Nivîskar û helbestvanê girtî Ahmed Huseyîn ku ji doza PKK’ê 23 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Kandirayê dimîne, ji bo çalakvanên di greva birçîbûnê de helbestek nivîsand
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 111’an de û yên 317 girtiyên li 62 girtîgehên cuda jî 73 roj li pey xwe hişt. Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in di girtîgehê de ye, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Kandirayê li ser kesên di greva birçîbûnê de, helbestek nivîsand.
Huseyîn, di sala 1971’an de li Efrînê ji dayik bû û ji sala 1992’yan ve ji doza PKK’ê girtiye. 4 pirtûkên Huseyîn hene ên bi navên; “Zayîna bi Amûre Sertûj”, “Dilê Çar Dilî”, “Canheval” û “Axîna Dilistan”.
Helbesta ku Ahmed Huseyîn li ser çalakgerên di greva birçîbûnê de nivîsandiye ev e:
“Çalakvan im ez!
Navê min
Leyla ye
Navê min
Nasir, Îmam e
Navê min
Hacer, Necla, Sebahat û Selma ye
Navê min
Îbrahîm, Berzên, Demhat û Serhadcan e
Paşnavê min
Berxwedan e!
Ez Şagirtê Rojê me
Rêhevalê Heqî, Salîh û Mazluman
Şopdarê Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan
Şervanê Egîdan, Zîlanan im ez!
Xewnên min
Bi hêsirên dayikan
Bi xwêdana azadîxwazan û
Bi xwîna pakrewanan şil in!
Ez pakrewana/ê zindî me
Min di ber tililiyên cejna azadiyê
Bi hêsîrên kenê serkeftinê bişon
Pakrewan im ez’
Bi qenciyên rojê
Bi delaliya awirên wî û
Bi xweşikbûna xewjinên wî
Hatime pêçan!
Ez!
Ez pakrewana/ê serkeftinê me
Va ye !
Bi şadiya Roja sor
Bi kêfxweşiya cejna serkeftinê
Li ber tîrêjên Roja azad
Li dayikan vedigerînim hêsirên ku
Di rojên cengê de
Min bi deyn ji wan girtibûn!
Ez ê
Serkeftinê bidim dayika siberojê û
Diyarî we bikim
Da ku hûn
Di hembêza wê de
Bîranînên xwe yên kesk, sor û zer
Bi dilgeşî biçînin û zarokên me
Li ser vê axa kevnar
Her rûken bin
Di bin tîrêjên Rojê de.” STENBOL