Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Agirê Newrozê bi dirûşma ‘azadî’ gur bû

Agirê Newrozê ku seranserî dîrokê qet venemirî, ji sala 1990'î û vir ve li bakurê Kurdistanê gur bû û bi mîlyonan kes agirê Newrozê pêxist û govenda azadiyê gerandin. Agirê Newrozê ji salên 90'î vir ve bi dirûşma "azadî" gur bû

Gelê kurd îsal jî xwe ji bo pîrozbahiya Newroza 2022’yan amade dike ku dîsa li gelek qadan bi milyonan kes agirê Newrozê vêxin û gûr bikin û pîroz bikin. Kurd, piştî Kawayê Hesinkar li dijî zilma Kral Dehaq ê zalim li ber xwe da û agirê Newrozê geş kir, her sal Newrozê pîroz dikin. Agirê Newrozê ji salên 1970’yan heta roja îro li bajarên bakurê Kurdistanê natefe. Her sal gelê kurd li bakurê Kurdistanê tevî hemû zext û qedexeyan dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin. Bi taybetî ji salên 2000’î heta niha bi sed hezaran ango bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin.

Ji sala 1992’yan heta niha sal bi sal Newrozên hatine pîrozkirin wiha ne.

Newroza 1992’an: Berxwedana Newrozê dest pê dike

Di sala 1992’yan de li pîrozbahiyê Newrozên Cizîr û Nisêbînê komkujî qewimîn û bi dehan mirov jiyana xwe ji dest da. Dîmen ango berxwedana van newrozan mohjra xwe li dîrokê dan. Tevî hemû zext û zordestiyê jî gel qadan neterikand û tevî ku can dan jî li ber xwe dan û dîroka Newrozê bi berxwedana xwe neqişandin.

Di 1992’yan de li Amedê jî tevî ku Waliyê Amedê Newroz qedexe jî kir nêzî hezar kesî li ber avahiya HEP’ê ya li Deriyê Çiyê agirê Newrozê pêxistin û newroz pîroz kirin.

Newroza 1993’yan: Li hemû taxan agir pêxistin

Di sala 1993’yan de PKK’ê agirbesta yek alî îlan kir. Li ser vê yekê pîrozbahiya Newrozê li gorî salên din xweragir derbas bû. Li Amedê navnîşana pîrozbahiyê dîsa ber avahiya Rêxistian HEP’ê ya Amedê bû. Li hemû taxên bajêr agirê newrozê pêxistin. Newroza 1993’an wisa derbas bû.

 Newroza 1994’an:  Li her derê Newroz

Newroza sala 1994’an dîsa bi rageşî hat pîrozkirin. Beriya roja Newrozê li gelek bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin. Di serê bajarên operasyon lê hat kirin Amed dihat. Roja Newrozê destûra hemû polîs û eskeran hat betalkirin, têketin û derketina bajêr hemû hat qedexekirin û lêgerîn hat kirin. Li dijî van zextên dewletê PKK’ê banga “Li dijî provokasyonan li malê xwe agirê Newrozê pêxin” li gel kir. Li ser vê bangê gel yekem car li mal û li ber malên xwe agir pêxistin û cejna xwe pîrozkirin.

 Newroza 1995’an: Dewletê ‘Nevruz’ pîroz kIr 

Li gorî zext û tundiyên salên din di sala 1995’an de dewlet neçar ma polîtîkaya xwe biguherîne. Newroz a ku heta sala 1995’an kes nikaribû navê wê hilde lê ji aliyê dewletê ve bi xeyrî fermî wek “Nevruz” hat pîrozkirin. Ji bo “Nevruz” bernameyên taybet hatin organîzekirin, yên xwestin Newrozê pîroz bikin jî dîsa derketin kolan û qadan û bi îşkenceyan re rû bi rû man. Gellek kes hatin binçavkirin. Çend rêveberên dewletê agirê agirê mangalê pêxistin û di ser re qevaz dan û hêkên reng û reng li hev xistin. Pîrozbahiya “Nevrûzê” ya dewletê di nava gel de bû mijara henekan. Gel li taxan lastîkan danî ser hev û agirê Newrozê pêxist. Gel agirê newrozê geş kir û li ber stranan govenda azadiyê gerand.

Newroza 1996: Di rojekê de agirê duyem hat pêxistin

Di sala 1996’an de polîtîkaya qedexekirina Newrozê ya dewletê neguherî. Gelê kurd ku Newrozê ji xwe re wek roja berxwedanê dibîne, dewletê xwest xwedî li vê rojê derkeve. Dewletê ji zanîngehan re giştîname şand û navbera 17-24’ê Adarê wek “Hefteya Newrozê” îlan kir. Gelê Amedê guh neda giştînameya dewletê û serê sibê gel berê xwe da semta Kuruçeşmeya navçeya Rezana Amedê. Gel li Kuruçeşmeyê kom bû. Rayedarên dewletê jî xwest li Qada Deriyê Çiyê “Nevrûzê” pîroz bike, lê li ser bertek dayîna gel rayedar neçar man bernameya xwe betal bikin. Agirê Newrozê ku li Rezanê hat pêxistin bi hezaran kes beşdar bû. Polîs û eskeran xwe li pîrozbahiyê ranegirt û êrîşî gel kirin. Gel berê xwe da Qada Batikentê û di heman rojê de li vir cara duyem agirê Newrozê hat pêxistin.

 Newroza 1997’an: Li qadan bi hezaran Newroz pîroz kir

Li Deriyê Çiyê pîrozbahiya bi beşdariya hezar kesî dest pê kir, dema dîrokê 21’ê Adara 1997’an dida nîşandan 15 hezar şêniyên Amedê li Qada Batikentê Newroz pîroz kir û pîrozbahiyê bi meşa heta Deriyê Çiyê bi dawî kirin. Di êrîşên pîrozbahiyan de li hin taxan bûyer qewimîn.

Newroza 1998’an: Qedexeyan kar nekir

Di sala 1998’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin û dewletê carek din polîtîkaya xwe tund xist dewrê. Tevî qedexekirinê jî bi hezaran kes li Qada Batikentê agirê Newrozê pêxistin û pîroz kir.

Newroza 1999’an: Komplo û Newroz

Pîrozbahiya Newroza 1999’an di bin siya protesoyên komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêk hatibû derbas bû. Di serî de li Amed û gelek bajarên herêmê qedexeya derketine derve û rewşa awarte hat îlankirin û pîrozbahî hatin qedexekirin. Gelê Amedê guh neda qedexeyan û komploya li dijî Ocalan şermezar kir û hem jî agirê Newrozê pêxist û pîroz kir.

 Newroza 2000’î: bi sed hezaran gihîştin hev

Li bajarên bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de li gel hemû zext, êrîş û komkujiyan cejna Newrozê bênavber hat pîrozkirin. Bi destpêka salên 2000’î re pîrozbahiyên Newrozê gihîşt qonaxek din û ji aliyê sed hezaran ve bi girseyî hat pîrozkirin. Girseyên Newrozê ji sed hezaran gihîşt milyonan. Di serî de li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Stenbolê li gelek bajaran xelk bi Newrozê re bûn yek. Girseyên gihîşt milyonan daxwaza aştî û banga berxwedanê derket pêş. Ji ber herîkina girseyan dewlet neçar ma tavîz bide qedexeyan û destûrên fermî da. Ji 2000’î ve li dehan navendan Newroz veguherî pîrozbahiyên şahiyê û ji bo gelê kurd jî ev bû mîladek. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku peyaman şand û hat xwendin mohra xwe li Newroza sala 2000’î da.

 Newroza 2001’an: Ne înkar û ne veqetandın komara demokratîk

Di sala 2001’an de bi şîara “Ne înkar ne veqetandin, komara demokratîk” ji milyonekê bêtir mirov li bajarên wek Amed, Êlih, Wan, Şirnex, Colemêrg, Mêrsîn, Ceyhan, Elbîstan, Îskenderûn, Hatay, Osmaniye, Edene, Stenbol, Dîlok û gelek deverên din daxwaza aştiyê anî ziman. Newroz bi hemû coş û rengîniya xwe hat pîrozkirin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da. Di pîrozbahiyan de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” derketin pêş û mohra xwe li pîrozbahiyan dan. Rojnameya Yenîden Ozgur Gundemê di 22’ê adarê de bi manşeta “Erd û asîman heybet” Newrozê gihand xwînerên xwe.

 Newroza 2002’yan: Milyonan daxwaza azadiyê dubare kir

Li gel Newroz ne qedexe bû jî di nav pêvajoyek hişk de derbas bû. Newroza 2002’an milyonan anî ba hev. Di vê serdemê de pêvajoya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (YE), dagirkirina Iraqê û girtina HADEP û binçavkirina rêveberên wê di rojevê de bû. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg, Şirnex û gelek navendên din bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bû. Li Amedê, pîrozbahiya Newrozê di bin dorpêça polîsan de ku ji bajarên derdorê jî anîbûn derbas bû. Li qadê bi sed hezaran aştîxwaz gihîştin hev û daxwaza azadiya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û banga aştiyê kirin.

Newroza 2003’yan: Ji şer re na

Di sala 2003’an de rojnameya Yenîden Ozgur Gundem bi manşeta “Li dijî Dehaq agirê Newrozê” pîrozbahiya Newrozê ji xwînerên xwe re serwîs kir. Li dehan navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da û bê bûyer bi dawî bûn. Di pîrozbahiya Newroza Amedê bi sed hezaran mirov bal kişand ser dagirkirina Iraqê û pirsgirêka kurd û bi dirûşmeya “Ji şer re na” bersiv da rayedaran. Gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermend beşdarî Newroza Amedê bûn.

Di Newroza bi heybet a Amedê de hunermend Kazim Koyuncu, Ferhat Tunç, Reşo, Koma Agirê Jiyan û Teoman derketin ser dikê û konser dan.

Newroza 2004’an: Li qadên Newrozê rengê hilbijartinê

Di arîfeya hilbijartina herêmî ya di 28’ê adara 2004’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de li bajarên kurdan rengê hilbijartinê jî dan diyarkirin. Li dehan navendan pîrozbahiyên pêk hatin qadên Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Cara ewil li Şirnex û navçeyên wê destûra pîrozkirina Newrozê hat dayîn. Şirnex û navçeyên xwe di sala 1990’î de jig elek bûyer û komkujiyan re şahidiyê kiribû. Li Amedê milyonek kes, li Êlihê 150 hezar, li Stenbolê 100 hezar, li Riha 50 hezaran beşdarî pîrozbahiyan bûn û daxwaza aştiyê derket pêş.

Newroza 2005’an: Alternatîfa netew-dewletê konfederalîzma demorkatîk

Di Newroza 2005’an de alternatîfa li dijî netew-dewletê Konfederalîzma Demokratîk ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat îlankirin. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê li gelek navendan bi milyonan mirov li qadên pîrozbahiyan cihê xwe girtin. Di pîrozbahiya Newroza li Mêrsînê provokasyona ala tirk a ji aliyê kontrayan ve pêk hat demek dirêj di rojeva welat de cihê xwe girt. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 20’ê adarê de bi manşeta “Ocalan di Newrozê de projeya demokratîk aşkere dike, Konfederalîzm îro tê îlankirin” derket û di 21’ê adarê de jî bi manşeta “Ev Newroz cuda ye” cihek berfireh da pîrozbahiyan.

 Newroza 2006’an: Ocalan vîna me ya siyasî ye

Pîrozbahiyên Newrozê li gel ku li gelek bajaran hat qedexekirin jî, bi milyonan kes carek din hatin cem hev. Jin bi cilên xwe netewî û rengîn beşdarî pîrozbahiyan bûn û bi milyonan kes bi yek dengî got: “Ocalan vîna me siyasî ye.” Di Newroza vîna siyasî ya Ocalan derket pêş, li gelek bajaran jî polîsan mudaxeleyî pîrozbahiyan kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 21’ê Adarê de bi manşeta “Gotin dora Amedê ye” derket û rojek şûn ve jî bi manşeta “Peyama gel a Newrozê” gihîşt destê xwînerê xwe.

Newroza 2007’an: Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye

Bi milyonan gel li qadên Newrozê bal kişand ser tecrîd û tenduristî û jehrîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” derket pêş û gel û Ocalan bû yek. Rojnameya Guncel bi manşeta “Newroz pîroz be” rengê Newrozê ragihand. Newroza lig elek bajaran hat pîrozkirin li gorî salên din bi aramî derbas bû.

Newroaz 2008’an: Êdî Bes e

Li qadên Newrozê bi milyonan kes bi dirûşmeya “Êdî bes e” ji polîtîkayên înkar û îmhayê re got na û xwest Girtîgeha Îmrali bê girtin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan. Gel banga muhatabiya ji çareserkirina pirsgirêka kurd re kir. Newroz li gelek bajaran hat qedexekirin, lê bi deh hezaran kes li dijî qedexeyan derket qadan û di nav berxwedanê de Newroza xwe pîrozkirin. Polîs û leşkeran di serî de êrîşî pîrozbahiya Newroza Wanê, Colemêrgê, Geverê û gelek deverên din kir. Lê gel gav paş de neavêt û tevahiya rojê li ber xwe da. Di êrîşên li Wanê de welatiyên bi navê Ramazan Dal û Zekî Erînç, li Geverê jî Îkbal Yaşar a 20 jiyana xwe ji dest dan.

Pîrozbahiyên Newrozê di çapemeniya kurd de rojnameya Haftaya Bakiş Gazetesi bi manşeta “Newroza xweseriya demokratîk” derket pêşberî xwînerên xwe.

 Newroza 2009’an: Ji Ocalan nirxandina Newrozê

Beriya hilbijartina herêmî ya 2009’an pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê bi rojan beriya hilbijartinê rengê serkeftina hilbijartinê ya li bajarên kurdan diyar kiribû. Di Newroza Amedê de nirxandina Newrozê ya salên 90’î ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sînevziyonên mezin hat guhdarkirin û temaşekirin. Li qada Newroza Amedê ji milyonekê bêtir mirov kom bûn û li vê sînevziyonê temaşe kirin. Peyam û temaşekirin di raya giştî de dengek mezin veda. PKK’ê berê daxuyaniya “Em ê Newrozê bê pirsgirêk pîroz bikin” xwe li qada da hîskirin. Li dehan navendan bêyî pirsgirêkek derkeve holê pîrozbahî pêk hatin.

Rojnameya Gunluk a wê demê bi manşeta “Milyonan kes hilbijartina xwe kir” cih da pîrozbahiyên Newrozê.

Newroz 2010’an: Li 104 navendan 4 milyon kes derket qadan

Newroza 2010’an bi şîara “Rêberiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk” li 108 navendan hat pîrozkirin. Li qadên Newrozê ji 4 milyonî zêdetir kes gihîştin hev û muxatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. Newroza herî mezin a dîrokê li Amedê hat pîrozkirin. Wek sala berê nirxandina Ocalan a Newrozê hat pêşandan. Piştî pêşandanê ji milyonekî bêtir kes bi deqîqeyan li çepikan dan û tîlîliyan kirin.

Rojnameya Gunluk bi nûçe û manşeta “Erd û asîman bû Newroz” û “Bi milyonan kes got erê” gihîşt ber destên xwînerê xwe.

 Newroza 2011’an: An Azadî An Azadî

Newroza 2011’an bi şîara “Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî” li 130 navendan hat pîrozkirin.

Agirbesta ji aliyê KCK’ê ve hat îlankirin bê bersiv hat hiştin. Pişt re Ocalan bi riya parêzerên xwe daxuyaniya “Em ê heta Newrozê çavrê bikin” girse û beşdariya Newrozê xurtir û zêdetir kir. Di pîrozbahiyan de bi milyonan kes Ocalan wek çareseriya pirsgirêka kurd nîşan da û wek modela çareseriyê jî modela “Xweseriya Demokartîk” a Ocalan pêşkêş kirin.

Rojnameya Gunluk jî bi manşetên, “Newroz bû jiyan”, “Agirê azadiyê li her derî ye” û “Zarokên Kawa azadiyê înşa dikin” cih da pîrozbahiyan.

 Newroza 2012’an: Gel qedexeyan nas nekir

Li ser fermana Wezarîê Karê Derve yê wê demê Îdrîs Naîm Şahîn ê ji FETO biryara girtina wî heye, Newroza 2012’an di serî de li Amed, Êlih, Cizîr, Stenbol û gelek bajaran qedexe kir. Li gel hemû qedexe û astengiyan li Amedê ji milyonekê bêtir mirov ji çar milan ve barîkatên polîsan şikandin û ber bi Parka Newrozê ve dest bi meşê kirin. Li gel ku li gelek deveran polîsan êrîşî girseyê kir jî girse hemû xwe gihand qada Newrozê.

Pîrozbahiya Newroza li Stenbolê jî dê li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê bihata li darxistin. Lê ev der jî li gel hat qedexekirin. Li gelek navçe û semtên Stenbolê di navbera polîs û girseyan de pevçûn qewimîn. Di pevçûna li nêzî qada Newrozê de rêveberê DBP’a Arnavutkoy Haci Zengîn ji ber bombeya gazê li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.

Li Êlihê jî dê pîrozbahî li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran bihata lidarixstin. Lê hemû rêyên diçûn qadê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Di saetên serê sibê de gel ji sê milan ve berê xwe da qada Newrozê. Li bendê bû Newrozek bi heybet bihata lidarxistin, lê polîsan bi her aliyî ve êrîşî girseyê kir û heta êvarê pevçûnan dewam kir. Her der bû qada şer. Otobusa ku wekîlên DBP’ê û Hevserokê KCD’ê yê wê demê Ahmet Turk têde bûn, rastî êrîşa polîsan hat û bombeyên gazê avêtin hundirê otobusê. Li vir polîsek êrîşÎ Ahmet Turk kir û Turk birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Newroza 2013’an: Ji Ocalan manîfestoya dîrokî

Newroza 2013’an bi destpêkirina “pêvajoya çareseriya demokratîk” bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû’ hat pîrozkirin. Girîngtirîn rojeva Newrozê jî manîfestoya Ocalan bû. Di 3’yê çileyê de Ahmet Turk û Ayla Akat Ata, di 23’yê sibatê de jî Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de jî Ocalan ji bo Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê nameyên cuda şandin.

Piştî ku bersivên nameyan hatin dayîn jî Ocalan got, “Ez dixwazim di Newrozê de peyamê ragihînim.” Bi vê yekê re jî bal kişand ser Newroza 2013’an. Piştî van gotinên Ocalan jî gelê kurd bi coşeke mezin Newroza 2013’an pîroz kir û weke “Newrozeke dîrokî” pênase kir. Fînala pîrozbahiyên Newrozê jî li Amedê bû.

Li Amedê bi qasî 2 milyon kes tevli Newrozê bû û cara ewil bû gelê Amedê şahidî û mazûvaniya mezintirîn pîrozbahiyek wiha dîrokî kir. Di heman demê de bi milyonan kesan jî li ber ekranên televîzyonan peyama Ocalan a dîrokî guhdarî kir û bi vê yekê re jî pêvajoyeke nû ya têkoşînê hat ragihandin.

Her çiqas pêvajoya çareseriyê ku demek pişt re ji hêla AKP’ê ve hate xerakirin jî, bi her kesî re ji bo aştiyê hêviyeke mezin çêkir.

Çapemeniya hawîzê ya ku di 21’ê Adarê de bi sernavên “Îro dîrok tê nivîsandin” girîngiya rojê vedigot, di 22’yê adarê de jî bi manşetên ‘Pêncşema bi xêr’, ‘Çek êdî bêdeng dibin’ û ‘Çek êdî bêdeng bûn, dora aştiyê ye’ derketin pêşberî xwînera.

 Newroza 2014’an: Ocalan careke din mafdar derket

Newroza 2014’an jî ku fînala wê li Amedê bû, bi dehan navendan bi tevlêbûna milyonan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li gelek deverên cîhanê bi sedan kes ji bo şahîdiya li Newroza Amedê, hatin Amedê. Bi rojan beriya Newrozê, hemû balafirgeh tejî bûn û di roja Newrozê de jî zêdetirî 3 milyon kes li qadê kom bûn. Di qada Newrozê de cara yekemîn peyama hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen hat weşandin û bi milyonan kesî temaşe kir. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi zimanê kurdî ji hêla serokwekîla BDP’ê ya demê Pervîn Buldan û ya bi zimanê tirkî jî ji hêla parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Peyama Ocalan li qadê bi baldarî hat guhdarkirin.

Ocalan di nameya xwe ya dîrokî de Newroza gelan pîroz dikir û ev hişyarî dikir: “Di dîrokê de hatiye dîtin ku ger ji bo rêvebirina vîneke xurt nebe, pirsgirêkên dîrokî li gorî xwe teşe digirin û bi gelemperî jî bersivên bi xwîn bi xwe re di afirînin. Di pêşiya me de girîngtirîn mijar bersivandina pirsa ‘Gelo em ê bi darbeyên dubare yan dê bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe berdewam bikin?’ e.”

Piştî xerakirina ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ ji hêla AKP’ê ve ku pêvajoya aşitiyê jî bi dawî kir, hemû hişyariyên Ocalan ên ku di Newrozê de kirin, yek bi yek pêk hatin.

Newroza Amedê ya dîrokî ku ji hêla bi dehan tv’yên dewleta tirk ve bi zindî dihate dayîn, di serî de çapemeniya hawîz, di gelek rojnameyên dewletê de manşetên weke ‘Ocalan: Aşitî dê bidome’, ‘Newroza berdewamkirina çareseriyê’, ‘Di Newrozê de nameya Ocalan hat xwendin: Dema em silha xwe dikin jî na tirsîn’, ‘Peyama bibiryariyê’, ‘Newroza aşitiyê’, ‘Êdî bila pêvajoya muzakereyan dest pê bike’ û ‘Bihara çareseriyê’ hatibûn avetin.

 Newroza 2015’an: Roja derbasbûna demokrasiyê ye

Di pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku zêdetirî li sed navendan agirê Newrozê pê ket, navnîşana dawî dîsa Amed bû. Nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye mora xwe li pîrozbahiyan xist. Di pîrorozbahiya li Parka Newrozê ya Amedê de zêdetirî 2 milyon mirov ku sefîrên DYA, Îngilistan, Fransa Avustralya jî di nav de yên 25 welatan amade bûn. Li gel vê rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat, parlamenter  jî din av de 437 mêvan amade bûn. Her wiha hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî di nava mêvanan de bû. Di pîrozbahiyê de peyama serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî hate xwendin.

Li gel baranê jî zêdetirî 2 milyon mirov heta nameya Ocalan nehat xwendin, ji qadê veneqetiyan.

Di nameya Ocalan ku bi kurdî û tirkî hat xwendin de KCK vedixwend lidarxistina kongreyê û ev peyam dida: “Êdî roj ew roje ku em dawiyê li vê dîroka bi êş û wêranker bînin û li gorî rabûrduya xwe derbasî aştî, biratî û demokrasiyê bibin. Li gorî hewcehiya zanyar û baweriya xwe; mecbûriyeta me ew e ku li şûna netewe dewleta şerok, têkbirî, hilweşêr a ku nijatperestiyê diafirîne, bi siyaseta demokratîk vê derbas bikin û bi nasnameyên demokratîk em dikarin biçin hevpariyekê. Ji bo vê yekê jî ez bang dikim ku di nav netewe dewletan de bi rêbazê hevpariya demokratîk bi pêşxistina siyaseta demokratîk û dîsa di navbera netewe dewletan de mala demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.”

 Newroza 2016’an:  Newroza xwerêveberiyan

Piştî bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve, yekemîn Newroz bû ku dihat pîrozkirin. Ji ber vê jî li gel astengiyan jî bi milyonan kes ji bo pîrozkirina Newroza 2016’an herikîn Parka Newrozê ya Amedê. Li gel lêgerîneke zêde û asetengiyên ku derketin pêş di 5 cihê lêgerînê de nêzî 2 milyon mirov bi cil û rengê xwe yên kesk, sor û zer qada Newrozê veguherandin qada berxwedanê. Newroza ku ji aliyê KCD’ê ve hat organîzekirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” dike gelek poster û afîş ji aliyê polîsan ve hatin berhevkirin. Careke din nameya Ocalan a di Newroza Amedê, ya berê de hatibû xwendin hat xwendin. Her wiha ji derveyî welat jî gelek rojnameger, siyasetmedar, aktîvîst û hunermend tev li Newrozê bibûn.

Ji ber di heman demê de li Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopî û Şirnexê berxwedana xwerêveberiyan pêk dihat bi milyonan beşdarên Newrozê ji bo berxwedêran silav şandin.

Newroza 2017’an: Kemal Kurkut hat înfazkirin

Beriya Newrozê ji ber şerê ku di 2017’an de hêj zêde hatibû gûrkirin, çapemeniya hawiz û desthilatdariya AKP’ê antî propaganda dikirin û digotin ‘dê kes beşdarî Newrozê nebe’ xwestin tevlêbûn kêm be. Lê belê dijberî van gotinan zêdetirî milyonek mirov herikî Parka Newrozê ya Amedê. Newroza ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat organîzekirin li gel 35 navendan agirê yekemîn li Nêsêbînê pê xist.

Newroza Amedê ya ku bi sedhezaran kes tevlê bû polîsan li ber çavên çapemeniyê ciwanê bi navê Kemal Kurkut ê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê Beşa Muzîkê bû û ji Meletiyê hatibû qetil kirin.

Ji ber Newroz beriya referanduma 16’ê nîsanê bû, beşdaran sekna xwe jî nîşandan. Bi sedhezaran flamayên ku bi kurdî û tirkî li ser “NA” dinivîsî li ba dikirin.

 Newroza 2018’an: Li dijî destwerdana Efrînê bertek

Di sala 2018’an de bi sed hezaran kes herikî Qada Newroza Amedê û bi piranî girse ji ciwanan pêk dihat. Di pîrozbahiyê de destwerdana li dijî Efrînê mohra xwe li pîrozbahiyê da û piştî pîrozbahiyê polîsan mudaxeleyî gel kir.

 Newroza 2019’an: Em ê tecrîdê bişkînin

Di Newroza 2019’an yanî îsal de tê payîn dê berxwedana grevên birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hat destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû mohra xwe li pîrozbahiyê bide. Newroza îsal dê bi şîara “Em ê tecrîdê bişkînin û em ê teqeze bi ser bikevin” bê pîrozkirin û li bendê ye bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bibe.

Newroza 2020’î: Ji ber şewba vîrûsê betal bû

Newroza 2020’an li Amedê û hemû bajarên Kurdistanê ji ber şewba vîrûsa corona bi girseyî nehat pîrozkirin. Parti û rêxistinên Kurdan biryar dan ku her kes li hewş, baxçe û malên xwe pîroz bikin. Gelê Kurd di 2020’an de agirê Newrozê li malên xwe pêxistin. Di 21’ê Adara 2020’an de Parka Newrozê ku 12 salan bi milyonan kesan Newroz lê pîroz dikir vala ma.

 Newroza 2021’an: Piştî salekê dîsa bi milyonan kes newroz pîroz kir

Gelê kurd ku sala 2002’an li qadan Newrozê pîroz nekir, di sala sala 2021’an de heyfa xwe stendin û bi girseyî Newroz pîroz kirin. Dîsa bi milyonan kes herikî qadên Newrozê û li dora agirê Newrozê berxwedana xwe mezin kirin. Newroza 2021’an bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat pîrozkirin. Newroz bi giştî li 61 navendan hat pîrozkirin. Di Newroza 2021’an de bi milyonan kes bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan, yekîtiya neteweyî ya kurd, doza girtina HDP’ê û daxwaziya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê anîn ziman.

 Newroza 2022yan: Dem Dema Serkeftinê Ye

Dirûşma Newroza îsal jî “Dem dema serkeftinê ye” dê li 72 navendan bê pîrozkirin. Her wiha dîsa rojeva sereke “Azadiya Ocalan e” û dê agirê ewilî yê Newroza îsal li navçeya Elkê ya Şirnexê bê vêxistin. Wek her sal dê dîsa fînala pîrozbahiyên Newrozê li Amedê be û roja duşemê 21’ê Adarê dê li Parka Newrozê bê pîrozkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar