Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Agirê Newrozê li her derê Rojava hat pêxistin

Şêniyên Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin

Navenda Nûçeyan |

Cejna Newrozê li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê jî bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin’ hat pîrozkirin.

Danê sibê de şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Kobanê, Reqa, Amûdê, Şehba herikîn qada Newrozê. Her wiha li Heleb û Şamê jî gel herikîn qada Newrozê û Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiya Hesekê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî. Ehmed Newroz li hemû gelên herêmê, li girtiyan û li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em îro ji bo pêkanîna azadiyê li qada azadiyê kom bûne. Tevî hemû hewldanên hêzên zordest jî, em ji berê ve meşaleya Newrozê pê dixin.”

Hemû gelê herêmê têdikoşin

Îlham Ehmed diyar kir ku roj bi roj rêya ber bi azadiyê ve tê berdewamkirin û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de, ne tenê gelê kurd lê belê hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne. Birayên me yên hêja yên ji hemû pêkhateyên civaka Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em Newroza îsal li we pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di Newroza sala bê de, çareseriya siyasî û demokrasî pêk bê. Hewldanên me yên domdar ên bi rêya fedakariyên ku me bi hev re li qadên şerê li dijî teror û zordariyê, ji bo vê yekê ne. Em hîna jî di oxira azadiyê de têdikoşin. Em hêvî dikin ku aramî û îstîkrar pêk bê.”

Ehmed bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser yekdest bin û wiha got: “Em ê bi îradeya xwe demokrasiyê pêk bînin. Em îro li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şamê, Şehba û Helebê kom bûne.”

Rizgarkirina herêmên dagirkirî

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ew ê her tim têbikoşin û vegera ewle ya şêniyan ji bo malên wan misoger bikin. Em hebûna dagirkeriya tirk li ser axa xwe û zilm û zordariya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Em rojane sûcên çeteyan li dijî gelê xwe yê aştîxwaz dibînin. Em soz didin gelê xwe ku bi darê zorê hatine koçberkirin û zilmê dibînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û wan herêman rizgar bikin.”

Îlham destnîşan kir ku ew di pêvajoeyeke dîrokî re derbas dibin û wiha lê zêde kir:  “Dagirker hewl didin projeyên me têk bibin û îrade û destkeftiyên me tune bikin. Lê belê em ê rê nedin wan. Em ê ji bo azadiyê û guhertina sîstema zordar têbikoşin. Em dixwazin çareseriya siyasî pêk bê û herêmên xwe rizgar bikin. Em soz didin we ku em ê nehêlin kes mafên me yên rewa ji dest me bigire.”

Newroza Qamişloyê

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî li Qamişloyê Newroza 2021’an li şêniyên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Xelîl, Newroz li gelê kurd, ereb û suryan pîroz kir û wiha got: “Gelê me mafên xwe bi dest xistin. Niha em li pêşiya êrîş û aloziyên mezin in. Belê em Newrozê pîroz dikin, lê birînên me hîna rihet nebûne. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hîn di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne. Dijminên gelê kurd hewl didin biratiya gelan li herêmê derb bikin û projeya wan têk bibin.”

Xelîl teqez kir ku Newroza îsal çirûska xwe ji berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye û destnîşan kir ku bingeha biratiya gelan û kombûna pêkhateyan li dor şoreşa xwe, nîşaneya serkeftina wan e.

Tecrîda li ser Ocalan

Aldar Xelîl behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dewam kir: “Dewletên biyanî û herêmê beşdarî komploya li dijî Rêber Ocalan bûn. Wan bawer dikir ku dikarin fikr û felsefeya Rêber Ocalan tune bikin. Lê di rastiyê de vê dawiyê zanîn ku ew nikarin fikrên Rêbertî di girtîgehê de sînordar bihêlin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl teqez kir ku têkoşîn heta pêkanîna 3 armancê sereke dê dewam bike; rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan ji destê faşîstan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji dewleta tirk a dagirker û bidestxistina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê her çar parçeyên Kurdistanê ji mafên xwe re.

Yekitiya neteweyî

Xelîl di axaftina xwe de behsa hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî kir û ev tişt anî ziman: “Divê em yekitiya kurdî li ser bingehek qewîn ava bikin. Bingeha wê fedekariyên şehîdan e û zemîna wê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Yekitiyek ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî têdikoşe.”

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di şoreşa xwe de rastî gelek astengiyan hatin, lê belê karîbûn mafên xwe bi dest bixin, teqez kir ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga cudakariya ji Sûriyeyê nake wekî ku hin alî idîa dikin û wiha got: “Em hewl didin hemû herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ji dagirkeran rizgar bikin, ji Cerablusê bigire û heta Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar