Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Agirê Newrozê li Rojhilat bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ geş bû

Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' geş bû. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Girseya gel her wiha serdana goristanan kir û kulîlk danî ser gorên kesên di serhildana vê dawiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li tevahiya bajar û herêmên rojhilatê Kurdistanê doh agirê Newrozê hat pêxistin. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi agirê Newrozê gur bû, reng û dengê jinên azad bilind bû.

Li bajarê Seqizê serdana goristanan hat kirin. Bi taybetî bi sedan kes tevî malbata Jîna Emînî, çûn ser gora jina ciwan ya kurd. Jîna Emînî li ser gora xwe hat bîranîn û Newroz li hemû kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin, hat pîrozkirin.

Di merasîmê de sirûdên şoreşgerî, dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê hatin qîrîn. Ji bo geşkirina serhildanê bang hat kirin. Li heman bajarî li ser serê çiyê bi agir navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nivîsandin.

Li bajarên Sine û Bokanê jî dayikên zarokên wan hatine qetilkirin, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ Newroz pîroz kirin û li ser goristanan zarokên xwe bi bîr anîn.

Doh bi şev li bajarên Sine, Mahabad, Pîranşar, Şino, Bokan, Seqiz, Dêwlan, Kamyaran û gelek herêmên din, ciwan daketin kolanan û bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan. Ciwanan nerazîbûn nîşanî desthilata Îranê dan.

Li gorî agahiyan û dîmenên hatine belavkirin, li bajarên Sine, Dêwlan, Bokan û Seqizê di navbera ciwan û hêzên dewletê de ji ber êrîşa hêzên Îranê alozî çêbûye û gelek xwepêşander birîndar bûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar