Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Agirê Newrozê li Metînayê hat dadan

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Metînayê Newroza 2022'yan bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin. Gerîlayan gotin, bi hatina Newrozê re ew xwe ji bo pêngavên nû amade dikin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, Newroza 2022’yan bi coşeke mezin pîroz kirin. Gerîlayan serê sibehê dest bi pîrozbahiyê kirin, agirê Newrozê dadan, li dora êgir govend gerandin û dirûşm berz kirin.

Di pîrozbahiya di bine baranê de hat kirin de têkildarî wate û girîngiya rojê de gerîlayên axivîn wiha gotin: “Berxwedana ku Kawayê Hesinkar li dijî zaliman nîşan da, îro di nava rastiya PKK’ê de roj bi roj bêhtir aşkera dibe. Berxwedana hevrê Mazlûm Dogan a li dijî dagirkeran îro jî dewam dike. Li dijî zilma dijmin a li ser gelê kurd, gerîla bi her awayî li ber xwe didin. Bi Newrozê re hatina biharê ji bo gerîla ji bo pêngav û serketinên nû gelekî girîng e. Bi wesîleya Newrozê divê em xwe ji pêngavên nû re amade bikin. Em Newrozê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurdistanê pîroz dikin.”

Gerîla di dema pîrozbahiyê de ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku wê Newroza 2022’yan bi pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bi ser bixînin. Gerîlayan destnîşan kirin ku di sala 2021’an de berxwedan û lehengiyên gelekî mezin de ne û ragihandin ku Tevgera Azadiyê wê tu carî têk neçe, ji ber ku berxwedana şehîd Mazlûm Dogan ji xwe re dikin esas.

Gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê Newroza 2022’yan pîroz kirin, diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê berxwedana xwe dewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar