Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Agirê Ozgur Ulkeyê ji bo me meşaleya azadiyê ye

Kevneşopî û dîroka Çapemeniya Azad ku bi berdêlên giran, kedeke mezin, hêvî û bendewariyên bêdawî hatiye avakirin, tenê dîroka mecmuaya Kurd nîne. Ev dîrok di heman demê de dîroka berxwedan, afirandina fikr û ramana azad e. Dîroka bîrdoziya rizgariyê ye. Parçeyekî berxwedan û têkoşîna hebûna gelê Kurd e. Lewre dîroka çapemeniya Kurdî, neynika serboriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Qedera Çapemeniya Azad bi qedera gelê Kurd, gelên bindest ve girêdayî ye. Ev rastî û heqîqat, ji destpêka weşana rojnameya Kurdistanê heya niha 122 sal in qet neguherî û heta ku gelê Kurd azad bibe jî ev heqîqet dê bidome. Di vir de divê bê aşkerakirin ku, xebatên çapemeniyê, wekî bingeha rewşenbîriya Kurdî ye û ew agirê ku li dor wê hatiye pêxistin, şewqa xwe daye gelek xebatên din. Çapemeniya Azad ji ber vê karakterê xwe yê damezirîner, heta niha her tim rastî êriş û zextên giran hatiye. Bi nezereke dîrokî, êrişên li ser çapemeniya azad, di vê çarçoveyê de baştir tên fêmkirin.

Serdest û neyarên gelê Kurd ewil êrişî mejiyê Kurdan dikin. Dagirkeriya welatekî ji dagirkeriya aqil û dilê gelên wî welatî dest pê dike.  Ewil xewn û xeyalên Kurdan dizîn, hêvî û baweriyên wan desteser kirin, piştre destdirêjî li mal û milkên wan û hebûna wan kirin. Bi sedsalan e, gelê Kurd hewl dide ku mêjiyê xwe yê hatiye dagirkirin rizgar bike. Destpêka weşana rojnameyên Kurdan çîrok û romaneke bêdawî ya meşa afirandina vê bîrdoziyê ye.

Ji ber ku bingeha şoreşa civakî fikr û ramana azad e, lewre hêzên dagirker, faşîst û serwer ewil vê mêjî û bîrdoziyê hedef digirin, êrişî ramana azad dikin.

Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka xwedîderketina zimanê dayikê, nasname û welat e. Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din, dîroka rewşenbîriya Kurdî û serencama berxwedaneke domdar e, ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di riya şopandina heqîqetê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e. Ji Rojnameya Kurdistanê heta Ozgur Ulke, ji Ozgur Ulkeyê heta îro, ev rastî tu carî neguherî.

Li Tirkiyeyê jî di 45 salên dawî de şoreşa azadiyê û çapemeniya azad gav bi gav, mil bi mil bi hev re bi pêş dikeve. Her wiha jî bi hev re rastî heman êrişên tunekirinê tên. Bêguman bombekirina rojnemaya Ozgur Ulkeyê ya 3’ê Kanûna 1994’an di vê çarçoveyê de ne êrişeke musteqîl û lokal e, ne jî mirov dikare bi tena serê xwe wekî êrişeke li hemberî çapemeniyê binirxîne. Di vê êrişê de rasterast fikr û ramana antî-kolonyalîst, kesayetiya azadîxwaz û hewldan, xwedîlêderketine pratîka azadiyê hatiye hedefgirtin. Dema gelê Kurd xwe nas kir, bi daxwaza azadiyê li seranserî Kurdistanê rabû serhildanê hem hebûna wî û hem jî ramana wî rastî êrişên tunekirinê hat. Bombekirina Ozgur Ulkeyê parçeyek ji konsepta tunekirina fikra azadiyê kete dewreyê û bi deh salan e jî ev êriş bênavber hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser çapemeniya Kurdî dimeşe.

Rojnameya Ozgur Ulke di 28’ê Nîsana 1994’an de dest bi weşanê kir, zêde na 8 meh şûnde hate bombekirin. Hem navenda Rojnameyê ya li Kadirgayê û hem jî buroya navendî ya li Cagaloglu û buroya Enqereyê rastî êrişên hemdem hatin. Di êrişê de Rojnameger Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên wê jî birîndar bûn. Ev êriş bi biryareke navendî 3 roj berê di civîna MGK’ê de hate plankirin. Rojnameya Ozgur Ulke, 15 roj piştî bombekirinê, “Belgeyên Veşarî” yên ku îmzeya serokwezîra wê demê Tansu Çîller li binî hebû weşand. Di belgeyê de “lîsteyên mirinê” û “yên bên berterefkirin” cih digirt. Di belgeyan de rasterast navê Ozgur Ulkeyê hebû û dihat diyarkirin ku divê dawî li çalakiyên “weşanên rêxistinê” bên. Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktuna di daxuyaniya xwe de fermana “berteref bikin” wek fermaneke xwezayî dîtibû û ji bo bombekirina rojnameyê jî derewa, “Em wisa difikirin ku ji bo Tirkiyeyê têxin rewşeke zehmet xwe bi xwe bombe kirine” bi lêv dikir. Anku hincetên êriş û zextên li ser çapemeniya Kurdî tu carî neguherîn.

Ev helwdana êrişkarî û îmhakirinê ji wê demê vir ve wekî polîtikayeke sîstematîk ya dewletê didome. Ji 70 zêdetir rojnamegerên Çapemeniya Azad hatin qetilkirin. Armanc heman bû: Fetisandina fikr û ramana azad. Çawa ku hemû êrişên li ser gelê Kurd nikaribû vê meşa azadiyê rawestîne, êrişên li hemberî Çapemeniya Azad jî nikaribûn vê çapemeniyê bêdeng bike. Çapemeniya Azad piştî her êrişê bihêztir meşa xwe domand. Çapemeniya Azad îro êdî ne tenê dengê gelê Kurd e, her wekî din li Rojhilata Navîn dengê hemû gelên azadîxwaz û bindest e. Dengê jinan, ciwanan e, dengê xwezayê ye, dengê kêmnetewan e. Dengê baweriyan e. Çapemeniya Azad dengê heqîqetiyê ye. Rastiya ku Çapemeniya Azad 25 sal ewil bi lêv dikir û ji ber wê yekê rastî êrişan dihat, îro bûye rasteqîniya mirovahiyê. Lewma îro di dema AKP’ê de jî herî zêde Çapemeniya Azad rastî êrişan tê. Di çarçoveya OHAL’ê de heya niha bi dehan saziyên çapemeniya azad hatin girtin, bi sedan rojnamegerên Kurd hatin binçavkirin û dîlgirtin. Gelek derdorên ku wê demê ji ber vê polîtikaya Çapemeniya Kurdî ew tawanbar dikirin, hedef nîşan didan, îro ji ber ku rastî heman êrişan tên kerhen van rastiyan bi aweyekî mehçûp tînin ziman.

Rojnameya Ozgur Ulkeyê roja piştî bombekirinê bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewîtine” hate çapkirin. Ev tenê manşeta rojnameyekê nebû; helwesta heysiyeta ramana azad, kesayetiya birûmet û israra mirovahiyê bû. Bi vê manşetê heqîqeta vê erdnîgariyê hate diyarkirin û ev yek bû dîrok. Ew hêzên ku Ozgur Ulke bombe kirin bi vê yekê dixwestin fikra azadiyê û têkoşîna gelê Kurd bifetisînin, lê piştre yek bi yek bixwe têk çûn. Mehmet Agar, Tansu Çîller û giregirên wê demê îro bi rûreşiyeke mezin tên naskirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê jî ku bi êrişa li hemberî ramana azad dixwaze di riya Çîller de bimeşe bêguman dê qedera Tansu Çîller parve bike. Ne “hezar operasyonê” wan dikare wan ji vê têkçûnê xilas bike û ne jî dikare meşa azadiyê rawestîne.

Belê agirê bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê hîn netemiriye, hîn êrişkar her roj dixwazin her derê biweşîtinin lê belê di 26 salên derbasbûyî de jî diyar bû ku îradeya Çapemeniya Azad di nav vî agirî de pola dibe, tûj dibe. Ev îradeya bi van ceribandinan hêz girtiye îro rûmeta Çapemeniya Azad ya cîhanê ye. Agirê bombekirina Ozgur Ulkeyê ji bo meşaleya azadî û serfiraziyê ye. Em vê rûmetê deyndarî Apê Mûsa û bi sedan qehremanên bênav in. Ez wek rojnamegerekî Kurd bi vê dîrokê serbilind û serfiraz im û bi vê minasebetê ez şehîdên Çapemeniya Azad bi rêz û minet bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan bîreweriya wan qehremanên Çapemeniya Azad ditewînim. Mîrateya wan emanetî me ye û em soz didin ku heta serkeftinê em ê li vê mîrateyê xwedî derkevin.

Nûçeyên Têkildar