neda xewn û xeyalên dewleta tirk û Erdogan ku ew jî dagirkirina Kobanê bû bibe rastî. Lê heta niha jî dewleta tirk a dagirker dest ji êrişên xwe yên li ser Kobanê û rojavayê Kurdistanê bernedaye, rojane bi balefirên şer û topan gund û navçeyên Kobanê û rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Niha jî bi taybet di 23’yê cotmehê de dewleta tirk a dagirker, bi balafirên şer û bê mirov carek din bi armanca dagirkirinê, êrişê Bakur û Rojhilê Suriyê kir. Êrişên dewleta tirk ên li ser cihên xizmetguzariyê, sivîlan û aboriya rojavayê Kurdistanê hêjî bi dijwarî dewam dikin. Dewleta tirk bi êrişan dixwaze Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê tine bike û îradeya xelkê rojavayê Kurdistanê bişkîne.

Lê îro jî bi heman berxwedanî û ruhê Kobanê, gelên li rojavayê Kurdistanê di nava berxwedanek bêhempa dene. Tevî êrîşên dijwar jî Rojava xwedî hêza parastinê ye û bi gelê xwe re parastina hemû pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar