Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Agirê Newrozê bajarên Tirkiyeyê germ kir

Li bajarên Tirkiyeyê kurdan qadên Newrozê bi rengên xwe xemilandin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Li bajarên Edene, Enqere, Îzmîr, Çanakale, Eskîşehîr, Bursa, Antalya, Hatay, Osmaniye, Tekîrdag û gelek deverên din gel bi girseyî daketin qadan û Newroz îsal  a bi şiyara “Dem dema serkeftinêye” pîroz kirin. Wekî her sal di vê Newrozê de jî gelê kurd li qadan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.

EDENE: Newroza îsal li 72 navendan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat pîrozkirin. Yek ji van navendan jî Edene ye. Pîrozbahiya Newrozê li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan tê pîrozkirin. Gel di saetên serê sibehê de ji taxan ber bi qada Newrozê ve herikîn. Qada pîrozbahiyê bi al û flamayên rengîn hatibû xemilandin û gel ji du noqteyên kontrolê re kete qadê. Li qadê pankartên “Bijî têkoşîna ciwanên şoreşger”, “Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem, bijî Newroz”, “Em ê tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê têk bibin”, “Newroz pîroz be” û “Kemal Kurkut nemir e” hatibûn daliqandin. Bi ketina gel a qadê re dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Li Enqereyê Newroza 50 saliyê hat pîrozkirin

ENQERE: Li Enqereya ku di sala 1973’yan de tovên berxwedanê li qeraxê Bendava Çubukê hat çandin, îsal Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Bi sedan welatî tevî hewa sar jî li Anitparkê kom bûn û pîrozbahiya Newrozê li dar xistin.

Malbata Poyraz agirê Newrozê pê xist

ÎZMÎR: Li Îzmîrê, pîrozkirina Newrozê ku bi şîara “Dem, dema serkeftinê ye” hat pîrozkirin, bi dûrişmeya “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwdanê qezend bikin” dest pê kir. Îzmîrî, di saetên serê sibehê de ji bo ku bikevin Qada Gundogdûyê ji gelek deverên bajar hatin ber du nuqteyên kontrolê û li hev kom bûn. Girse saet di 13.00’an de ke qadê. Partiyên siyasî û sendîka bi pankart û dovîzan bi awaeykî kortej ketin qadê. Jin û ciwan bi kincên xwe yên herêmî tevlî Newrozê bûn û reng dan pîrozbahiyê. Agirê Newroza Îzmîrê ku bi beşdariya bi deh hezaran tê pîroz kirin malbat Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin pêxistin. Dema pêxistina agirê Newrozê dûrişmeyên “Denîz Poyraz nemire” , “Şehîd namirin” hatin berzkirin û stranên herêmê Ege û Behra Spî hatin gotin.

Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû

ÇANAKKALE : Pîrozbahiya li Çanakkaleyê li taxa Esenlerê tê pîrozkirin. Gelek welatî beşdar bûn û govendek bi coş gerandin. Girseyê dirûşmên wek “Bê Serok jiyan nabe”, “Newroz pîroz be” û “Şehîd namirin” berz kir û Parlamenterê HDP’ê yê Stnbolê Mûsa Pîroglu tevli pîrozbahiyê bû. Pîroglu axivî, qala têkoşîna tifaqa hevpar kir û girîngiya Newrozê kir û silav ji pîrozbahiyên herêmên din re şand.

BÛRSA: Li Bûrsayê jî pîrozbahî l Qada Bazarê ya Arabayatagi hat pîrozkirin. Girse kom bû û daxwazên xwe anîn ziman. Di pîrozbahiyê de dirûşm hatin berzkirin. Tevî hewa sar jî girseyek qelebalix kom bû û Newrozê pîroz kir.

TEKÎRDAG : Li Tegîrdagê jî bi hezaran kes li qada Ergene pîrozbahî li dar xist. Di pîrozbahiyê de govend hat gerandin. Pîrozbahî bi coş hat kirin û parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglu û rêveberên HDP’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin.

‘Ji faşîzmê re na’

 HATAY: Pîrozbahiyên li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî li Qada Newrozê ya li Taxa Bûlûttepe dest pê kirin. Li qada ku bi flamayên rengîn hat xemilandin pankartên “Ji faşîzm û nijadperestiyê re na” û “Newroz pîroz be” hatin daliqandin. Jin bi stranên ku dibêjin govendê digerînin. Ketina qada Newrozê didome. Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Dortyola Hatayê jî li Taxa Ocakli pêk hat. Li qada ku bi alên Newrozê û flamayên kesk û sor û zer hatibû xemilandin pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin.

ANTALYA: Li Antalyayê jî pîrozbahî li Qada Arena ya Kepezê hat lidarxistin.  Li qada ku bi alên rengîn û flamayan hatiye xemilandin pankartên “Denîz Poyraz nemir e” û “Em tecrîdê bişikînin û girtiyên nexweş azad bikin” hatin daliqandin. Welatiyên ku di noxteyên lêgerînê yên polîsan de derbas bûn û ketin qadê, bi stranên li ser dikê lêxistin, govend gerandin.

OSMANIYE: Li Osmaniyeyê pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Taxa Yûnûs Emre hat lidarxistin. Li qada ku bi flamayên rengîn û bi pifdankan hat xemilandin tevî astengiyên polîsan jî pankartên “Niha dema serkeftinê ye” , “Em ê bi hev re biguherînin, niha dema serkeftinê ye” hatin daliqandin.

ESKÎŞEHÎR: Li Eskîşehîrê bi pêşengiya Hêzên Demokrasiyê ya bajêr bi sedan kes li Daristana Şitlan hatin ba hev û tevî barîna berfê û hewayê sar jî Newroza xwe bo coşeke mezin pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy beşdarî pîrozbahiyê bû û Koma Tersname, Koma Eren û Awazên Aştiyê jî derketin derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş û têkoşîna hevpar a li dora Tifaqa Demokrasiyê tê birêxistinkirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar