Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ahmet Karamûs: Em helwesta Asayîşa Hewlêrê bi tundî şermezar dikin

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs helwesta Asayîşa Hewlêrê şermezar kir û got: “Ev helwest li dijî prensîbên raman û ragihandina azade, li dijî demokrasiyê ye.”

Dihat payîn îro li avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê, derbarê êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê de, daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn. Lê di danê siharê de PDK’ê derdora Ofîsa KNK’ê ya li Hewlerê bi hêzek zêde dorpêç kir û rê neda tu kes bikeve avahiyê. Her wiha Asayîşa PDK’ê rê neda rojnamegeran jî daxuyaniya KNK’ê bişopînin û bikevin nava Ofîsê.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs li ser bûyerê axivî. Ahmet Karamûs helwesta Asayîşa Hewlêrê bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Me wek KNK’ê xwest ku li Ofîsa xwe ya li Hewlêrê li ser êrîşa ser Balefirgeha Silêmaniyê helwesta xwe bi daxuyaniyek çapemeniyê ji bo raya giştî ragihînin. Lê gelek mixabin Asayîşa Hewlêrê yan jî Asayîşa PDK’ê ji danê sibehê ve derdora Ofîsa KNK’ê ya Hewlêrê dorpêç kiribû û bi tu şêweyî rê neda ku KNK’ê daxuyaniya çapemeniyê bide.”

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs her wiha diyar kir ku bûyerên bi vî awayî li pêşiya hestên neteweyî û peywendiyan dibin asteng û wiha domand: “Ji bo me ev tiştek sosrete ku Asayîşa Hewlêrê astengiyên wiha ji bo derdixe. Me xwest em helwesta xwe ya li dijî êrîşa dewleta dagirker ya li ser beşek welatê me pêkaniyî ku hemû rêgezên navneteweyî binpê dike, diyar bikin. Lê Asayîşa Hewlêrê rê neda û astengî ji bo me derxist. Em vê helwesta Asayîşa Hewlêrê bi tûndî şermezar dikin. Ji ber ku ev helwest li dijî prensîbên raman û ragihandina azade, li dijî demokrasiyê ye.”

Ahmet Karamûs herî dawî xemgîniya xwe anî ziman û tekezî kir ku bi tu şêweyî vê yekê qebûl nakin û wiha got: “Em bi hêvîne ku carek din tiştek bi vî awayî rû nede û kesên ku hatine binçavkirin werin azadkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar