Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Agirê ku Kawayê Hesinkar dadaye wê venemire’

Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê li gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û destnîşan kirin ku ew ê Newroza 2022'yan bikin Newroza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, ji bo vê jî têkoşînê mezintir bikin

Gerîlayên HPG’ê Bengîn Barman, Mazlûm Kato û gerîlaya YJA Starê Ezda Îsyan li ser Newroza 2022’an axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman li ser cejna Newroza sala 2022’an hest û nêrînên xwe anî ziman û di destpêka axaftina xwe de tevayî şehîdên şoreşê di şexsê Şehîd Mazlûm Dogan de bibîranî û wiha axivî: “Ez di serî de cejna Newrozê li Rêber Apo, li gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz dikim. Her wiha li gerîlayên ku niha di çeperên herî pêş de di nava berxwedanê de ne û li hevalên ku li zindanan li hemberî tûndî û zordariya dijmin di nava têkoşîneke bêhempa de ne ez li wan pîroz dikim. Di vê roja wisa girîng de heval Mazlûm Dogan ku di pêşengtiya tevgera me û pêşengtiya gelê me de li zindana Amedê bi çalakiya xwe ya ku vê roja Newrozê hîn watedartir kir, di şexsê wî de tevayî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Wek tê zanîn Newroz ji bo gelê kurd û ji bo tevahiya gelên bindest rojeke pir girîng e. Ji dîrokê û vir ve rastiya ku bi Kawayê Hesinkar derketî holê ji bo gelên bindest bû wekî hêviyek û çirayek. Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî zordariya Dehaqan, li hemberî zordariya desthilatdaran, xwînmijan ku dixwestin mejiyê zarokên kurdan perçe bikin, bû sembola berxwedanê û agir hil kir. Ev agir hîn jî hêlaye ku zordarî û tarîtî têk biçe. Ev berxwedan di bin pêşengtiya gelê me û tevgera me de gihişt asteke pir bilind.”

Mazlûm Dogan agirê hêviyê hilkir

Barman di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ji bo wan wek gerîla famkirina rastiya çalakiya heval Mazlûm Dogan pir giringe hem di aliyê birdozî, hem jî di aliyê dîrokî de riya serkeftinê nîşanî gel û tevgerê da û wiha got: “Di şert û mercên zehmet yên zindanê de bi agirê ku Mazlûm Dogan hilkirî bû hêviyek ji bo hemû gelên bindest. Her wiha çalakiyên ku Heval Zekiye, heval Rewşen, heval Bêrîvan ku bi agirê bedena xwe kirîn nehêlan ev agir sar bibe. Ji bo azadiyê bi bedena xwe û canê xwe pêşengtî kirin. Çavkaniya berxwedan û têkoşîna me Rêbertiya me ye. Em jî weke gêrîla niha li serê çiyan Newrozê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Çawa ku hevalên bedena xwe dayîn ber agir û laşê xwe ji bandoriyên ku sîstemê li ser dayî ferzkirin paqijkir, divê em jî bi wî awayî hemû qirêjiyên ku sîstemê li ser me ferzkiri bi têkoşîna xwe, xwe jê xilas bikin. Hedef û armancên me armancên şehîdane. Emê Newroza 2022’yan bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser vî esasî emê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Agir li hemberî zordariyê her gur dibe

Gerîlaya YJA Starê Ezda Îsyan di destpêkê de Newroza sala 2022’yan li mîmarê PKK’ê û tevahî gelê Arî û gelê Kurdistanê pîroz kir: “Ev roj ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke pir mezine. Ew agirê ku Kawayê Hesinkar di dîrokê de pêxistî hîna jî ne temiriye û natemire jî. Li hemberî hemû zilm û zordariyê her gur maye. Heval Mazlûm Dogan di zindanan de bi sê zilikan agirê Newrozê pêxist û ji bo gelê Kurdistanê bedena xwe feda kir. Heman awayî heval Rewşen, heval Bêrîvan, heval Sema û Heval Zekiye lutkeya ku heval Mazlûm aniyî herî jor ti carî nehêlane ku ev şopdarî nîvçe bimîne û wê şopdarê wan jî derkevin.”

Îsyan di dawiya axaftina xwe de bang kir ku agirê Newrozê divê li tevahî cîhanê hîn were geşkirin û pîrozkirin û wiha pêde çû: “Divê ku îsal ji salên din hîn zêdetir li Newrozê xwedî derkevin. Bi vê yekê wê ji berxwedan û têkoşîna di zîndanan de û li serê çiyan tê kirin re bibe hêz. Sembolên berxwedana gelê Kurd yên weke Semayan, Mazlûman hîna jî li hemberî dehaqê demê Erdogan têkoşîn berdewame û tê mezinkirin. Hertim wê gel û dilên azadîxwaz serbikevin. Wek gêrîla bi taybet wek hêzên YJA-Star’ê hedef û armanca me ewe ku bi Rêber Apo re Newroza 2022’an pîrozbikin. Divê jin û xortên ciwan li vê roja pîroz, vî agirê geş xwedî derbikevin û geştir bikin.”

‘Em ê li hemberî zordariyê serîhildin’

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Kato jî da xuyakirin ku Newroza îsal bi hêvî û baweriyeke mezin pêşwazî dikin û wiha anî ziman: “Agirê yekem ê Newrozê, Kawayê Hesinkar li hemberî zilma Dehaq bi gelê xwe re pêxistibû. Em jî weke şagirtên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyê li zîndana Amedê agirê yekem hildabû, li serê çiyan Newrozê pêşwazîdikin. Em di wê hêvî û baweriyê de ne, Newroza 2022’an em ê bikin azadiya Rêber Apo. Bi vê bîr û baweriyê em hêvîne gelê me rabin berxwedanê û li hemberî vê hişmendî û dagirkeriyê serîhildin. Kawayê Hesinkar li hemberî zilm û zoriya Dehaq rabû, her wiha Mazlûm Dogan jî li hemberî zilm û dagirkeriya dewleta tirk serîhilda. Heman demê de me jî li hemberî Dehaqê Hemdem Erdogan serî hildaye. Newroz ji bo me berxwedan û serhildan e, jiyaneke azad e. Bi vê hişmendiyê em ê dewleta tirk bi têkoşîn û berxwedana xwe bi agirê Newrozê têk bibin. Divê ciwanên me bi vê zanebûnê berê xwe bidin çiyayên azad. Em vê Newrozê bikin dawiya zilma dagirkeran a li ser gelên azadîxwaz. Herî dawî Newroza îsal em li tevahiya gelê xwe û ciwanan pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar