KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Agirê Newrozê li Mexmûrê geş bû: Newroz wê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin. Di pîrozbahiyê peyama “Şehîdan çirûska Newrozê geş kirin û bûn sembola azadiyê. Newroz wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dubare em cejna vejînê li we tevan pîroz dikin” hat dayîn.

Cejna Newrozê bi coş û moralekî mezin bi beşdariya hezaran kesî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûr pêk hat. Qada şahiyê bi al û posterên Rêber Apo, alên PKK, KJK, KCK, YJA-STAR û wêneyên şehîdên pêşeng hat xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê bi kelecanekî mezin ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin û dirûşmên ‘Newroz pîroz be’, ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derbarê Newrozê de hate guhdarkirin.

Piştre li ser wate û girîngiya rojê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Ehmed Şehbaz axivî û di serî de cejna Newrozê li Rêber Apo, şehîdan, girtiyên siyasî, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd pîroz kir got: “Mazlûm Dogan û hevalên wî, ev roj ji bo me ronî kirin. Van şehîdan çirûska Newrozê geş kirin û bûn sembola azadiyê. Îro cejna me ye. Divê em xwedî li Newrozê derbikevin û rojên ku Newroz dihatin qedexekirin ji bîr nekin. Newroza me wê bibe Newroza serkeftin û azadiya gelê Kurd. Wê Newroz bibe Newroza aştî û azadiya mirovatiyê. Newroz wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dubare em cejna vejînê li we tevan pîroz dikin.”

Piştî wê hunermend Feyzî Kiliç hat ser dikê û bi stranên xwe reng da şahiyê. Her wiha li pey wî koma govendê ya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi cil û bergên xwe yên gelêrî ve govenda xwe pêşkêş kirin.

Her wiha ji partiyên siyasî ku wek mêvan ji Mexmûrê beşdarî şahiya Newrozê bibûn, peyamên partiyên xwe dan.

Di peyama Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) a Mexmûrê de hat gotin: “Em cejna vejînê li Rêber Apo, gerîla, pêşmerge û tevahî şehîdan pîroz dikin. Em li vir bang dikin, pêwîste tevahî partî û hizbên kurdî yekitiya xwe çêbikin. Tenê yekbûn me serdixe. Divê em bibin yek û nehêlin dijmin dagirkeriyê bike. Em wek YNK dibêjin, tenê pêwîstiya me kurdan bi yekitiya kurdan heye.”

Her wiha Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan a Mexmûrê jî di peyama xwe de got: “Silav ji Rêber Apo û Qendîlê re. Silav ji gerîla û pêşmergeyan re. Çareserî tenê yekgirtin e. Dijminê me yeke û divê em li her derê Kurdistanê yekitiya xwe çêbikin. Dubare em silavên xwe ji Qendîlê re dişînin.”

Hizba Şûî Kurdistan a Mexmûrê jî di peyama xwe ya ji bo Newrozê de got: “Em jî vê cejnê li we tevan pîroz dikin. Kurdistan di pêvajoyek girîng de derbas dibe. Dijmin bê navber êrîş dike. Dijmin bênavber planên dagirkeriyê li ser Kurdistana me çêdikin. Dubare cejna we pîroz be û giyanê şehîdan şad û aram be.”

Piştî peyaman Hozan Welat hat ser dikê û bi stranên xwe gel mest kir û coş da şahiyê.

Herî dawî jî hunermend Şemdîn hat ser dikê û gel bi hatina hunermend Şemdîn kêfxweşî û kelecanek mezin girt. Hunermend Şemdîn jî bi stranên xwe coş da şahiyê û gelê wargehê bi hunermend Şemdîn re stran dubare kir.

Herî dawî ber bi derengiya şevê ve bernameya pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar