21 sal di ser wefata hunermend Ahmet Kaya re derbas bû. Ahmet Kaya li bajarê Meletî ji dayik bû û di ciwantiya xwe de navê xwe da bihîstin. Bi stran û awazên xwe cihê xwe di dilê her kesî de girt. Stranên wî ji bo her kesî bûn. Êş û azarên her kesî dianî ziman. Di awazên wî de her kes hebûn. Ji ber vê yekê jî hezkiriyên wî zêde bûn. Di stranên wî de gotinên şoreşgerî jî hebûn. Lewma ji şoreşgeran heta kedkaran her kesî guhdariya wî dikir. Bi dehan albumên stranan amade kirin. Li her devera Tirkiyeyê konserên wî çêbûn. Li Ewropayê jî derket ser dikê û bû yek ji hunermendên sereke yên Tirkiyeyê. Lê rojek hat û qedera wî guherî.
10’ê Sibata sala 1999’an xelata hunermendê herî baş ê Tirkiyeyê dane Ahmet Kaya. Di merasîma xelatdayînê de derket ser dikê û axaftinek kir. Wî got ez dixwazim stranek kurdî çêkim û li ser vê yekê êrîşî wî kirin. Ji ber ku qala kurdî kir tiştek nema neanîn serê wî. Çapemeniya Tirkiyeyê ku her tim pesnê wî dida pişta xwe dayê û di ser de jî êrîşî wî kirin. Gotinek nema jêre negotin. Ji ber van êrîş û gotinan neçar ma ku dev ji Tirkiyeyê berde û bireve. Ew jî wekî Yilmaz Guney ket ser rêya Parîsê. Lê kê dizanîbû ku wê biçe kêleka wî.
Ahmet Kaya dema ku derket Ewropayê fêm kir ku barê kurdbûn û kurdîtiyê giran e. Lê dîsa jî ji gotinên xwe venegeriya. Ji ber ku wî dizanîbû ew kurd e û divê eslê xwe înkar neke. Bi milyonan hezkiriyên wî dev jê berdan û wî jî dev ji gelek tiştan berda. Lê di encamê de li xwe vegeriya. Dema ku Ahmet Kaya bû, kurdîtiya wî ne li pêş bû. Piraniya xelkê Tirkiyeyê wekî tirk ew nas dikirin. Ji bo vê yekê jî dengê xwe lê nedikirin. Lê çawa ku qala kurdîtiyê kir felaket li serê wî rabû.
Ji ber gotinên xwe ew ne poşman bû. Li eslê xwe û civaka xwe vegeriya bû. Dibe ku bedela wê giran bû, lê encama wê jî hêja bû. Ew êdî bibû Ahmedê Kurd. Îro em dibînin ku li Tirkiyeyê bi dehan hunermendên qaşo kurd hene lê kurdbûna xwe înkar dikin. Rojekê jî negotine em kurd in. Wan kesan di wexta xwe de êrîşî Ahmet Kaya jî kirin. Lê îro stranên wî dibêjin û qala wî dikin. Pergaleke ew çend nijadperest li Tirkiyeyê ava bûye ku kurd ji kurdbûna xwe direve. Mînaka bi dehan hunermendên kurd jî ev yek e. Çiqasî xwe înkar bikin ewqasî cihê wan li cem dewletê heye. Çend hunermendên bi nav û deng ên Tirkiyeyê kurd in, lê hunera faşîzmê dikin.
Hunermend ji bo civakê hunerê dike, ne ku ji bo dagirkeran. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta roja îro pergaleke înkarê heye. Li Tirkiyeyê kurd bûne serokomar, parlamenter, wezîr û gelek tişt. Lê nebûne kurd. Ew dizanin ku barê kurdbûnê giran e. Her kes nikare bibe kurd. Mînaka Ahmet Kaya jî ev e. Dema ku tu bêjî ez kurd im û dixwazim xizmeta kurdî bikim encama wê heye. Ahmet Kaya jî gihîşt wê encamê.
Ahmedê Kurd piştî ku ji Tirkiyeyê derket bi salekê li Parîsê jiyana xwe ji dest da û li kêleka Yilmaz Guney veşartin. Bifikirin ku hunermend û derhênerên Tirkiyeyê yên herî hêja cenazeyên wan ne li Tirkiyeyê ne. Ji bo Tirkiyeyê bi sedan berhem afirandin û di encamê de nikarîbûn li welatê xwe bistirin. Ji ber pergala faşîzan a Tirkiyeyê qedera wan mirina li surguniyê bû. Lewma jî nexwestin cenazeyên wan biçe Tirkiyeyê. Ev yek bersivek bû ji bo Tirkiyeyê. Hunermendên herî hêja ên Tirkiyeyê Ahmet Kaya û Yilmaz Guney dûrî welatê xwe ne. Eger îro ji tirbê rabin û bêjin em kurd in, wê dîsa heman aqûbet were serê wan. Ji ber ku li Tirkiyeyê tiştek neguheriye. Hê jî heman faşîzm heye. Lewma jî tam di salvegera wefata Ahmet Kaya de êrîşek li dijî gora wî pêk hat. Nijadperestên tirkan êrîş birin ser gora wî. Di tirbê de jî dev jê bernedan. Çawa ku li Kurdistanê êrîşî gorên şehîdan kirin, li derveyî welat jî êrîşî gora Ahmedê Kurd kirin. Ev êrîşeke plankirî û peyamek e. Ji kurdan re dibêjin miriyên we li ku derê bin em ê êrîş bikin.